Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev

Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan li Amed, Êlihê, Colemêrg bi daxwaza ‘Winda bên dîtin û faîl werin darizandin’ daxuyanî dan. Di çalakiyan de hat gotin ku parastina kujeran hevkariya sûc e û daxwaza edaletê kirin.

1 deqe xwendin
Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev

Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan li Amed, Êlihê, Colemêrg bi daxwaza ‘Winda bên dîtin û faîl werin darizandin’ daxuyanî dan. Gelek rêveber û hevserokên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyan bûn.

Endamên Şaxa ÎHDê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 907an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rêzan a Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de faîlên Ramazan Yuce hatin pirsîn ku 29ê hezîrana 1992yan dema ji Amedê ber bi Farqînê ve diçû, li Kolana Lalebey hat kuştin.

Li Colemêrgê jî endamên Şaxa ÎHDê di hefteya 233yan a çalakiya xwe de faîlên Ramazan Yuce pirsîn.

Li Êlihê di hefteya 743yan a çalakiyê de aqûbeta Reşît Tokçu hate pirsîn ku 29ê hezîrana 1999an li Zozanê Mêrgazer a navçeya Gever a Colemêrgê di dema operasyona leşkerî de birîndar bû û piştre ji zinaran hat avêtin.

Li Îzmîrê jî di çalakiya ku her du hefteyan carekê tê lidarxistin de, ji bo Mustafa Saygi, Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz edalet hate xwestin.