Besê Hozat: Divê daxuyanî bi dîmen be, tecrîd rabe
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî. Besê Hozat, ji bo daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk diyar kir ku ew daxuyaniya wezaretê ji cidiyetê dûre. Besê Hozat got: "Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi ti awayî qebûl nakin."
Hevseroka KCKê Besê Hozat anî ziman ku tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo dewam dike û ev tişt anî ziman: "Gelo hûn lîstikê dilîzin, hûn dixwazin çi bikin? Hûn daxuyaniyên xwe yên ji meha Cotmehê û vir ve dikin bi çi rengî dinirxînin? Dibêjin daxuyaniya bi dîmen ne li gorî mewzûatê ye, gelo daxuyaniya nivîsî li gorî mewzûatê ye? Ev çawa dibe? Gelo rast e ku Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide? Bandora daxuyaniya di nava tecrîdê de bê kirin wê çi be? Ez ji Wezîrê Edaletê dipirsim. Daxuyaniya Rêber Apo ya di nava şert û mercên tecrîdê de li mewzûat û hiqûqê tê yan na? Bila bersivê bidin vê yekê."
Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo rakirina sîstema li Îmraliyêdivê guhertinên qanûnî yên pêwîst tavilê bêne kirin û wiha got: "Divê şert û mercên Rêber Apo di nav de tê ragirtin bêne guhertin, bêne başkirin. Tecrîd divê bi temamî ji holê bê rakirin. Rêber Apo divê azad be, bê berdan. Di nava şert û mercên azad û guncaw ên kar de be ku karibe bi rola xwe rabe, bixebite, pêvajoya veguherîna demokratîk ava bike û bi rê ve bibe. Eger ev nebe wê çawa bibe?"
Besê Hozat bi berdewamî ev tişt anî ziman: "Êdî em bi zelalî dibînin ku rejîm û pergala dewleta Tirk a qirker û faşîst îflas kiriye. Êdî ji vê pergal û polîtîkayan encamekê bi dest naxin. Ev rastiyek e. Bi saya berxwedana bêhampa ya gelê me, gelên me, dostên me û gerîlayên me dijmin têk çû. Yekem têkçûna pergala tecrîda Îmraliyê û belawelabûna vê pergalê encama têkoşîna serkeftî û bêhempa ya 26 salan e. Ev yek gelekî girîng e.”
‘Bila bersiva vê yekê bidin’
Besê Hozat axaftina xwe wiha domand: “Ev 26 sal in li ser Rêber Apo tecrîd û îzalasyonek heye; ev yek îşkence ye. Hiqûqa navneteweyî vê yekê weke îşkence û sûcê li dijî mirovahiyê pênase dike ku bi rastî jî wisa ye. Ev yek hê jî berdewam dike, tecrîd hê jî berdewam dike. Girêdayî şert û mercên tecrîdê ji meha Cotmehê ve ye tim ji aliyê desthilatdariyê ve ku Devlet Bahçelî serkêşiya wê dike, bangan li Rêber Apo dikin. Ji Rêber Apo dixwazin ku bang li Tevgerê û raya giştî bike. Her wiha Devlet Bahçelî di 22yê Cotmehê de di axaftina xwe de xwest ku Rêber Apo were Meclîsê, di civîna koma DEPê de biaxive û bang bike. Bi awayekî eşkere Rêber Apo vexwend Meclîsê. Yanî bi mehan e bangên wiha eşkere tên kirin û Wezîrê Edaletê a niha derketiye û dibêje; “En ne li gorî qanûnan e, nabe ku daxuyaniyeke bidîmen were dayîn.” Ev yek nîşan dide ku ne cidî ne. Nîşan dide ku çi qasî bi awayekî ne cidî li nêzî pêvajoyê, Rêber Apo, gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên cîhanê dibin. Wê demê em bipirsin: Gelo hûn dek û dolaban digerînin, hûn hewl didin çi bikin? Hûnê çi bi van daxuyaniyên xwe yên ji meha Cotmehê heya niha


