Berxwedana Îmraliyê bi ser ket

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetîrî 26 salan e li Zindana Îmraliyê li ber xwe dide. Tenê ji bo xwe li ber xwe nade.

1 deqe xwendin
Berxwedana Îmraliyê bi ser ket

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetîrî 26 salan e li Zindana Îmraliyê li ber xwe dide. Tenê ji bo xwe li ber xwe nade. Wî berpirsyariya hemû gelê Kurd û Kurdistanê hilgirtiye ser xwe û li ser vê esasê li ber xwe dide.

Di 9ê Tîrmehê de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi deng û dîmen li ser ekrana Stêrk TV û Medya Haberê bi raya giştî ya cîhanê re hat parvekirin. Ev daxuyanî di nava çend kêliyan de li hemû medyaya cîhanê belav bû. Bi vê banga bi dîmen îspat bû ku berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Zindana Îmraliyê bi ser ketiye û îşkenceya tecrîdê û polîtîkayên komploya navdewletî têk çûne.

Piştî Rêber Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî di 15ê Sibata 1999an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, di danişîna ewil de got “Ez ê ji bo aştiya gelê Kurd û Tirk têbikoşim û li ber xwe bidim.” Ji wê demê heta niha 26 sal in li Zindana Îmraliyê ku wekî goreke bêbinî û tarî ye, bi israr û îstîkrar li ber xwe dide. Tu carî ji rêgez û baweriya xwe tawîz neda û nade.Her dem ji bo çareseriya siyaseta demokratîk û aştiya civakî ya demokratîk têkoşiya. Di hemû hevdîtinên bi parêzeran re û dîsa di hemû hevdîtinên bi malbat û şandeya Îmraliyê re her tim bal kişand ser girîngiya siyaseta demokratîk, aştiya civakî û demokrasiya Tirkiyeyê. Her dem li ser rol û rista aştiya civakî û tifaqa gelê Kurd-Tirk rawestiya.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetîrî 26 salan e li Zindana Îmraliyê li ber xwe dide. Tenê ji bo xwe li ber xwe nade. Wî berpirsyariya hemû gelê Kurd û Kurdistanê hilgirtiye ser xwe û li ser vê esasê li ber xwe dide. Di peyama herî dawî de got “Ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hûn dizanin ku min ti carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexsî nabe ku ji civakê were cudakirin. Bi azadiya şexs, civak û bi azadiya civakê jî şexs dikare azad bibe.”

Ev gotina Rêber Abdullah Ocalan nişanî me dide ku azadiya xwe di azadiya civakê de dibîne. Dîsaazadiya civakê jî di azadiya kesan de dibîne û her du bandorê li hev dikin. Van geşedanên 26 salan ên li Îmraliyê nîşanî me da ku berxwedana li Îmraliyê û berxwedana li qadan bi hevre pêş ket. Rêber Abdullah Ocalan li Zindana Îmraliyê li dijî şertê tecrîdê li ber xwe da. Gelê Kurd û dostên Kurdan jî li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê bi çalakiyên cuda li dijî tecrîdê daketin kolanan û li ber xwe dan.

Hem berxwedana li Zindana Îmraliyê û hem jî berxwedana li kolanan a li Kurdistan, Tirkiye û welatên Ewropa tecrîda girankirî ya 4 salên dawî parçe kir. Tirkiye û hêzên komploger piştî pêvajoya çareseriyê ya 2013-15an xerakirin, li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest bi tecrîda giran kirin. Lê girtiyên siyasî li zindanan li ber xwe dan û gelê Kurd jî li kolanan li ber xwe da. Ji ber berxwedana li Îmraliyê û kolanan, hindik be jî deriyê Îmraliyê ji bo 5 caran li parêzeran vebû. Lê ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan dîsa daxwaza dewletê û hikûmetê ya teslimiyete red kir, vê carê ji destpêka 2020an heta 2024an tecrîdeke girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kirin. Xwestin bi temamî dengê wî li Zindana Îmraliyê qut bikin. Tevî hemû îşkenceya giran a li zindana Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan berxwedana li zindanê berdewam kir. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji Kurdistanê re Statu” ku dostên Kurdan û Kurdistaniyan li Ewropa dan destpêkirin bandor li Konseya Ewropayê kir ku Tirkiyeyê li dijî tecrîdê hişyar bike û mafê hêviyê dîsa têxe rojevê. Dîsa fikrên Rêberê Gelê Kurd li hemû bajarên Ewropa û gelek welatên Efrîqa di civîn, semîner û panelan de hat vegotin û êdî fikrên wî li welatên cîhanê belav bûn. Vê yekê êdî tecrîd bêwate kir. Li aliyê din şerê cîhanê yê sêyemîn jî Tirkiye xist dorpêçê û bû sedem ku Tirkiye dîsa berê xwe bide hewara Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd. Vê berxwedana li Zindana Îmraliyê û têkoşîna gelê Kurd a li derve hişt ku Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê destê xwe dirêjî Kurdan bike. Berxwedana li Zindana Îmraliyê û têkoşîna gelê Kurd hişt