Ji bo Bayram Balci loqme hat belavkirin

Piştî definkirina cenazeyê kedkarê Çapameniya Bayram Balci li Komeleya Çandî û Civakî ya gundê Dişlik a Tuzluçayir a navçeya Mamakê merasîma belavkirina loqmeyê hat kirin.

1 deqe xwendin
Ji bo Bayram Balci loqme hat belavkirin

Cenazeyê kedkarê Çapameniya Azad rojnameger-helbestvan Bayram Balci li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê hat definkirin. Piştî merasîma definkirinê girse derbasî Komeleya Çandî û Civakî ya gundê Dişlik a Tuzluçayir a navçeya Mamakê bû. Li vir ji bo mêvanan loqme ango xwarin hate dayîn. Loqme ku di çanda Elewîtiyê de pîroz e, piştî merasîman li beşdaran tê belavkirin.

Dîsa ji bo bîranina Bayram Balci stran û beyt hatin gotin. Piştî belavkirina loqmayê şîna ji bo Bayram Balci bi dawî bû.