Berxwedanê nûnerên Rojava bir Konferansa Munîhê
Şandeya ku ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed pêk tên ji bo Konferansa Munîhê çûn Ewropayê. Hevdîtina şandeyê ya bi Wezîrê Amarîka Marco Robio û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bû rojev.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn. Beriya ku beşdarî konferansê bibin bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robio û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyan.
Rojnameger û edîtorê Ajansa Welat Hakki Boltan, têkidarî ziyareta şandeya ku ji Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed û Neçîrvan Baranî analîzek amade kir.
Hakki Boltan, di nûçe-analîza xwe de destnîşan kir ku bi taybetî dîmenên Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî, bû cihê kêfxweşî û dilxweşiyek mezin a gelê Kurd û dostên wan. Hakki Boltan dîmenên derketin holê jî kêfa dijberên Kurdan û Rojav neanî û wiha cih da gotarê: “Divê mexsed û armanca dijber û neyarên Kurdan baş bê famkirin divê bi kurtasî wate û giringiya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê û kurtedîroka wê jî baş bê zanîn.”
Armanca damezrandina Konfaransa Ewlehiya Munihê
Hakki Boltan di analîzê de destnîşan dike ku armanca û mexseda Konferansê ev e ku mijarên wek sedemên şerên heremî, şerên mezin yên navdewletan, terorîzm, ewlehiy sîber, ewlehiya enerjiyê û mijarên din tên nîqaşkirin û wiha lê zêde dike: “Ji bo derfet ji diyaloga dîplomasiyê re çêke her wiha aliyên fermî û nefermî bîne ba hev, ji bo rê li ber krîzan û aloziyan bigire derfetê diyalogê çêdike da ku rê li ber çareseriyan veke, têkiliyên transatlantîkê xurt bike, taybet jî têkiliyên Ewropa û Amerîkayê li pêş bixe û bi kurtasî ji bo aştiya kûrewî li pêş bixe diyaloga navdewletan li Munihê li pêş dixe.
Bi kurtasî dîroka Konferansa Ewlehiyê ya Munihê
Konferans di sala 1963yan de hat damezrandin. Konferans ji aliyên weşanger û pîsporê ewlehiyê Ewald-Heinrich von Kleist-Schmenzin hatiye destpêkirin. Navê xwe yê yekemîn “Wehrkundetagung” (Civîna Zanistê ya Parastinê) ye. Ev zanista parastinê di destpêkê de ji bo NATOyê pêk dihat. Di serdema Şerê Sar de mijara ewlehiya welatên NATOyê digirt dest û li pişt deriyên girtî dihat kirin. Piştî 1990î form guherî û wek civîna ewlehiya kûrewî teşe girt. Piştî Şerê Sar rawestiya, welatên wek Rûs, Çîn û welatên Rojhilata Navîn jî ji bo konferansê hatin vexwendin. Piştî salên 2000î bû platforma navneteweyî ya cîhanê.”
Hakki Boltan li ser dîroka konferansê jî ev agahî parvekirin: “Bi kurtasî Konferansa Ewlehiya Munihê sala 1963yan ji bo ewlehiya welatên NATOyê dest pê kir û piştî 2000î bû platforma navneteweyî. Ev platform platformeke dîplomatîk e û xwedî rol û mîsyaneke pirr girîng e. Mirov dikare bêje ev platform dika diplomasiyê ye. Li vir ne tenê bazara aştî û ewlehiyê tê kirin. Di heman demê de bazara danasîn û rewakirinê ye jî. Hêzên ku neyên qebûlkirin nikarin beşdarê platforma ewlehiya li Munihê bibin û ji aliyê platformê ve jî nayên vexwedin. Kesayet ango aliyên ku tên vexwendin di parzûna ewlehî û rewakirî ya vê platformê de derbas dibe û hê paşê tê vexwandin.
Dema armancên Konferansa Ewlehiya Munihê tê vegotin ev naye wê wateyê ku ev Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bê qisûr e. Lê ji ber ku mijar ne ev e, şîrove û rexneyan ji bo analîz û nivîseke din bimîne baştir e.”
Beşdariya li Konferansa Munihê serdemeke nû ye
Hakki Boltan, li ser girîngiya beşdariya şandeyê ya konferansê jî ev nirxandin kir: “Ji bo gelê Kurd û taybet jî ji bo Rojavayê Kurdistanê vexwendina nûnerên Kurd ji bo Konferanê geşedaneke nû ye û vebûne deriyê civaka navneteweyî ya ji bo Rojava ye. Vebûna deriyê dîplamasiyê her diçe zêdetir dibe. A destpêkê Foruma Ewlehiya Rojhilata Navîn ya li Duhokê bû. Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ji aliyê Serokwezîrê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî ve hatibûn vexwendin. Hemû analîst û pisporên dîplomat diyar kirin ku ne rizaya hin hêzên navneteweyî be ev vexwandin dê pêk nedihat. Beşdariya Ebdî û Ehmed a li Forumê Dihokê, ji bo vebûna rêya Munihê geveke destpêkê û baş bû.
Vexwendin û beşdariya li Munihê ji bo Rojavayê Kurdistanê serdemeke nû dide destpêkirin. Mazlum Ebdî jî ji rojnamegeran re gotibû ku hatina wan a Konferansa Munîhê ji bo Rojava geşedanek erênî û destpêkek nû ye. Geşedan pirr bi lez li pêş dikevin. Hem ji aliyê negatîf û hem jî ji aliyê pozîtîf ve. Piştî peymana Parîsê êrişên ku li dijî HSDê û Rojava pêk hatin, di statuya entegrasyonê de guhartin çêkir û darpêça li ser Kobanê û Hesekê geşedanên neyînî ne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên cidî yên rêveberiya Kurdan li vir ji dest çûn.”
Berxwedana Kurdan, dîplomatên Kurd vexwend Konferansa Munihê
Hakki Boltan, destnîşan kir ku ji aliyê pozîtîf ve jî geşedanên nû yên xurt pêk tên û wiha cih da analîzê: “Di serdema êrişên li ser Rojava de, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê daketin qadan û berxwedana wan rê li ber deriyên dîplomasiyê vekir. Bi vê berxwadana dîplomasiyê li kolanan xwe bi raya giştî ya cîhanê dan qebûlkirin. Çalakî û berxwedana Kurdan gelek girîng bû. Bi vê diyar kirin ku hebûna wan a hevgirtî ji bo wan û ji bo cîhanê xwedî rol û rista ewlehiyê ye. Nedîtina vê hêza Kurdan, cîhanê bi ewle nake. Ji bo vê jî Konferansa Ewlehiyê ya Munihê vê yekê dît û nûnerên Kurdan vexwendin Konferansê.
Berxwedanê agirbest pêk anî
Beriya Konferansa Munihê jî geşedanên pir girîng pêk hatin. Dema bi milyonan Kurd li çar parçeyên Kurdista û li her derê cîhanê daketin qadan û her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk li sernger û li nav bajaran ji bo parastina Kobanê û Hesekê dest bi şerê man û nemanê kir rengê dîplomasiyê jî guhert. Dema berxwedan didomiya, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û bi dehan nûnerên hikûmetên cîhanê bi dîplomasiya daxuyanî û telefonan mudaxileyî rewşa diqewimî kirin û ketin nav hewldanên ku agirbest pêk were. Di berdewamiya berxwedana Kurdan de geşedanên dîplamatîk li du hev rêz bûn. Ev tiştên qewimîn yek bi yek di rojevê de cihên xwe girtin.
Berxwedanê mohra rê li ber statuyê vekir
Di Konferansa Munihê de hevdîtinên stratejîk tên kirin. Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed û heyetek Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiyan û hevdîtineke girîng pêk hat û ev yek xwedî çend wateyan e. Yek jê ev e ku Rêveberiya Kurd a Rojava wek parçeyeke Sûriyeyê tê qebûlkirin lê di nava Sûriyeyê de jî xwedî statuya taybet e û Amerîka vê statuyê nas dike. Wêne û dimenên ji hevdîtinan derketin holê vê yekê diyar dike. Lê pratîk grîng e. Ji bo statuya di wêneyê de heye bê parastin û bê lipêşxistin divê têkoşîna watedar bê navber pêk bê û bê xurtkirin. Hevdîtina bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re û nûnerên din ên welatên din re pêk hat jî girîng in. Ew jî pesend dike ku pêşxistina naskirina statuya Rojava pêkan e. Vexwendina Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ya ji bo Konferansa Munihê destnîşan dike ku pêşketina dîplamasiyê li ser hêza yekîtiya Kurd û yekîtiya siyaseta Kurd li pêş dikeve. Têkoşîna pêşxistina yekîtiya Kurd û siyaseta Kurdî dê mohra xwe li avakirina azadiya Kurdan bixe.”


