Banga Rêber Ocalan banga xelasiyê ye

Eger xerabî, nebaşî û hovîtî, nexweşiyek be divê were tedawîkirin. Ev pirsgirêkek cîhanî ye û em dibînin ku pêşî rayedarên dewletan “kîn”ê vedireşin, piştre çeteyên paramîlîter û tîmên taybet dikevin nav liv û tevgerê, bênderên laşên mirovan, wêraniya gund û bajaran li pey xwe dihêlin.

1 deqe xwendin
Banga Rêber Ocalan banga xelasiyê ye

Divê kurd, ji gelek aliyan ve, li banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û civaka demokratîk” binihêrin û binirxînin. Rêber Apo, bi armanca ku mirovahiyê, bi taybetî gelê kurd û gelên li Rojhilata Navîn ji kampên tunekirinê rizgar bike, ev bang kir. Mirovahî li hemberî desthilatdarên ku exlaqê xwe bi xwe înkar dikin, neçar maye. Deshilatdarên bi navê bûrjûva û sarmeyeyê hereket dikin, exlaqê bûrjûva û exlaqê esnaftiya ku bûye bingeha sermeyeyê tune kirine. Dema exlaq têk diçe, wijdan jî kor dibe. Dema wijdan kor dibe mirovahî dimire. 

Spînoza dibêje; “Aştî nayê wateya ku şer çênabe. Aştî rûmet e, şer encama ruhê nexweş e. Aştî qencî, bawerî û edalet e, şer li dijî van nirxan e…” Ev gotin tên wateya ku li cîhanê “Împeretoriya xeraban” heye û navê nexweşiyê lêdike… Mixabin, dîrok jî, bi kiryarên xeraban dest dike û tevahiya serdeman bi karên nebaş, lewîtî û qirêj a diktatorên xedar û çeteyên celad dagirtî ye. Ev jî tê wateya ku “gunehkariya Adem” pêşiya mirovahiyê bernedaye. 

Eger xerabî, nebaşî û hovîtî, nexweşiyek be divê were tedawîkirin. Ev pirsgirêkek cîhanî ye û em dibînin ku pêşî rayedarên dewletan “kîn”ê vedireşin, piştre çeteyên paramîlîter û tîmên taybet dikevin nav liv û tevgerê, bênderên laşên mirovan, wêraniya gund û bajaran li pey xwe dihêlin. 

Mînaka wê rastiyê, li Sûriye û Rojava tê dîtin. 

Nietzsche jî, mînaka “teyr” dide û dibêje; “Di xwezahiya teyr de hovîtî-xerabî heye. Em jî ji bo teyr gotina xerab bi kar tînin. Lê em dizanin ku teyr nikare ji xwezahiya xwe derbikeve…”

Di gotinên Nietzsche de, du mînak hene: Yek mirov e... Yek jî lawir e!.. Mirovahiyê, bi taybetî di felsefe û wêjeyê de zordarî, xedarî û hovîtî, di çarçoveya “estetîkê“ nenirxandiye û qebûl nekiriye. Mînaka wê jî di çîrokên dayikan de veşarî ne. Dayik, di çîrokên ku ji zarokên xwe re dibêjin, wijdanê civakê esas digirin, li dijî xerabî û nebaşiyan zarokên xwe perwerde dikin. Ev hestên birûmet daxwaza aştî û aramiyê ne. Armanca van çîrokan jî, xurtkirin û bihêzkirina wijdanê şiyar e. 

Mixabin, çîrokên dayikan, daxwaz û hêviyên wan, nabin “sîgortaya jiyana hevpar“ û rê li ber “xerabiyên radîqal“ nagirin. Îro jî em dibînin ku “Împeretoriya xerabiyan“ cîhana modern dilewitîne.

Îmaj, dîmen û agahiyên rojane didine xuyakirin ku cîhan ber bi wêraniyê ve diçe... Tiştekî ku mirov hêviyan bike xuya nake... Êş û azara li Kurdistanê jî bûye nexşeya cîhana modern û “Kulîlkên Xerabiyan” yên Baudelaîre tên dîtin.

“Roj li ser qirêjiyan dibiriqîne/ Wek dixwaze bipijîne/ Û ji bo sed carî li xwezayê vegerîne / Û didiyê // Û ezman li wê îskeleta mezin dinihêre / Wek kulîlkek veke / Hûn ji hişê xwe diçin, li pêşberî laşê li ser zurik / Bêhna wê pir giran bû“

Ev serdema ku polîtîka ketiya pêvejoya “polîtîko-etîk“ê de û stratejiya jiyana civakî têk çûye û mirovahî ji jiyana xwezahî hatiye dûrkirin; formulasyona meşrûkirina desthilatdarên Dehaq, Fîrewn û Nemrûd serdest bûye.

Dehaq, Fîrewn û Nemrûd dîktatorên li Rojhilata Navîn bûn û ne di serdema împeretoriyan de, ne di serdema netewe-dewletan de ji holê rabûne. Gel dijberiyek tund nîşan didin û şoreşan dikin, lê û mixabin car din dîktator û celad serdest dibin. Ev dîktator û celad, hem felsefe û wêjeya sedsalan tune dikin, hem “estetîk“a jiyana xwezahî û nirxên mirovahiyê tune dikin. 

Li Kurdistan û Rojhilata Navîn, mîratzedeyên Îttîhat û Terakî û alîgirên wan, çete û oldarên “nobran“, ku bihuştê dikin bazara kuştina civakan, serdestiya xwe didomînin. Ev kesayet, ne bi çîrokên dayikan, bi perwerdehiya “rijandina xwîna ku dibe şerbeta bihuştê“ hatine xwedîkirin. Yanî şîrê “çîrokên xerabûyî“ vexwarine. Şîrê xerabûyî, jehra xerabiya aktîf empozeyî bedena mirovan dike. 

Di demek de ku “jiyana rojane“ di gola xwînê de difetîse, hiyerarşî û dîplomasiya şer, rê li ber trajediyên mezin vedike. Rêber Abdullah Ocalan jî di vê serdemê de banga “aştî û civaka demokratîk“ kir. Ev bang, tê wateya rêgirtina li ber metaforên ku kulîlkan tune dikin; tê wateya rêgirtina li ber serdestiya felsefeya felaketan û rêgirtina li ber sefaleta siyasî. Yanî, li dijî meteforên tunekirinê, banga seferberiyê li tevahiya mirovahiyê ye. 

Di serdemek de ku gunehkariya Adem tê meşrûkirin, banga seferberiyê li tevahiya mirovahiyê; ji aliyê zanist û zanyarên cîhanê ve hate destekkirin. Civaka damokratîk jî, weke dahatuya aram û aştiya teqez bi nav kirin. Yanî, bang hewldaneke esasî ya xeyal, hêvî û pêkanîna aştiyê; muhayele û tehayyûla têkoşîna hevpar a li mirovahiyê ye.

Nûçeyên Eleqedar