Roja ewil a Konferansa Kurdî dawî bû

Rûniştina sêyemîn a Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî li ser "Çand û Medya" hate axaftin û hat diyarkirin ku çand di heman demê de watedayîna jiyanê ye û wiha gotin: “Çand bûye bingeheke xwe îfadekirinê. Qadeke ku Kurd xwe lê îfade bikin nîne.”

1 deqe xwendin
Roja ewil a Konferansa Kurdî dawî bû

Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma "Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû" li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê tê li dar xistin, bi rûniştina sêyemîn a bi navê "Çand û Medya" berdewam kir. Di rûniştina bi serenavê "Di arastina Hişmendiya Zimên de Rol û Rista Çand, Huner û Medyayê" de moderatorî rojnameger Mehmet Şahîn kir. Seroka KASEDê Salîha Ayata, Lêkolîner Weysî Varli û Rojnameger Ferhat Akinci axivîn.

 Salîha Ayata ewilî axivî û mijara di parastina hişmendiya ziman de rol û rista çandê vegot. Salîha Ayata wiha got: “Serokatî dibêje ‘hemû tiştên bi destê mirovan hatine afirandin çand e.’ Çand di heman demê de watedayîna jiyanê ye. Ji bo me Kurdan çand çawa pêşketiye. Bûye bingeheke xwe îfadekirinê. Qadeke ku Kurd xwe lê îfade bikin nîne. Kurd neçar mane ku xwe bi çandê îfade bikin. Carna bi rêya stranekê tu xwe îfade dikî.” Salîha Ayata qala tundiya serdestan a li ser çandê kir û wiha domand: “Gelek caran bindest di ferqa vê de nîne. Piştî demekê dibêjin ku ‘zimanê min têra jiyanê nake’. Tundiya çandî rêya tundiya fizikî vedike.” Salîha Ayata li ser tundiya çandê gelek mînak dan û bal kişand ser qedexeyên li ser çand û ziman.

 Lêkolîner Weysî Varli jî li ser di parastina hişmendiya ziman de rol û rista hunerê axivî. Weysî Varli qala çanda Kurdî kir û diyar kir ku tişta çanda Kurdî li ser pêyan hiştî muzîka Kurdî ye. Weysî Varli pênaseya huner û muzîkê kir û wiha got: “Ya ku di dema Ûrartuyan de muzîk parastî jin e. Em bi hunerê li ber xwe didin. Huner tu car bi afirînerê xwe afirîner bi hunera xwe mezintir nebûye. Serokê Gelê Kurd dibêje; ‘Qasî ez li dîrokê dinêrim dibînim ez huner bi xwe me’. Di civaka Kurd de li dibistan û medreseyan dersa muzîkê hatiye dayîn. Muzîk û çand girêdayî hev in. Ziman nasname ye, muzîk jiyana wê nasnameyê ye. Muzîk dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e.”

 Rojnameger Ferhat Akinci ku bal kişand ser bernameyên Kurdî dihatin çêkirin, destnîşan kir ku medyaya Kurdî weke dibistanekê rol lîst û wiha got: “Ez bi xwe jî ji Azadiya Welat hînî Kurdî bûm. Azadiya Welat ji bo min bû dibistanek. Nêzîkatiya bavê min girîng bû ez teşwîqî xwendin û hînbûna Kurdî kirim. Ji ber pergala dibistanê di nav me Kurdan de tune bû Çapemeniya Azad roleke sereke lîst. Niha gelek qanal, rojname û radyoyên Kurdî hene. Gelo ev têrê dike? Nake. Bêyî ku Kurdî li benda statuyekê bisekine divê em li ser bisekinin ku dikare çawa bi pêş ve bibin. Edîtoriyeke Kurdî dê çawa bi pêş bikeve? Ya herî girîng jî ew e ku ziman dê çawa were bikaranîn. Ew jî sazî û dezgehên me yên ziman eleqedar dike. Em ê çi bidin civakê divê li ser wê bisekinin. Du sed salên dawî de 700 ziman tune bûn. Barê me girantir e. Îro li ser ziman xetere zêdetir heye. Bêyî ku em derdorê sûcdar bikin weke rojnameger milîtaniya ziman bikin.”

 Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû. Konferans dê sibê jî bi rûniştinên cûr bi cûr berdewam bike.