Bersiva şerê taybet yekîtî ye
Stratejiya MÎTê ya "ji hundir rûxandina rêxistinê" û aqilê dewletê, di rastiyê de îtirafkirina binketina wan a çil salî ye. Dewleta ku nikaribe îradeya gelekî bi fîzîkî tune bike, neçar dimîne ku serî li dek û dolabên qirêj ên psîkolojîk bide.

Konjoktura Rojhilata Navîn û Kurdistanê ya heyî di pêvajoyeke pir krîtîk û dîrokî re derbas dibe. Ev serdem ji bo gelê kurd hem derfetên mezin ên azadiyê hem jî rîskên mezin ên man û nemanê di nav xwe de dihewîne. Dewleta tirk ku li ser bingeha înkar û îmhayê hatiye avakirin, gava dibîne ku bi rêbazên leşkerî û fîzîkî nikare îradeya gelê kurd bişikîne, serî li rêbazên nû, qirêj û xapînok dide. Taktîkên nû yên saziya şerê taybet a Tirkiyeyê, di bin navê "stratejiya nû ya ewlehiyê" an jî xefka belavbûnê de, hewl didin ku xeta kurdan a berxwedanê ji hundir ve birizînin, lawaz bikin û tesfiye bikin.
Li gorî bîrdoziya dewleta tirk a ewlehiyê ya nû, asîmîlasyon û îmha êdî tenê bi fîşek û operasyonan nayê kirin. Ew bixwe jî li tunebûna vê rêbazê mikur tên. Ji ber vê yekê, stratejiya MÎTê ya heyî li ser vê bingehê ye: Li şûna rûxandina ji derve, afirandina şert û mercên ku rêxistinê ji hundir ve belav bike. Ev polîtîka, şerekî psîkolojîk û îdeolojîk ê pir qirêj û tehlûke ye.
MÎT bi rêya torên xwe yên sîxuriyê û bi taybetî bi bikaranîna "kurdên xwefiroş" hewl dide hişmendiyeke wiha li nav civak û saziyên kurdan belav bike: Madem pêvajo heye, madem hevdîtin hene, êdî pêdivî bi têkoşîna radîkal a îdeolojîk û rêxistinbûnê nîne. Bêguman pir aşkere ye ku ev têgih li ser masayên şerê taybet hatiye çêkirin û weke nerînekê servîsî aliyên qirêj hatiye kirin ku ew jî belav dikin.
Bi vê rêbazê dewleta tirk dixwaze ku îradeya civakî di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de teşe digire bide guhertin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Civakê bixe nav xof û rehetbûneke sexte da ku refleksên xwe yên parastina cewherî wenda bike.
Di vê mijarê de hin kesên nezan û xwefirotî derdixin pêş ku bipirsin, "Çi pêwîstî bi parastin û perwerdeya zimanê kurdî heye? Ma dema avakirina komun û meclisan e?". Bi vê yekê re hewl didin qadên siyasî û şaredariyan reş bikin û nirxên şoreşger pûç bikin. Di rastiyê de ev zimandirêjî û êriş li ser nirxên bingehîn ên civakê ne. Ji aliyê din ve tê xwestin ku bi rexneyên wisa bêwate û ji rastiyê dûr mijarên qirîtîk bikin rojev û ji rêzê nîşan bidin.
Ev derdorên ku ji aliyê MÎTê ve tên enformekirin û birêvebirin li ser pêşvenûça pêvajoyê jî gelek agahiyên ku serê gel tevlihev dikin bi têgihên cuda difroşin civakê. Li gorî wan pêvajo bêpirsgirêk û astengî bi awayekî bi rêk û pêk dimeşe. Bi vê feraseta ku dixwazin bi pêş bixin, rêxistinbûna civakî sist dibe û ev jî tam dibe sedema "belavbûn’’ê ku MÎT xewna wê dibîne.
Rast e, pêvajo dimeşe lê ne weke ku ew dibêjin. Ger îro em bahsa pêvajoyekê dikin û nexşerêyekê dikin jî ev bi saya hewldanên Rêber Abdullah Ocalan e ku di bin şertên giran de raber dike. Tevî ku dewleta tirk di mijara bipêşxistina pêvajoyê de heya niha gaveke şênber û berbiçav neavêtiye jî Rêber Abdullah Ocalan her hewl dide ku vê pêvajoyê bi silametî bigihîne serî. Di vê çarçoveyê de nêrîn û nirxandinên ku vê keda ji bo azadiya civakê tê dayîn nabîne û bi awayên cuda hewl didin rastiyê berevajî bikin bi ti awayî ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Ev nêzîkatî ne aştîxwazî ye; ev modela herî hov a şerê taybet e ku vîna azadiya gelekî ji hundir ve dike armanc.
Tevî hemû lîstok û polîtîkayên tasfiyeyê yên dewletê, Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan her dem helwesteke avaker, xwedî îrade û stratejîk nîşan daye. Nêzîkatiya Tevgera Azadiyê ya li hemberî pêvajoyên çareseriyê ne ji ber lawaziyê, bervajî li ser xeta hêza cewherî û avakirina jiyana nû ye.
Ji bo Tevgera Azadiyê, ti pêvajo, hevdîtin an jî qonax nabin sedem ku têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî bisekine. Berevajî, tevger di wê baweriyê de ye ku şertê herî pêşîn ê aştiyeke rûmetdar, her tim xurtkirina rêxistinbûna radîkal û parastina cewherî ye. Aştî bêyî îrade û bêyî hêza civakî nabe; tenê dibe teslîmiyet. Ji ber vê yekê, li dijî polîtîkaya MÎTê ya tevizandinê, rênîşandana tevgerê her tim hişyarkirin û xurtkirina komun û meclisan e.
Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî ti carê tenê wekî "bêdengkirina çekan" an jî bazariyeke teng a wekî "tasfiyeyê" nedîtiye. Ji bo wî, çareseriya pirsgrêka kurdî rasterast bi Demokratîkbûna Tirkiyeyê û Azadiya Gelê Kurd ve girêdayî ye. Rêya ku Rêber Ocalan pêşkêş dike, ne li ser bingeha dewletparêziyê, lê li ser bingeha Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ava dibe. Ev nêzîkatî ji bo Tirkiyeyê hemûyî derfeteke mezin a rizgarbûna ji faşîzmê ye.
MÎT di analîzên xwe de dibêje ku ew dixwazin stargeh û qadên Têkoşîna Azadiya Kurdî teng bikin û wan bi tenê bihêlin. Li dijî vê stratejiya dorpêçkirin û îzolasyonê, bersiva herî mezin a gelê kurd Yekîtiya Neteweyî ye. Mifteya azadiyê ya di vê konjoktûra herêmî de, yekîtiya civakî ya ku xwe dispêre civaka demokratîk, wekhev û azadîxwaziya jinê ye. Çareserî ne li paytextên dewletên serdest, lê di avakirina jiyana komunal û xwerêvebiriya gel de ye.
Stratejiya MÎTê ya "ji hundir rûxandina rêxistinê" û aqilê dewletê, di rastiyê de îtirafkirina binketina wan a çil salî ye. Dewleta ku nikaribe îradeya gelekî bi fîzîkî tune bike, neçar dimîne ku serî li dek û dolabên qirêj ên psîkolojîk bide.
Lê, hişmendiya azadiyê ku Rêber Abdullah Ocalan di dil û mejiyê gelê kurd de çandiye, bi van lîstokan nayê xapandin. Gelê kurd ê herî zêde di vê serdemê de bi baldarî, zimanê xwe, çand, komun û meclisên xwe biparêze, xebatên siyasî û civakî wekî qadên berxwedanê bi rê ve dibe û li dijî sîxur û nokeran xeta neteweyî û şoreşger bilind bike. Bersiva herî radîkal a li dijî planên MÎTê yên qirêj, mezinkirina têkoşînê û avakirina Civaka Demokratîk e.


