Koma 198an li Mexmûrê ji bo azadiyê nobet dewir girt
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî koma 198an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobet dewir girt û xwest Tirkiye gavên çareseriyê bavêje.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tîrmeha 2023yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 1020an de bi koma 198an, bi biryardariyek xurt didome.
Merasîma dewirgirtina çalakiya nobetê ku li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hate lidarxistin de, endam û rêveberên saziyên civakî û gelek şêniyên wargehê amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê koma 197emîn Emîn Mijînî axivî. Emîn Mijînî da zanîn ku çalakiya nobetê ya ji bo Azadiya fizîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 salên xwe tije kirine û got: “Pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk rexmê ku salek li pey xwe hiştiye, hîna dewleta Tirk tu gav ne avêtiye. Li hemberî gav neavêtine dewleta Tirk, barê esasî dikevê ser milê gelê Kurd. Pêwîste gelê Kurd rêxistina xwe xurt bike, da ku dewleta Tirk bîne ser maseyê.”
Emîn Mijînî di dawiya axaftina xwe de bang li CPT û DMMê kir û got: “Pêwîste saziyên mafên mirovan bi erkên xwe rabin. Rêber Apo ji bo gelê Kurd û gelê Tirk her tişt pêk aniye. Ger dewleta Tirk gavên pêwîst neavêje, wê zirarê bibîne. Heya Rêber Apo fizîkî azad nebe, emê wek gelê Mexmûrê çalakiya xwe heya dawî bidomînin.”


