Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Meclisê di civîna koma partiya xwe de axivî.

1 deqe xwendin
Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Meclisê di civîna koma partiya xwe de axivî. Bakirhan, bal kişand ser hevdîtina bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re û got ku hevdîtineke baş bû û dê têkiliyên wan bidomin.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku erdnîgariya Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin û got: “Hinek hêz cihê xwe diguherînin. Rojhilata Navîn dîsa di hedefê de ye. Hevsengiyên berê serûbin dibin û her kes ketiye nava fikara xêzkirina rêya sedsala pêşiya me. Bêguman em jî ji van geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn azade nînin. Tirkiye li kêleka geşedanên li Rojhilata Navîn e. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re em jî dibêjin ku werin em bi hev re rêya xwe, rêgeha xwe diyar bikin.”

Tuncer Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Bila tu kesên din rê û rêgeha me diyar nekin. Bila gelên Tirkiyeyê rêya me diyar bikin. Bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bibe rêya me. Bila rêya me komara demokratîk be. Rêyeke ku Kurd, Elewî tê de wekhevdijîn bila rêya me be. Nexwe rêya kesên rêya xwe diyar nekirine dê ji hêla hêzên emperyal û hegemonîk ve were diyarkirin. Li welatên wan rêyên wan diyarkirin jî xwin, êş û hêsir hene. Hesreta me tevan jî Tirkiye û Rojhilata Navîn a bêxwîn, bêhêsir û bêêş e. Em ji bo vê têdikoşin. Li vê xakê Tirk hene, Kurd hene, Elewî hene, Sunnî hene. Ji hemû rengên civakê mirov hene. Heke em bikarin feraseteke ku hemû rengên vê xakê di nav xwe de dihewîne pêş bixin; piştraste bin ku rêya me ber bi cihê herî baş ve bibe. Li vî welatî tu kes bi ser tu kesekî re nîne. Em tevek jî hemwelatiyên vî welatî ne. Di vê pêvajoyê de em dikarin bi mutebeqeteke Neteweya Demokratîk re zemîna wekheviyeke rasteqîn ava bikin. Belkî gelên Rojhilata Navîn cara ewil bêyî ku dîlên senaryoya tu kesên din bin bi xwe senaryoya xwe binivîsin. Em dibêjin werin em bi hev re senaryoya xwe binivîsin. Banga birêz Ocalan, deriyeke ku em bikarin rêya xwe, senaryoya xwe bi hev re binivîsin û xêz bikin vedike. Pêkane ku di vê pêvajoy