Civaka Demokratîk şoreş e
Paradigma şer e, lê şerê fikrî, zanistî ye û ji kînê dûr e. Rêber Apo, di tevahiya jiyana xwe de şerê paradîgmal kiriye. Civaka demokratîk jî encama vê têkoşînê ye û bîrdozek e, armanc jî pêkanîna şoreşê ye.

Civaka demokratîk şoreşek e û pêkanîna wê jî ne hêsan e. Guhertina dewleta ku bi hişmendiya yekperestî tevgeriya ye ne hêsan e. Sîstem jî, ji felsefe, pîroziyên mirovaniyê, nirxên hiquq û rûmetdariyê dûr e. Bi mêjiyê Nizam-al Mulk û argumanên sedsala navîn haraket kiriye û dike. Vê jî diyalektîka hişmendiya civakî kuştiye. Lewma guhertina vê sîstemê wê ne hêsan be.
Ji bo vê jî pêwstî bi guhertina dîrok û sosyolojîya civakan heye. Weke Montaîgne dibêje; pêwiste dewletek nû, civakek nû, însanên nû û aqilê nû were avakirin. Sîstema kapîtalîst û serdestiya teşkîlatên yekperest, ceketekî bê betan-astar li komên xelkê kiriye; kolonokirine di radeya çakerî-koletiyê de jî hatiye rûnandin. Dengeya aqilê civakan hatiye xerakirin, şakûl û mîzena bedena civakan şikestiye. Matemorfoz-kêzikkirina mirovan derketiye hole, ev jî mirina reş e.
”Mirina reş“, encama ji hev cûdakirina zanistiya civakî û zanistiya siyasî ye. Li Tirkiyeyê, çanda eskerî serdest e, zora eskerî jî her dem zanista siyasî û civakî eyar kiriye. Vê jî, gotinên feylesofê Frensî Alexis de Tocqueville, ku dibêje; “demokrasî wekhevî, her cûre mercên jiyana wekhev û hevreyî ye” ji holê rakiriye. Di dewsa wê de, hişmendiya Afet Înan ya travmatîk û neynika înkar û jibîrkirinê serdest kiriye.
Dema mirov, li kronolojiya aştî û çareseriya pirsa kurd dinêre, hafizeyek nepenî û jibîrkirî heye. Mînak, rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, heta îro behsa Mutabaqata Dolmabahçe nekirine. Ez qonaxek dîrokî bû.
Nêzîkbûna kronolojîk, nûkirin, yan jî şiyarkirina hafizeya civakan û referansek hevbeş e. Mixabin, dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, ji vê referansa hevbeş direve. Ev jî tê wateya ku di çareseriya pirsa kurd de ne zelal in û ji civaka demokratîk ditirsin. Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd-PKK bi sazî û dezgehên civakî re, gavên pêwist avêtin, sal û nîv derbas bû, ji berdêla gavavêtinan, dewlet û desthilatdariyê çete û komên hizbulontra û mafyoz, li bajarên bakurê Kurdistanê zêde kirine.
Ev reva ji rastiyan e û xapandin e. Civaka demokratîk, alternatîfa netewe-dewletê ye, alternatîfa monarşî, lêberalîzmê ye. Şoreşek radîqal e. Şerê ronakbîrî û zanistiya li dijî paşverûtî û yekperestiyê ye. Sîstema sed salî, ji hişmendî, ji zanistî û ahlakî dûr e. Pêkanîna civaka demokratîk, wekheviya gelan, serdestiya hiquq û komara demokratîk, yekperestiya lanetkirî dikuje. Ev li xiş û hesabê “qiyemetparêz”an nayê.
Qiyametparêz, ew kesên ku ”mirina reş“ li ser gelan ferz dikin e. Lewma bi dijwarî li dijî “şoreşa civaka demokratîk”, li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd derdikevin; dema diaxivin jî, agir ji devê wan dibare.
Em hinekî din vekin; Sîstemên dewletên li Rojhilata Navîn faşîzm e. Dewletên ku navê komarê bikartînin, faşîzmek veşartî dimeşînin; dewletên ku bi sîstema monarşî û diktatoriya parlemnterîzmê haraket dikin, faşîzmek vekirî dimeşînin. Rewşek trajîk heye û kurd mecbur in ku faşîzmê, monarşi, radîkalîzm û dîktatoriya li herêmê û anatomiya vaqn dewletan bikin bin mercekê û eşkere bikin.
Sîstemên van dewletan, nasîbê xwe ji zanistê, ji hiş û vîjdanê azad nestandine û nirxên demokratîk têkbirine. Ji bo vê jî dive keliha dîroka fermî were herivandin. Hingî wê israra di paşverûtiya netewperestiya hişk dê têk biçe.
Dewleta Enqerê 110 sal in, şerê kurdan dike. Em berxwedanên bê artêş û dem kin hesab nakin eger; kurd jî pêncî sal in li dijî dewleta Enqerê şer dikin. Kurdan da xuya kirin ku paşayên dewleta Enqerê ava kirin, bavê Hîtler in û hîna ji “fetret“a destpêkê dewam dike. Fetret, tê wateya dirûtî, înkar û bêbextiyan. Lewma, bare kurdan û entelektuelên kurd û kirk giran e.
Mixabin, beşekî ji kurdan jî, li dijî “aştî û civaka demokratîk” derdikevin. Ev kes û derdor, bi taybet Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd dikine armanc. Dijberiya wan kesan, kîndarî ye û ji têkoşîna paradigmal dûr e. Mirov şaş dibe, helwesta ku nîşan didin jî dide xuya kirin ku ew kes, hîna di qalibê cîhana li ser pişta kîso de dijîn; yan jî neynika wan fotografê cîhana li ser stirihê ga ye!...
Paradigma şer e, lê şerê fikrî, zanistî ye û ji kînê dûr e. Rêber Apo, di tevahiya jiyana xwe de şerê paradîgmal kiriye. Civaka demokratîk jî encama vê têkoşînê ye û bîrdozek e, armanc jî pêkanîna şoreşê ye.
Ev jî tê wateya şoreşa demokrasî û beyt-ûl mal e! Civaka demokratîk, piştî şerê nîvsedsalî, di aliyê zanistî, felsefî, hiquqî û siyasî de qonaxek nû ye. Divê, şaşiyên sîstema komara ku sed sal in feşîzmekê eşkere û veşartî dimeşîne, bi berfirehî werin eşkere kirin. Konferansa “Veguherina Komara Demokratîk” a li Stembol (14ê Hezîrana 2025) ji bo vê mînakek baş bû.
Bêyî ku em bikevin polemîkan, yan jî di nostaljiya “mîzaha reş”, em bêjin; li Efrîqa “komara muzan” heye, Tirkiye jî bûye komara qeyuman.
Îran jî, bûyê meydana molleyên “sîr”dayî û ji serdema Roma ya çarmixan bêhtir, sêderên dardekirinê ava dike
Suriye û Iraq jî, komar in. Parlamentoyên wan jî hene, lê desthilatdarên her du dewletan, çete ne, her roj xwrîniya xwe bi xwîna mirovan dişikînin. Mirov dikare van dewletan û sîstema wan, bi gotina “monarşiya parlamento” jî binavbike. Lê navekî wisa, lîterûterek wisa nine. Mixabin li van welatên ku navê komarê li xwe kirine, sîstemên radiqal hene û wek serdema Hollandiyan ku li koloniya welatê li başûrê Efrîqa Lesotho wêranî û bêaxlakî dikirin heye…
Em weke Hafiz Hemdî Çelebî; gotina “uktul-ût Turk’e welew kane ebak”- (Eger bavê te jî be, Tûrkan bikuje) bikarnayînin. Lê Tirk wek mêvan hatin, îro xwediyê malê dikine der. (1) Em dibêjin, şoreşa demokratîk, civakî ye û hemû baskên civakan û gelan digire nava xwe. NATO jî di nav de, cîhan xwe ji nû de birêxistinî dike û hevsengiyên nû têne avakirin. Êdî kes behsa mafên mirovan, behsa mafên demokratîk nake, hiquq û peyman bûne saroxên balîstîk.
Lewma dibêjim; civaka demokratîk wê bibe mîlad. Divê dewleta tirk û desthilatdariya tirk, bîrdoza Rêber Abdullah Ocalan, weke mecburiyetek dîrokî, siyasî û guhertina sosyolojîk bibînin; divê demildest gavan biavêjin. Ev gav têne wateya rûmeta gelên tirk û kurd, têne wateya rûmeta hemû gelên li Anatolya.
Eger rûmeta civakan nebe, rûmeta dewletê jî nîne.
Civaka demokratîk şoreşek e û tê wateya pêkanîna hemwelatiya wek hev, jiyan hevbeş û pêkanîna peymana gerdûnî. Di aliyê jiyana li ser erdnîgariya xwe û wekheviya aborî, civakî, siyasî û çandî...
Divê demildest devê zindana Imralî, devê zindanan teva verin vekirin; dive kanunên demokratîk, bi taybetî Destura Bingehîn a demokratîk were amade kirin.
Katîbê Dîwanî Humayin yê serdema Sultan Suleyman-Kanunî, helbestekê pêşkêşî Siltan dike û dibêje; Siltanê min, ji serdema avakirina kainate û heta niha / Di cîhanê de behsa xerabiyên Tirkan dikin / Xwedayê mezin, hişmendiyek têgihiştî û ahlak nedaye Tirkan / Bavê te jî be, Tirkan bikuje / Çavkaniyan qencî û pîroziyan, Pêxemberê mezin gotiye / Tirkan bikujin, xwîna wan helal e…


