Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

Platforma Saziyên Demokratîk dê li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi slogana, “Bi rohaniya heqîqetê ber bi azadiyê ve” dê daxuyanî bide û meşan pêk bîne.

1 deqe xwendin
Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

Platforma Saziyên Demokratîk û partiyên siyasî dê di 15ê sibatê de li gelek bajarên Kurdistan û li Tirkiyeyê bi boneya şermezarkirina 27emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê sibatê dakeve qadan û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne ziman. Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komployê de dê li gelek bajaran daxuyanî û meş bên lidarxistin. Meş dê li hemû bajaran bi diruşmeya, “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” saet di 18.00an de bi awayek hemdemî bê li darxistin.

Platforma Saziyên Demokratîk bername aşkera kir û bang li tevahiya gelê kurd û alîgirên azadî û demokrasiyê kir ku tev li çalakiyan bibin. 

Bernameya çalakiyan wiha ye:

EDENE: Dê li taxa Dalioglû, ji Yenîlyolê heta xaçerêya Karasu meşê be lidarxistin.

HATAY: Dê li Îskenderûn li AKADê bi beşdariya parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Suzan Akîpa civînê bê lidarxistin.

MERSÎN: Dê li Parka Barişê ya li navçeya Akdenîzê meş bê lidarxistin.

ANTALYA: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê ya Kepezê daxuyaniyê bê dayîn.

ŞIRNEX: Dê li Parka Botaşê ya li navçeya Cizîrê meş bê lidarxistin.

ŞÊRT: Dê li taxa Congbayirê meş bê lidarxistin.

ÊLIH: Dê ji Kolana Hunerê heta Parka Yilmaz Guney meş bê lidarxistin.

DÊRSIM: Dê li Kolana Hunerê daxuyaniyê bê dayîn.

AMED: Dê rêxistinên ciwanan panel li dar bixin. Dê ji ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Koşuyuloyê heta Qada Îstasyonê meş bê lidarxistin.

ÇEWLÎG: Dê li Qada Bajêr daxuyaniyê bê dayîn.

STENBOL: Dê li Qada Aksarayê meş bê lidarxistin.

MÊRDÎN: Dê li ber avahiyên DEM Partiyê yên hemû navçeyan bi ronahiyên telefonê ve meş bên lidarxistin.

ÎZMÎR: Dê li taxa Çîmentepe ya Konakê li pêşberî Qehwexaneyan; li Bayrakliyê li Cihê Bazarê ya Nafîz Gurman; li Torbaliyê li taxa Ataturk; li Menemenê li Parka Asarlik Demokrasî daxuyaniyên bê dayîn.

AYDIN: Dê li Qada Bajêr daxuyaniyê bê dayîn.

ENQERE: Dê li Kolana Sakaryayê daxuyaniyê bê dayîn.

ESKÎŞEHÎR: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.

RIHA: Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Parka Alîşellî heta Qada Topçu meşa bi meşale dê bê lidarxistin.

DÎLOK: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê cîvenekî girseyî bê lidarxistin.

SEMSÛR: Bi pêşengiya DEM Partiyê dê li Parka Koşu meş bê lidarxistin.

WAN: Dê ji ber Gunpar AVM heta Parka Musa Anter meşa bi meşale bê lidarxistin.

COLEMÊRG: Dê li navçeyên Gever, Şemzînan û li navenda Colemêrgê meşên bi meşale bên lidarxistin.

ÎDIR: Dê ji ber avahiya DEM Partiyê heta navenda bajêr meş bê lidarxistin.

MÛŞ: Dê ji qada Fîdanlik heta Saglik Ocagi meş bê lidarxistin.

AGIRÎ: Dê ji kutupxabeya kevin heta Cadeya Cumhuriyetê meş bê lidarxistin.

ERZIROM: Dê li avahiya DEM Partiyê sînevîzyon bê nîşandan û piştre li Qada Mahallebaşiyê daxuyaniyê bê dayîn.

BEDLÎS: Dê li Sûka Bajêr meşa bi ronahî bê lidarxistin.

QERS: Dê li pêşberî avahiya DEM Partiyê daxuyaniyê bê dayîn.