Banga hiqûq û entegrasyona demokratîk

Di ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27ê sibata 2025an re salek derbas bû û piştî vê demê careke din di 27ê sibata 2026an de Rêber Apo di derbarê qonaxa duyemîn a pêvajoyê de peyamek din û berfireh weşand.

1 deqe xwendin
Banga hiqûq û entegrasyona demokratîk

Rojger Botan 

Di nava salekê de di çarçoveya banga Rêber Apo de nemaze ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd de gelek gav hatin avêtin. PKKê wekî gava yek emîn di 1ê adara 2025an de agirbest îlan kir. Di 5-7ê gulanê de jî Kongreya 12emîn pêk anî û li gorî banga Rêber Apo PKKê xwe biryara fesihkirinê da. Di 11ê tîrmehê de PKK li Silêmaniyê li pêşberî hemû raya giştî ya cîhanê bi seremoniyeke dîrokî çekên xwe şewitandibûn. Gava herî dawî jî di 26ê cotmehê de pêk hat û PKKê hêzên xwe yê li bakurê Kurdistanê paş de kişand. 

Tevî hemû gavên PKKê û Rêber Apo dewleta tirk heta niha tu gaveke têr û tije neavêtiye. Tenê di 5ê tebaxê de Komîsyona Millî ya Biratî û Demokrasiyê hat avakirin û piştî 21 civînan di 18ê sibatê de bi civîna dawî encama xebatan hat weşandin. Di rapora komîsyonê de tê zanîn ji bona ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin; pirsgirêka ziman, perwerde, çand, statu, qeyyûm, girtiyên di zindanan de û hwd. tu tiştek nehatibû nivîsandin. Li dijî hemû keda Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hem bersiva dewletê hem jî ya desthilatdariyê qels e û bingeha wê ya hiqûqî nayê eşkere kirin. 

Banga Rêber Apo ya 27ê sibata 2026an de gav avêtina duyemîn e lê bi awayê qanûnî û hiqûqî. Dewleta tirk heta niha ji bona ku pêvajo di qonaxên hiqûqî û qanûnî de bimeşe tu gaveke erênî ne avêt. Banga Rêber Apo ya piştî salekê banga hiqûqê ye. Lewre divê dewlet xwe di mijarên entegrasyona demokratîk, civaka azad û demokratîk û komara demokratîk de qeneh bike. Heke daxwaza meşandina pêvajoyê hebe qanûnên entegrasyona demokratîk demildest divê werin derxistin. Pêwîst e dewlet hişmendiya komara faşîst veguherîne hişmendiya komara demokratîk û Kurdan wekî hevparê vê komarê bibîne. 

Tê zanîn, komara tirk li ser înkar û tunekirina kurdan hatibû avakirin. Beriya ku komar ava bibe hemû peyam li ser tifaqa kurd û tirkan tên dayîn. Ev rewş heta cihekê helbet erênî ye. Lê piştî 29ê cotmeha 1923an peymana Tirkbûyînê dikeve meriyetê û hebûna kurdan tê înkar kirin. Piştî vê demê dijberiya kurdan dijwar dibe û entegrasyona faşîst û nîjadperest pêş dikeve. Gelê kurd ji aliyê hemû nirxên xwe tên înkar kirin û encama polîtîkayên komara faşîst PKK tê avakirin. 

Bi zext û tundîtiyê pêvajoya şoreşa negatîf derbas bû. Modelên netew-dewlet û kapîtalîst, hiqûqa pozîtîf û siyaseta faşîst derbas bû. Ev hemû rêbaz di sed sala derbas bûyî de hatin ceribandin û ji bilî windakirinê tu dahata wê çênebû. Heke dewleta tirk qeneh be divê vê rastiyê bibîne û ji bona serdema şoreşa pozîtîf amade be. 

Banga Rêber Apo ya qonaxa duyemîn guhertin û veguhertina hişmendiya serdema derbas bûyî ye. Lewre Rêber Apo dibêje “Kurd bê Tirk, Tirk bê Kurd nabe.” Ev rastî pêwîst e bi qanûnên hiqûqî divê bi cih werin. Divê dewleta tirk vê rastiyê qebûl bike û deriyê entegrasyona demokratîk veke. 

Lingê qonaxa duyemîn hiqûq û tifaqa demokratîk e. Encama vê jî komara demokratîk e. Bi gotina Rêber Apo, “armanc avakirina erênî, ne desteserkirina tu sazî an jî avahiyekê ye. Armanc ew e ku her kes di civakê de bikaribe berpirsiyariyê bistîne û beşdarî avakirina civakê bibe. Komên bindest, komên etnîkî, komên olî û çandî dikarin bi têkoşîna demokratîk a domdar û rêxistinkirî xwedî li afirînên xwe derkevin.”