Bafil Talabanî: Salîh Muslim şehîdê azadî û serketinê yê Kurdistanê ye
Bafil Talabanî ji bo merasîma cenaze ya şehîd Salih Muslim peyam şand û got, “Ew şehîdê azadî û serketinê yê Kurdistanê ye.”

Di merasîma cenaze ya şehîd Salih Muslim ku li Qamişlo bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat de, peyama Serokê YNKê Bafil Talabanî jî hat xwendin.
Peyama Talabanî bi zaravayên Soranî û Kurmancî hat xwendin.
Di peyama Talabanî de wiha hat got: “Salih Muslim sembolek Kurdayetiyê li Rojava, hevalê têkoşer, hevalek nemir e. Gelê me serkirdeyekî mezin ê wekî Salih Muslim Salih ku jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê xwe daye oxir dike. Ew bavê şehîd, têkoşer û pêşengekî gelê me bû. Ev têkoşîna wî nayê jibîrkirin.
Em wek YNK Salih Muslim weke serkideyekî hêja dibînin, ne tenê serkideyek, dostek û hevalekê hêja yê Mam Celal Talabanî bû.
Em sersaxiyê ji malbat, hevalên wî, gelê Rojavayê Kurdistanê û çar parçeyên Kurdistanê re dixwazin. Salih Muslim li Kobanê hatiye dinê, lê ji bo bakur, başûr û Rojhilat jî têkoşîn kir. Lewma ew di heman demê de serkirdeyekî netewî ye.
Di nava kurdan de gelek kayesetên jêhatî hene. Yek ji wan Salih Musilm e ku jiyana xwe ji bo azadî, gel û xaka xwe daye. Ew dilsozê gelê xwe bû. Ew şehîdê serfirazî û azadiya Kurdistanê bû.”


