HSD û rêveberiya Şamê li Hesekê civîyan
Di çarçoveya peymana 29ê çile de HSD û rêveberiya Şamê li Hesekê kom bûn û pêvajoya entegrasyona leşkerî, sererastkirinên ewlehiyê û pevguhertina dîlan nirxandin.

Li Hesekê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di çarçoveya peymana 29ê çile de civîneke krîtîk pêk hat. Di civînê de gavên ku dê di pêvajoya entegrasyonê de bên avêtin û mijara pevguhertina dîlan hatin rojevê. Ji xeynî Nûnerê Taybet ê Serokkomariya Sûriyeyê yê berpirsê pêkanîna peymanê Tuggeneral Ziyad el Ayiş; Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hamo, Fermandarê Tumena 60emîn Avad el Casim, alîkarê fermandar Tuggeneral Mudar Necar, alîkarê duyemîn Çiya Kobanî û Serokê Şaxa Kontrol û Teftîşê ya Tumena 60emîn Mahmud Îbrahîm beşdarî hevdîtinê bûn.
Di civînê de, di serî de pêvajoya entegrasyona leşkerî û sererastkirinên ewlehiyê yên li herêmê, gelek sernavên cuda hatin destgirtin. Her wiha mijarên wekî ji nû ve avakirina pergala dadê li Hesekê, vekirina dadgehan û dayîna pêşîniyê ji bo dosyayên girtiyan hatin nirxandin. Derbarê pevguhertina dîlan de ku yek ji xalên sereke yên rojevê bû, hat diyarkirin ku alî amadekariyên xwe berdewam dikin. Hat ragihandin ku pevguhertina dawî ya dîlan di navbera aliyan de di 11ê Avrêlê de pêk hatibû û xebatên ji bo qonaxa çaremîn didomin.


