Azadiya Welat nasmeya kurdan e

Em Azadiya Welat ji rojnameyekê zêdetir wek dibistana hînderkariya ziman, zanîngeh û akademiya kurdan pênase dikin.

1 deqe xwendin
Azadiya Welat nasmeya kurdan e

Merheba heval û xwinerên hêja û delal, piştî veqetîneke dirêj şûn de em careke din gihîştin Azadiya Welat.  Rojnameya Azadiya Welat ji bo me, ne tenê rojname bû, ew ji bo me dibistan, zanîngeh û nasnameya bû. Ji me gelekî kes bi saya Azadiya Welat hîne zimanê kurdî, xwendin, nivîsandin û hînê fikra kurdperwerî û netewperwerî bûn. Herwiha di şert û mercên herî giran ên zindanê de jî, me bi Azadiya Welat re bêhn û tama welat û welatperweriyê hîs dikir. Ji ber vê yekê em Azadiya Welat ji rojnameyekê zêdetir wek dibistana hînderkariya ziman, zanîngeh û akademiya kurdan pênase dikin. 

Ji ber vê yekê qedr û qîmetê Azadiya Welat ji bo me kurdan û zindaniyan geleki giranbûha ye. Seheta xebatkar û kedkarên Azadiya Welat xweş be. Careke din dîsa roj li welatê me hiltê û dîsa Azadiya Welat li me piroz be.

Em hem wek netew, hem wek herem û hem jî wek  mirovahî di nav dem û dewraneke gelekî xeternak û dijwar re derbas dibin. Şerê Cihanê yê Sêyemîn a ku navenda wî Rojhilata Navîn û xasma jî Kurdistan e, herî dawî pekiya parzemina Amerikayê jî. Îro şerê Cihanê ya sêyemîn bi awayeke bê navber li çar aliyê cihanê didome.

Elbet bokeyên sereke yê vî şerî, hêzên mezîn û hegomonik in. Wek her dem û demsalê hêzên hegemon dixwazin cîhana me ji nuh ve berovajî daxwazên gelan, bindestan û êdinan li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Helbet ev ne hewldaneke şaşwaziyê ye. 

Tiştî ecêb û sosret ew e ku gelek kom, partî, rewşenbîr û dijberên pergalê, ku xwe weka şoreşger û pêşeng binav dikin ne amadeyê  navbera kaosê ne. Lê her weka Rêberê Gelê Kurd dibêje kîjan alî bêhtir amade be û gel bi rêve bibe, dê ew ê herikîn û şêwegirtina navbera kaosê diyar bikin. Di dîrokê de her tim hêzên desthilatdar encama navbera kaosê diyar kirin û pergala xwe qaîmtir kirin. Îro heman peywir li pêşiya muxalîfan de ye. Lê belê ji bilî Tevgera Azadiyê û rêbertiya wê tu hêz vê mijara jiyanî û diyarker ji xwe re nakin derd û nikarin rêbaz  ê nexşerêyan biafirînin. Hem ji aliyê teorî û paradigmayê ve û hem jî hêla pratik û pêşengiyê ve li pey bûyeran dimînin. Pir diaxivin, pir rexne dikin, pir zêde aqil didin lê dema kirinê û kedê, çavê me ew xwedî gotinên giregir nabîne.

Naxwe pirsgirêk çi ye?

Pirsgirêka sereke nakokî û kêmasiya derbarê paradigmayeke nuh û teoriyeke têrker e. Demeke dirêj e çepgir û muxalîf di nav qeyrana raman û birdoziyê de ne.  Ji ber ku gelek kom û partîyên ku divê pêşengî li gel û bindestan bikin, bi awayeke giran bûne parçeyeki Moderniteya kapitalist. Lewra asoya wan nikare bigihîje jiyaneke alternatîf û pirrengî.

Tenê em bertekên derbarê revandina Maduro yê serokê Venezuela bişopînin em ê bi awayeke zelal şilobûna birdozî û bêrêgiziya sekna van aliyan bibînin. Şoreşa Netewa kurd nabînin lê diktatoriyeke berbiçav weka sosyalîzm dinirxînin. Lê belê her çiqas navê Sosyalizma Bolîvar li xwe kiribin jî, tu têkiliya wan bi sosyalizma nûjen re tunebû, tuneye. Bi rê, rêbaz û saziyên moderniteya kapîtalist ango bi kapitalîzma brokratîk û netewe dewleta herî yekperest xwestin jiyaneke hevpar û azad damezrînin. 

Lê encam bû dîktatoriya populizma herî rizandî û dijwar. Li ku derê cihanê pergaleke diktatoryal hebe, Qaşo Sosyalîzma Bolivarger bi wan re ket nav dostaniyê, Bi milyonan gelê Venezualayî ji welat koç kirin û şepirze bûn. Lê gelek der û dorên çepgir ên ji teorî û paradîgmaya azadixwaz bêpar in, bêyî ku hineki şerm bikin piştgirî didin Maduro.  

Em ê di vê quncika xwe de, ji pazdeh roja careki derbarê têgehên paradigmaya azadiyê û moderniteya demokratîk rawestin. Çimkî  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di Manifestoya Şaristaniyê de bi awayeke berfireh û têrker paradigmaya Azadiya gelan û nexşerêya têkoşina sosyalist  an jî em bêjin komunal derpêşî gelan û bindestan kiriye.  Lê pêdivî bi fahmkirin û sepandina rast heye.

Bêyî fahmkirina çarçoveya teorîk û têgînî ya Modernîteya Demokratîk mirov nikare bersivê bide pêşketinên civakî. Heke Iro li rojhilata navîn ligel hemû êrîş û astengiyan gelê Kurd bûbe bokeya herî sereke, bingeha vê Pêşengiya xwedî teorî û têgînên rast e. Ji ber ku hîma birdoziyê bi awayeke rast hatiye danîn, stratejî, taktîk û nexşeriya rast jî dikare were sepandin.

Bi vê mabestê heta ji destê me were û pênûsa me bigere, qasî têgihîştina xwe pazdeh rojan carekî em ê li ser têgînên Azadiyê, sosyalizm, komunalîzmê û rexneyên wî rawestin.