Stratejiya teslîmiyetê û rola ragihandinê

Divê em hemû bi hev re ji bo avakirina ragihandineke neteweyî, demokratîk û xwedî naverok, hewl bidin. Ev ne tenê daxwazek e, belkî hewcedariyeke jiyanî ye ji bo ku em bikaribin di vê erdnîgariya dijwar de hebûna xwe bi awayekî bi rûmet û azad biparêzin.

1 deqe xwendin
Stratejiya teslîmiyetê û rola ragihandinê

Ragihandina kurdî, bi taybetî li başûrê Kurdistanê, di qonaxeke pir krîtîk, şikestî û tije metirsî re derbas dibe. Ev qad, ku di eslê xwe de divê bibe dengê azadî, hişmendiya civakî û parêzvanê mafên rewa yên gel, mixabin îro di bin siya berjewendiyên teng ên partî, malbat û hêzên derve de hatiye asêkirin û ji armanca xwe ya bingehîn dûr ketiye. Wêneya ku îro li ber çavan e, xeteriyeke stratejîk a kûr e ku rasterast bandorê li ser çarenûsa neteweyî dike û civakê ber bi qelsbûnê ve dikişîne. Di nav her saziyeke ragihandinê ya xwedî wijdana pîşeyî de divê pîvanên objektîvîteyê, duristî û parastina berjewendiyên giştî hebin. Lê li Başûr, ragihandin bi gelemperî ji ‘veguhêzerê bûyeran’ derketiye û bûye ‘çêkerê encaman’. Ev diyardeya dualîzmê ku tê de rastî tê fetisandin, dibe sedem ku ragihandin beriya bûyeran bikeve pêş û bi nêrînekê encamên ku dijminên kurd dixwazin, di mêjiyê civakê de çêbike û çanda teslîmiyetê xurt bike. Ev pêvajoyeke nermkirina civakê ye ji bo qebûlkirina rastiyên tal ku bi zorê li ser gel tên ferzkirin.

Mînaka hatina Tom Barrack û projeyên wî yên li ser Iraq û başûrê Kurdistanê, nîşaneya wê yekê ye ku hêzên navneteweyî çawa dixwazin bi nexşeyên aborî û siyasî yên cîhanî, dozên neteweyî yên kurdî di bin lingên xwe de bifetisînin. Pêşandana van kesan wekî rizgarkerên dawîn ên ji milîs û hêzên çekdar, şanoyeke siyasî ya pir metirsîdar e. Rastiya meydanê ew e ku Îran hîn jî wekî hegemoneke leşkerî û siyasî li seranserê Iraqê serdest e û ti hêzeke navneteweyî nikare bi hêsanî vê hegemoniyê bişikîne. Di vê navberê de, Amerîka, Tirkiye, Îran û dewletên Ewropî her yek li gorî berjewendiyên xwe nexşeyan xêz dikin û di vê lîstokê de ragihandina Başûr li şûna ku vê lîstokê aşkere bike û gel hişyar bike, dibe palpişta van polîtîkayan. Ev yek xiyaneteke pîşeyî ye li hemberî miletê ku bi salan e ji bo azadiyê berdêlên giran dide.

Ragihandina Başûr hîn jî di çarçoveya eşîr, malbat û partiyên mîratgir de asê maye û cîhanê di vê çarçoveya teng de dibîne. Ew fêm nakin ku cîhan bi lez tê guhertin û dawîhatina van saziyên kevnar, ne dawiya kurdan e, belkî şertê sereke yê zayîna netewebûna rasteqîn e. Civaka kurd, bi taybetî piştî berxwedanên dîrokî yên wekî Şengal û Kobaniyê, îspat kir ku ew dikare bêyî parastina van saziyên şikestî, xwedî li hebûna xwe derkeve û nexşeyên herî tarî yên dijminan têk bibe. Hêza ku nexşeyên herêmê têk biriye, ne dîplomasiya çêkirî ya hotelê û ne jî sozên Tom Barrack e; belkî berxwedana civakî ya gelê kurd e ku di her qonaxê de bi îradeya xwe rabûye ser piyan. Divê ragihandin êdî dev ji hezkirina vê sîstema malbatî berde, hewldanên ji bo xurtkirina sîstemên serdest bisekine û berê xwe bide hêza civakî ya ku xwedî potansiyela avakirina paşerojeke azad e.

Doza kurdî ne pirseke ewlekariya sînoran an jî çend kursiyên desthilatdariyê ye; ev dozeke hiqûqî û siyasî ya kûr e ku bi sedsalan e li ser têkoşînê dimeşe. 50 sal in têkoşîna azadiyê bi gotina ‘Na’yê, hebûna xwe parastiye û îro gihîştiye asta ku li cîhanê tê naskirin. Niha dema wê ye ku ev têkoşîn di çarçoveyeke destûrî û demokratîk de bê nivîsandin û misogerkirin. Di vê çarçoveyê de, ragihandin divê rola xwe ya wekî hêza çaremîn, ango çavdêr û rexnegir, ji nû ve ava bike. Divê ragihandin li şûna ku bibe amûra siyaseta qirkirinê yan jî tepisandina daxwazên azadiyê, bibe ronahîgerê çanda têkoşîna civakî-demokratîk. Pêwîst e ragihandin ji sînorên teng ên partîtiyê derkeve û bibe parêzvanê mafên mirovan, hiqûqa navneteweyî û mafê çarenûsa gelê kurd bi awayekî bêalî û bi rûmet.

Ragihandina Başûr îro di berçavpêderiya dîrokê de ye û divê biryarekê bide; yan wê bibe beşek ji vê çanda teslîmiyetê ku tê xwestin bi her awayî li ser civakê bê ferzkirin, yan jî wê bibe mîhrabê têkoşîna azadiyê û dengê rastiya gelê xwe. Pêwîstiya îro ya herî mezin, ragihandineke ku xwedî hişmendiya civaka azad be, ne ragihandineke ku xwedî kîn, tirs û berjewendiya hêzên dagirker û malbatên desthilatdar be. Divê em ji bîr nekin ku ragihandina azad, stûna bingehîn a civakeke demokratîk e. Heke ragihandin nebe dengê kesên bêdeng, nebe çavên kesên ku rastiyan nabînin, wê demê ew ê ti carê nikaribe berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Divê em hemû bi hev re ji bo avakirina ragihandineke neteweyî, demokratîk û xwedî naverok, hewl bidin. Ev ne tenê daxwazek e, belkî hewcedariyeke jiyanî ye ji bo ku em bikaribin di vê erdnîgariya dijwar de hebûna xwe bi awayekî bi rûmet û azad biparêzin. Pêşeroja kurdan, di destê wan ragihandvanan de ye ku wê rastiyê ji berjewendiyan bilindtir bigirin û xwedî li rûmeta neteweyî ya gelê xwe derkevin. Ev rêwîtî, rêwîtiyeke dirêj û zehmet e, lê bi ragihandineke hişyar û têkoşer, em dikarin hemû astengiyan derbas bikin û bigihîjin armanca xwe ya dawî ku civakeke azad û welatekî serbixwe ye.