Leşker li Geverê ketina gundan asteng dike

Leşker li navçeya Geverê ya Colemêrgê, têketin û derketina çar gundan asteng dike. Gundiyan li dijî vê rewşê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê dan.

1 deqe xwendin
Leşker li Geverê ketina gundan asteng dike

Li herêma Onbaşîlar a Geverê têketin û derketina gundên Elê, Pageng, Kamber û Kavlegundê tenê bi kontrola nasnameyan a li nuqteyên lêgerînê dihat kirin. Lê di rojên dawî de, leşker têketin û derketina welatiyan bi temamî asteng dike. Gundiyan li hemberî vê binpêkirina mafan, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê dan.

Piştî serlêdanê, ÎHDê li avahiya xwe ya li Geverê bi gundiyan re daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê diyar kir ku li wan gundan binpêkirineke giran a mafan heye û ev tişt got: "Me fêm kir ku li ser van her çar gundan zextek heye da ku gundî li cih û warên xwe nebin xwedî maf. Berê ji bo têketin û derketinê tenê kontrola nasnameyan hebû, lê vê carê bi temamî nahêlin gundî herin gundên xwe û rastî zextan tên. Di salên 1990’î de ev gund hatibûn valakirin û şewitandin. Piştre di sala 2004’an de bi biryarnameya Serokkomariyê vegera gundan pêk hatibû. Lê di van salên dawî de, bi taybetî li van gundên li ser sînorê Îranê, polîtîkayên ewlehiyê û zexteke giran têkirin. Astengkirina têketin û derketina gundan nayê qebûlkirin. Ev mirov bi taybetî di demsala havînê de ji bo debara xwe li wir in. Tevî ku tu biryareke hiqûqî û qanûnî tune ye jî, bi sepana kêfî ya hêzên li wir ev mirov tên mexdûrkirin. Em ê heta dawiyê bibin şopdarê vê dozê."