Kurd bi ser ketin dinya bi bin ket !
Destanên ku keç û xortên kurdan li wan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nivîsandin, li dîrokê cihê xwe girt. Kurd bi ser ketin dinya bi bin ket!

6ê çileyê êrişên dijwar li hemberî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji aliyê hikûmeta veguhêz û dewleta tirk ve pêk hatin.
Bi hiceta ku HSD li wan her du taxan e lê di rastiyê de em vegerin dîroka 6ê çileya 2026an peymana li Parîsê, di navbera wezîrê derve yê hikûmeta veguhêz Şeybanî û berpirsyarên bilind ên Îsraîlê, di bin sîwana dewletên mîna Fransa, Amerîka û Brîtanyayê de hat îmzekirin, ku Colan û hemû başûrê Sûriyeyê dikeve destê Îsraîlê. Ji bo vê yekê hikûmeta veguhêz êrişê her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir da ku ev peyman were paşguhkirin ji aliyê gelê Sûriyeyê û bala gel bikişînin ser her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê. Li vir Tirkiye siyaseteke qirêj lîst û destwerdana Tirkiyeyê di êrişên li her du taxan bi bandoreke gelek mezin bû. Li ser vê bingehê êrişên gelek dijwar dest pê kir. Tirkiyeyê û hikûmeta veguhêz hemû çete û DAIŞê amede kirin û berê wan dan her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê. Bi hêzeke bi qasî 42 hezar çete û bi hemû top û balafirên xwe û bi alîkariya lojistîk a herî mezin a artêşa Tirkiyeyê bi îstixbaratên Tirkiyeyê êriş birin ser hêzên ewlekariya hundirîn (Asayîş).
Hêzeke bi hejmara 42 hezar çete êrişê 300 endamên Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Êrişên dijwar ji aliyê her du dewletên ku li hember hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelên sivîl a her du taxan kirin. Şer 6 roj bi dijwarî hat kirin. Hêza asayîşê û gelê her du taxên Şêx Meqsûd bi qehremanî li ber xwe dan. Di wan taxan de destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Herwiha di encama êrişên gelek dijwar de çeteyan komkujî li hember her du taxan kirin û gel koçber kirin. Çeteyên hikûmeta veguhêz û çeteyên Tirkiyeyê gel ji xwe re kir armanc û hemû malên sivîlan û nexweşxaneyan topbaran kirin. Yekser armanca wan ne mijara ku HSD li wan her du taxan e. Wek tê zanîn HSDê di peymana 1 nîsana 2025an ya di navbera meclisa her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta veguhêz de, bi hemû hêzên xwe ji wan her du taxan derket. Armanca wan a bingehîn jî qirkirina gelê kurd, zimanê gelê kurd û guhertina demografiyê bû û bêdengiya hêzên navneteweyî şirîkê van êrişan bû. Bi alîkariya hêzên navneteweyî ev êriş pêk hatin.
Siyaseta qirkirinê bû, gelek bûyer nedan TVyan. Ji ber ku wek Beravê kirin. Komkujî heqaret û sûcên giran ên insanî pêk anîn. Beramberî van êrişan em dikarin bêjin ku gelê kurd hemû rabû ser piyan. Rêveberiya Xweser jî alîkarî da gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê herwiha seferberî û serhildan li rojavayê Kurdistanê rabû. Ji bo her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê em ji bîr nekin ev êriş jî yek ji armancên wan bû ku şerek dubare di navbera gelê kurd û ereb de çêbikin.
Lê her du taxên Şêq Meqsûd û Eşrefiyê û îradeya gelê wê bi serket. Yê bi bin ket exlaqê însaniyetê, wijdan û qanûnên navneteweyî bû. Li qanûnên xwe hêzên navneteweyî îxanet kir ji ber vê ev îxanetê xeterî li ser hemû mirovahiyê çêkir.
Tirkiye Heleb ji xwe re kir wîlayet. Bi rêya hikûmeta veguhêz da ku êrişên xwe rasterat bîne ser her du taxan. Hikûmeta veguhêz jî bûye amûrek ji dewleta Tirkiyeyê re hikûmeta veguhêz ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê û berjewendiyên xwe welatiyên xwe dikuje. Hikûmeteke ku welatiyên xwe bikuje ne ti hikûmetê pêwîst e hikûmet gelê xwe biparêze û komkujiyan li ser gelan neke.
Lê ji ber koka hikûmeta veguhêz DAIŞ e û tevahî çekên ku li hember her du taxan bi kar anî yên NATOyê bûn bi navê hikûmetê DAIŞê û fikrên DAIŞê xwe berdewam dikin.
Êrişa du dewletan a li hember her du taxan lawaztiya hikûmeta veguhêz û dewleta tirk nîşan da li hember îradeya gelê kurd ya li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Bi êriş û komkujiyên ku hatin kirin, hikûmeta veguhêz aşkere diyar kir ku ew DAIŞî ye.
Berxwedaniya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nîşan da ku îradeya gelê kurd ji hemû hêzan bi hêztir e. Li nav siyaseta dinyayê exlaq û însaniyet nemaye. Ev rastiya qirêj di taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derket.
Şehîdên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê teslîm nebûn heta dawî li ber xwe dan. Gelê kurd da xuyakirin ku ti carê ew teslîm nabe û serîtewandin ne para wî ye.
Destanên ku keç û xortên kurdan li wan taxan nivîsandin, li dîrokê cihê xwe girt. Kurd bi ser ketin dinya bi bin ket!

