'Berxwedaneke topyekûn şert e'
Rojnameger Zehra Muhamed Zadeh ji nêz ve berxwedana xwepêşanderên Îran û rohilatê Kurdistanê dişopîne got: ‘’Di gelek demên cuda de, gelek caran gel li Îranê rabû ser piyan, lê gelek caran ev têkoşîn û rabûn parçeyî bû, lê îro dema ku em lê mêze dikin, li dijî înkareke topyekûn a rejîma Îranê ya îdam û zextên li ser gelê kurd û gelên Îranê dike, berxwedaneke topyekûn şert e û girîng e ku divê bê dayîn.”

Rejîma Îranê ya ku ji 1979an vir ve li ser civaka Îranê bi zextên giran desthilatdariya xwe didomîne, di nav salan de rastî gelek serhildanan hatiye. Serhildanên ku di salên 2019, 2022yan de û herî dawî jî di dawiya sala 2025an de çêbûn, mînakên çend serhildanên mezin in li Îranê.
Serhildana dawî ya 28ê kanûna 2025an li Tehranê dest pê kir, li hemû bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê belav bû. Di vê serhildanê de rejîma Îranê bi çekan êrişê xwepêşadaran kir. Di encama êrişên rejîmê de bi hezaran welatî hatin kuştin, bi dehhezaran kes hatin binçavkirin. Ji bo rewşa li wir neyê bihîstin rejîmê înterneta li welat biriye. Lê tevî zext û zordariyên heyî jî, çalakiyên li seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê hê jî berdewam in.
Em têkildarî serhildanên li Îranê, bi rojnameger Zehra Muhamed Zadeh re axivîn ku ew geşedanên li vê derê ji nêz ve dişopîne.
16ê îlona 2022yan, li Tehranê, ‘polîsên exlaqî’ jina kurd Jîna Emînî qetil kir. Di kesayeta wê de li Îran û rojhilatê Kurdistanê raperîna ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk hat. 28ê kanûna 2025an jî xwepêşandan derketin asteke din. Di navbera her du serhildanan de çi cudahî heye gelo?
Helbet şoreşa ya bi reng û dengê jinan a 16ê îlona 2022yan, di demek kin de li tevahiya erdnîgariya Îranê belav bû, hişyariya civakî ya li dijî feraseta zayendperest, kujer a rejîma Îranê bû. Ev şoreşek zihnî û bertekek civaka birêxistinkirî bû ku li dora nirxên civakî kom bibû û li dijî pergala mêr-dewletê banga têkoşîneke hevbeş dikir. Şoreşa Jin Jiyan Azadî di heman demê de, banga xwedîderketina li nirxên civaka li dora jinan bû. Çawa ku her raperîna şoreşekê armanc û zihniyetekê ava dike, şoreşa jinan jî ew zihniyet red kir ku hemû qodên zayendperest ên di şexsê jinan de li civakê dihatin ferzkirin. Jixwe me 3yê îlona 2022yan, bi kuştina Şilêr Resûlî, her wiha bi serhildana li pey vê ya 16ê îlonê jî ev rastiya kûr a civakî dît. Ev hişyariya civakî ye û pêwendiyeke kûr a vê raperîna gelan bi raperîna 28ê kanûna 2025an re jî heye. Her çiqas berevajiya vê gelek kes hewl didin vê wek daxwazên biçûk ên ji bo debara jiyan û buhabûnê nîşan bidin jî, li gorî ezmûn û çavdêriyên min ên di van her du pêvajoyan de, têkiliyek kûr a zihnî û daxwazên bingehîn ên guhertinê hene.
Hûn wek rojnamegerekê sedema çalakiyan bi çi ve girê didin û armanca xwepêşanderan çawa dinirxînin?
Her roj sûcên li dijî mirovahiyê tên jiyîn, li ser hebûna mirovan metirsî heye, civak di bin dorpêçeke siyasî, aborî, çandî û civakî de ye; civak ji aliyê rejîma heyî ve tê fetisandin. Ji hemûyan girîngtir jî polîtîkayên taybet ên li ser jin û ciwanan tê birêvebirin, jîngeh bi qirkirinê re rûbirû dimîne. Civak jî heta astekê dikare li hemberî van qeyranên wiha xwe rabigire; piştî demekê ev vedigere teqînek civakî. Ji ber ku civakên exlaqî û polîtîk bertekên wan bi hêz in, hebûna xwe û parastina xwe di van rastiyên kûr ên civakî de dibînin.
Li gor te xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’yê bandor bûye?
Bêguman ev heman ruh e. Ji ber ku şoreşa Jin Jiyan Azadî ruhek hevbeş di civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê de ava kir. Dikaribû bibe dengê hevbeş ê daxwazên tevahiya civakê û li dora jinan hat honandin. Îro wek ku em dibînin ev berxwedana xwepêşanderan jî li dora heman nirxan komî ser hev bûye. Di vê raperînê de jî (bi ya min mirov pênaseya şoreşê bi kar bîne ew ê hîn di cih de be), ciwan û jin, nexasim jî jinên ciwan li refên pêş in. Drûşm jî li dora jiyana azad dîsa hatiye honandin.
Di pêvajoyên wiha yên şoreşan de, her civak li gorî çand û baweriyên xwe, di dema guncav de hewl didin bersivên têrker ji daxwazên xwe re bibînin û me di raperînên destpêkê yên dengvedana dengê şoreşa gelan de ev rastî dît ku zimanê hevbeş ê daxwazan dîsa li dora dirûşma Jin Jiyan Azadî dihat honandin. Civak hebûna xwe di felsefeya kûr a vê dirûşmê de dibîne.
Li hemberî hemû zor û zordariyên rejîma Îranê jî raperîna gelê Îran û Rojhilat di asta herî bilind de ye. Berxwedêr hêza xwe ji ku digirin?
Her çiqas rejîma Îranê xwestibe bi rastiya civakî bilîze, ji reseniya heyî dûr bixîne jî, nekariye vê armanca xwe bi ser bixîne. Ji ber ku civakên cuda ku xwedî gel, bawerî, çandên cihêreng in, ew resenbûna xwe, hestên azadiyê ku çiqas rejîmê hewl dabe bikuje jî, zindî hiştiye, bi xweza û jiyanê re hestên kûr dijî. Yek parçe dibîne û xwedî rastiyek kûr a jiyanê ye û kes nikare vî ruhî bikuje. Ew felsefeya Jin Jiyan Azadî pir kûr dijîn. Ez bawer im, tişta ku herî zêde wan bandor dike, dihêle wiha bijîn jî ev ruh e. Ger îro li hemberî zordariyê wiha serî radikin jî, ji ber vî ruhê bihêz û felsefeya wan a kûr a Jin û Jiyanê ye.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump ji roja xwepêşandanan dest pê kiriye û heta niha dem bi dem daxuyaniyan dide. Trump bi vê çi armanc dike û hûn vê çawa şîrove dikin?
Her roj agahiyên înfaza xwepêşanderan tên ber destên me û mirov dikare pir aşkere bibêje ku ya li Îran û Rojhilat tê jiyîn qirkirin e. Li gorî dengên ku ji gel ji me re tên şandin û agahiyên tên ragihandin, hejmara kuştiyan zêdeyî 6 hezar kesî ye. Jixwe di dîmenên ku digihin ber destên me jî diyar e piraniya xwepêşanderan ji serê xwe hatine hedef girtin û ev jî gumanên înfazan zêde dike. Dîsa hûn dizanin di dema şoreşa Jin Jiyan Azadî de jî piştî ku gelek kes hatin girtin bi awayên cuda li zindanên Îranê hatin kuştin an jî bi gotinên ‘dawî li jiyana xwe aniye’, xwestin ser bûyeran bigirin. Ji ber wê, metirsiya li ser jiyana xwepêşanderên girtî jî zêde ye. Jixwe tê zanîn ji ber nebûna înternetê agahî pir kêm tên; lê tevî agahiyên kêm jî dîmenên ku navber bi navber digihîjin destê me, nîşan didin ku bi dehan navendên cenazeyan hene ku xwepêşander lê kom kirine. Nirxandinên Trump li gorî danûstandinên piştperdeyê yên bi rayedarên Îranê re tên guhertin. Ger bê bîra me beriya destpêkirina xwepêşandanan; hema demek piştî şerê 12 rojan ê bi Îsralê re, dîsa Trump pir aşkere anîbû ziman ku ew ne alîgirên jiholêrakirina rejîma Îranê ne û ti derdekî wan bi rejîma heyî re nîne. Tişta ew ji Îranê dixwazin û îro jî tê de israr dikin, Îranek bi giştî hatiye teslîmgirtin e. A rast tişta li Îranê tê jiyîn, qirkirin û înfaz e. Binpêkirina mafê mirovan e. Agahiyên pir zelal hene ku tê gotin destûra ‘sax negirin, yên digirin bikujin’ hatiye wergirtin.
Li gorî rapora Mafên Mirovan a Îranê bi hezaran xwepêşander hatine înfazkirin û malbatên wan ji bo definkirinê, cenazeyan bi pereyan ji rejîmê werdigirin? Hûn ji bo vê çi dibêjin?
Ev agahî gihîşt ber destê me jî û me jî wek rojnamegerên çapemeniya azad û serbixwe ev agahî piştrast kir. Heta agahiyên hatine ber destên me û hîn tam me piştrast nekirine jî ew e ku hejmara xwepêşandanên hatine kuştin zêdeyî 6 hezar kesan e. Gelek malbat heta nikarin cenazeyên zarokên xwe werbigirin, jixwe merasîmên ji bo van cangoriyan jî tên qedexekirin û malbat ji bo wê jî tên tehdîtkirin. Di gelek demên cuda de, gelek caran gel li Îranê rabû ser piyan, lê gelek caran ev têkoşîn û rabûn parçeyî bûn, lê îro dema ku em lê mêze dikin, li dijî înkara topyekûn a rejîma Îranê ya îdam û zextên li ser gelê kurd û gelên Îranê dike, berxwedaneke topyekûn şert e.
Serhildana ku bi rengê jinan dest pê kir, di nava çend salan de dikarî veguhere şoreşeke demdirêj û mayinde ku jin û ciwan pêşengiya wê dikin. Ji bo wê ye ku di vê raperîna gel de jî rexmê gelek ciwan, jin û pêşengên van xwepêşandanan rasterast hatin hedefgirtin, kuştin jî, yek çirûsk dikarî bibe destpêkek bihêz a gelên bindest, kedkar û wekhevîxwazan ku peyama bi hev re bûn, wekhevî û yekgirtîbûn tê de bihêz bû. Ev daxwaz malbatên cangoriyan bi hêztir dike ku di têkoşîna mafdar a zarokên xwe de bi israr bin. Ji bo li pey dengê heqîqeta zarokên xwe bimeşin jî, li dijî rejîma Îranê yek beden tevdigerin. Ev rastî jî rejîmê dixe zorê. Ji ber ku êdî wek berê ew ê li hemberî kuştina zarokên xwe bêdeng nemînin, wan nedin jibîrkirin.
Li gel ewqas binpêkirinên mafan jî Yekîtiya Mafên Mirovan a Navneteweyî bêdeng dimîne û çavên xwe ji komkujiyê re digire. Li gorî we sedemên vê yekê çi ne û hûn vê bêdengiyê çawa dinirxînin?
A rast ev sazî diyar e ne serbixwe ne. Ew li gorî siyaseta heyî tevdigerin û ne tenê di vê mijara raperîna gelên Îranê de, belkî di şoreşa Jin Jiyan Azadî de jî dît ku nekarîn bi rola xwe rabin. Li rexmê gelek bûyer zelal bûn ango dikariya bên zelalkirin, bêdengmayîn hilbijartin. Çawa ku em dibêjin rola çapemeniyê derxistina holê ya rastî û heqîqetê ye û li hemberî berpirsyariyên xwe yên civakî erkdar e, saziyên mafên mirovan jî çi herêmî û navneteweyî be, dema rola xwe nelîze, ji rastiya civakê dûr bikeve, wê demê ji heqîqetê dûr e.
Mirov dikare bibêje berxwedana ku li Îran û Rojhilat derketiye holê bi ruhê yekîtiya gelan bi pêş ketiye?
Bêguman her raperînek, nexasim jî raperînên ku rê li şoreşên mezin ên civakî û zihnî vedikin, dema di nav xwe de yekparebûn, yekgirtîbûn û wekheviyê nehewîne, nikare demdirêj biajo. Kengê karî li dora armancên hevbeş kom bibe, li dijî dijminê hevbeş rêbaza têkoşîn û berxwedanê bibîne, wê demê bi ser dikeve. Cudahiyên her netewe, bawerî û çandên cuda hebin jî, daxwazên hevbeş civaka gelemperî ya Îranê li dorê kom bibe û têbikoşe jî pir in.
Gelo raperîna xwepêşandanan dê bandoreke çawa li ser yekîtiya gelê kurd bike?
Helbet bi qasî yekîtiya di navbera neteweyên cuda yên li Îranê de, yekîtiya di navbera kurdan de jî dikare bandorê li têkoşîn û berxwedana gel bike. Wek ku me di daxuyaniya hevbeş a partiyên rojhilatê Kurdistanê ya ji bo greva giştî de jî dît, dema ku ew hestên hevgirtin û yekîtiyê di navbera partî û aliyan de bihêz bin, dikare rasterast li ser civakê jî bandor bike û ji aliyê civakê de jî bertekên erênî werbigire.
Herî dawî weke rojnamegerekê banga we çi ye?
Helbet wek me di şoreşa Jin Jiyan Azadî de jî dît, ev raperîna gel ew ê raneweste. Banga ku mirov li tevahiya rojnamegeran bike ew e ku rastiyan di tarîtiyê de nehêlin û bibin dengê rasteqîn ên civakên bindest. Divê bikaribin bibin dengê têkoşîn û berxwedana ciwanên ku li bajarên Îranê bi hêviya pêşerojek azad a ji zihniyeta kujer a Îranê rizgar bibin, rasterast ji serê xwe gule xwarin û bê ku navên wan pirs bikin, li kolanan hatin înfazkirin. Rojnameger divê bikaribin birîn û hawara dayikên li Rojava, Îran û rojhilatê Kurdistanê kolan bi kolan li pey cenazeyên zarokên xwe digerîn bînin ziman.
Zehra Muhamed Zadeh kî ye?
Li bajarê Urmiyeyê, 1984, hatiye dinyayê. Wê di 16 saliya xwe de dest bi xebatên ziman û wêjeya kurdî kiriye. Ji wê demê heta niha bi taybet li ser mijarên dîroka jinên kurd, wêje û gelek mijarên din lêkolîn kirine. Sala 2004an, ji ber xebatên xwe yên siyasî, civakî û zimanê kurdî neçar dimîne welat biterikîne. Ev 21 sal in, wek rojnameger kar û xebatên xwe li Ewropayê berdewam dike.


