Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

Şandeya DBP û Partiya DEMê, li Bismilê çû serdana konên sersaxiyê yên Dayika Aştiyê Behiye Sevîm û kedkarê têkoşîna azadiyê Suleyman Bakir.

1 deqe xwendin
Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kılıçgun Uçar, parlamenterên Dem Partiyê ya Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û Halîde Tûrkoglu û şandeya ku ji nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl pêk dihat, li Bismilê çûn serdana du şînan. Şandeyê ewilî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevim a ku di 25ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû û bi salan têkoşîna aştî û demokrasiyê meşandibû, kir. Şandeyê li vir sersaxî ji malbata Sevîm re xwest. Girse piştre derbasî Mala Şînê ya Ehmedê Xanê ya li Taxa Sanayiyê bû ku li wir serdana şîna Suleyman Bakir kirin. Bakir bi salan di nav têkoşîna azadiyê ya Kurd de cihê xwe girtibû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargîl ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû.

Her du serdanên sersaxiyê piştî xwendina diayan bi dawî bûn.