Barzanî û Mazlum Ebdî li ser rewşa Rojava bi telefonê axivîn
Baregeha Barzanî diyar kir ku serokê PDKê Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bi rêya telefonê axivîn.

Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê PDKê Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî birêya telefonê bihevre axivîn. Li gorî daxuyaniyê, Mazlum Ebdî û Mesûd Barzanî behsa pêşketin û guhertinên dawî, rewşa Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê kirine.
Baregeha Barzanî weke li ser peywendiya Ebdî û Barzanî ti agahiyek din parve nekir. Herwiha HSDê jî heya niha derbarê mijarê de tu daxuyaniyek fermî nedaye.


