Beşdarên civîna gel xwestin Abdullah Ocalan azad bibe

Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Bismilê civîna gel li dar xist. Beşdarên civînê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û demildest yekîtîya neteweyî pêş bixin.

1 deqe xwendin
Beşdarên civîna gel xwestin Abdullah Ocalan azad bibe

Platforma Saziyên Demokratîk a Bismilê bi dirûşma “Em bi hev re xurt in, pirsgirêkan bi hev re çareser dikin” li Eywana Dawetê ya Firatê ya navçeya Bismilê ya Amedê civîna gel li dar xist. Endam û rêveberên DBPê, DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Ji Rêbertiyê re azadî, ji Rojhilata Navîn re aştî û aramî”, “Em ê tarîtiyê bi ronahiya paradîgmaya Rêbertî ronî bikin”, “Di paradîgmaya Rêbertî de israr, li dijî hemû êrişan jehrkuj e”, “Em bi serhildana xwe komployan pûç dikin, bi Rêbertî re azad dibin” û “Weke kulîlka Lotûsê tevî hemû zehmetiyan em ê serbikevin” hatin daliqandin. Civîn ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Dû re ji bo civînê dîwan hate hilbijartin. Di dîwanê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, endam Meclisa DBPê Mehmet Şirîn Tûnç û li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Nevzat Tekel cih girtin.

‘Ji bo yekîtiyê divê xebat bên kirin’ 

Endamên dîwanê di civînê de têkildarî Komploya 15ê Sibatê, mafê hêviyê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava, Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nirxandin kirin. Endamên dîwanê bal kişandin ser Komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komplo şermezar kirin. Dîwanê qala yekîtiya gelê Kurd kir û xwest gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û xurt bike. Endamên dîwanê anîn ziman ku ji bo ku tifaqa gelê Kurd pêk were divê xebat bên meşandin û bi lêv kirin ku Şoreşa Kurdistanê şoreşa jinan e û hewceya li ser meseleya jinan bê sekinandin.” 

‘Bila ev sal bibe sala azadiyê’ 

Civînê bi pirs û bersîvan berdewam kir.  Beşdaran xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Endamên dîwanê jî bal kişandin ser mafê hêviyê û destnîşan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd weke sermuzakerevanê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di şertên azad de bixebite. Dîwanê destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî divê teqez pêk were û ev yek bivê nevê ye. Dîwanê bal kişandin ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser yekîtiyan neteweyî ya Kurd jî û diyar kirin ku helwesta Abdullah Ocalan a têkildatî yekîtiyê heman e. Endamên Dîwanê destnîşan kirin ku divê ev sal bibe sala azadiyê ya Abdullah Ocalan. Axivêran qala tifaqa gelê Kurd a a li dijî êrişên ser Rojava jî kir û xwestin xwedîderketina li Rojava bê domandin.

Banga tevlêbûna meşa 15ê Sibatê kirin 

Endamên dîwanê herî dawî xwestin ku li dijî Komploya 15ê Sibatê roja 15ê Sibatê saet di 18.00an de li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê beşdarî meşê bibin.