Dadgehê rojnameger Mehmet Şah Orûç beraet kir
Nûçegihanê berê yê MAyê Mehmet Şah Orûç ku bi “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, hate beraetkirin.

Danişîna biryarê ya nûçegihanê berê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Şah Orûç li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hate lidarxistin. Mehmet Şah Orûç, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza heta 22 sal û nîvan ku bê cezakirin dihate darizandin. Parêzerê Mehmet Şah Orûç, Resul Temur di danaşînê de amade bû.
Heyeta dadgehê piştî parastina parêzer biryara xwe eşkere kir û heyetê ji bo hemû tawanan biryara beraetê da.


