KCDP: Di meha Nîsanê de 26 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Nîsanê de 26 jin hatine kuştin.

1 deqe xwendin
KCDP: Di meha Nîsanê de 26 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ku 16 sal in derbarê kuştina jinan de daneyan parve dike, daneyên meha Nîsanê belav kir. KCDP daneyên meha Nîsanê ya derbarê kuştina jinan de bi awayek nivîskî parve kir. Li gorî rapora KCDPê di meha Nisanê de 26 jin hatine kuştin. 23 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

Di kuştina 26 jinan de, 4 jin bi sedema aborî, jineke ji bo sedema lihevhatinê qebûl nekiriye, jineke bi sedema zarokê xwe bîne dinyayê hatine kuştin. Li gorî raporê jî mirina 20 jinan bi kîjan sedemê pêk hatiye nehatiye zelalkirin.

KCDPê diyar kir bi polîtîkayên desthilatê re jin nayên dîtin, bi sedema vê jî mirina 20 jinan bi kîjan sedemê pêk hatiye nehatiye zelalkirin. KCDPê destnîşan kir ku heke cezayên giran li faîlan neyê birîn û tedbîr neyên girtin tundî zêdetir dibe.

Li gorî rapora KCDPê 10 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jin ji aliyê ‘hezkiriyên’ xwe ve yên berê ve, 2 jin ji aliyê ‘hezkiriyên’ xwe ve, jineke ji aliyê bavê xwe ve, jineke ji aliyê xizmê xwe ve, jineke ji aliyê kurê xwe ve, jineke ji aliyê nasê xwe ve hatiye kuştin. Di kuştina 6 jinan de jî nasnameya kujer nehatiye eşkerekirin.