Bexdayê ji bo daxuyaniya Hakan Fîdan bangî balyozê Tirkiyeyê kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser daxuyaniyên Hakan Fîdan ên têkildarî operasyona li nava axa Iraqê, balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Anil Bora Înan vexwend wezaretê û diyar kir ku ev daxuyanî zirarê dide têkiliyên di navbera her du welatan.

1 deqe xwendin
Bexdayê ji bo daxuyaniya Hakan Fîdan bangî balyozê Tirkiyeyê kir

Wezaret Karên Derve ya Iraqê derbarê gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan yên li ser Iraq, Şengal û herêmên din, balyozê dewleta tirk yê li Iraqê Anil Bora Înan vexwend Wezareta Karên Derve ya Iraqê. Anil Bora piştî vexwendinê çû wezaretê û bi Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Hisên re civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di civînê de şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Hisên nerazîbûna welatê xwe ya beramberî daxuyaniyên Hakan Fîdan, aniye ser ziman û gotiye; “Ev peyamên wiha ziyanê dide peywendiyên dostane yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û wekî destwerdana di karûbarên navxwe yên Iraq û binpêkirina çanda dîplomatîk têne hesibandin.”

Li gorî heman daxuyaniyê Mihemed Hisên ji balyoz re gotiye; “Iraq dewletek avakiriye û xwedî sîstemek siyasî ya demokratîk û desturê ye. Nabe Iraq bi welatên din ên ku xwedî sîstemên siyasî yên cudane, were yekkirin.”

Mihemed Hisên der barê rewşa Şengal û hemû navçeyên din yên Iraqê de jî gotiye: “Mijara Şengal û beşên din yên Iraqê, mijarek netewiye û wê li gorî mekanîzmeyên wê were çareserkirin. Em hemû destwerdanên biyanî yên ji bo ferzkirina çareseriyekê, an jî bikaranîna vê pirsgirêkê ji bo bandora siyasî û leşkerî, red dikin.”