Bi beşdariya jinan Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk
Yekîtiya neteweyî ya kurdî nikare tenê ji bo mêran bibe platformek siyasî. Siyaseta kurdî, ku li dijî kolonyalîzmê ye, divê li dijî kolonyalîzma mêran a li ser jinan jî derkeve. Têkoşîna neteweyî ya kurdî, ku li azadiyê digere, divê hewcedariya azadiya jinan li welêt jî nas bike.

Nilufer Koç
Di guhertin û verguhertina demokratîk a civaka kurd û civakên kurdistanî de jinên kurd xwediyê peşengtiyê ne. Jinên kurd hem ji bo parastina Kurdistanê bi hezaran şehîd dane û hem jî di hemû qadên şoreşê de xwedî rolek mezin in. Ji ber vê egerê jî îro ew hedefa hezên dagirker in. Di Kurdistana îro de, jin êdî bi vîn û bi rêxistinbûna xwe hene û kirde ne. Lê feraseta baviksalar, hê jî li gelek deverên Kurdistanê, bi tundiya binesazî, kuştin û piçûkdîtinê pêşiya jinan digire û rêxistinbûna jinan asteng dike. Ev rewş jî di mijarên yekîtiya kurdan de roleke neyînî derdixe holê. Siyaseteke ku îradeya jinan di nav xwe de qebûl nake, rê li pêşiya hêza mezin a civakê digire. Ev eger jî pêşiya demokrasî û aştiya navxweyî digire. Divê hemû hezên siyasî yên kurdistanî, li ber vîn û îradeya jinan rêzgirtî bin û peşiya wan negirin.
Yekîtiya neteweyî ya kurdî nikare tenê ji bo mêran bibe platformek siyasî. Siyaseta kurdî, ku li dijî kolonyalîzmê ye, divê li dijî kolonyalîzma mêran a li ser jinan jî derkeve. Têkoşîna neteweyî ya kurdî, ku li azadiyê digere, divê hewcedariya azadiya jinan li welêt jî nas bike.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di sala 1999an de ji bo yekîtiyê hat avakirin. Yekemî komîsyona ku ji aliyê KNKê ve di 25-26ê gulana 1999an de hat damezirandin, komîsyona jinan bû. Komîsyona jinan ji bo ku yekîtiya neteweyî bi pêş bikeve, di asta neteweyî de jinan kom dike û jinên çar parçeyên Kurdistanê ji bo wê armancê birêxistin dike. Ev yek bû sedema parvekirin û agahdarkirina xebatên ku tên meşandin.
Ji sala 1999an heta 2006an, komîsyona jinan deng û rexneyên jinan gihandin 300, carinan 400 rêberên partiyên siyasî, olî û civaka sivîl ku beşdarî civîn, konferans û komxebatên Civata Giştî ya KNKê bûn.
Di sala 2006an de, KNK pirjinî kir mijarek cidî ya rojevê, bi îşaretkirina pêdiviya çandeke neteweyî ya demokratîk. Ev ji ber ku, bi gelemperî, yekîtiya neteweyî bi gotina "Bila ew kurd bin, her çend ji heriyê hatibin çêkirin jî" ve girêdayî bû. Wekî din, mijara tundiyê li dijî jinan wekî tundiya li dijî nirxên neteweyî hat destnîşankirin û di sala 2007an de, KNK CEDAW (Peymana Jiholêrakirina Tundiya li dijî Jinan) pejirand.
Wek di her qadê de, pêwîst bû ku di nav KNKê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) de çandeke nû li ser bingeha rizgariya jinan were destpêkirin. Ji ber vê yekê, di destpêka sala 2006an de, komek hevalên jin bi hev re li ser kongreya yekîtiya neteweyî ya ji bo jinan axivîn. Ev pêşniyar bi Tevgera Jinên Kurd (KJB), şaxa jinan a YNK, KDP û partiyên din re jî parve kir.
Ji sala 2007an û pê ve, me ji bo vê armancê bêhtir komxebat, civîn û semînerên jinan li dar xistin. Bi vê atmosferê re, biryar hat dayîn ku 1emîn Konferansa Jinan a Neteweyî li Amedê were lidarxistin. Konferansa yekemîn di sala 2010an de li Amedê; ya 2yemîn jî di sala 2012an de li Hewlerê hat lidarxistin. Li gorî biryarê, 3yemîn Konferansa Jinan a Neteweyî li Rojava hat lidarxistin.
Di nîsana 2012an de, komîsyona jinan deklarasyona bi navê ‘Bi Tevahî Jinên Kurd û Kurdistanê re Bibin Yek” wek belgeyeke stratejîk ji bo yekîtiya neteweyî ya jinên kurd amade kir, ku şert û mercên yekîtiya neteweyî li gor perspektîfa jinan raber kir. Ev belge yekîtiya neteweyî ji perspektîfa jinan der barê yekîtiya neteweyî pênase dike. Tê de tê gotin ku yekîtiya neteweyî ya ku cih nade jinan demokratîk nabe.
Komîsyona Jinan a KNKê, ji bilî xebatên xwe yên li ser yekîtiya neteweyî, balê dikişîne ser nîşandana destkeftiyên jinên kurd ji cîhanê re.
Di heman demê de, me bendên der barê jinan de di rêziknameya KNKê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) de zêde kirin û di sala 2012an de cara yekemîn em derbasî qonaxa hevserokatiyê bûn. Bi rêya KNKê, me xwest siyaseta kurdî bi tevlîkirina îrade, deng, reng û şîroveyên jinan xurt bikin.
Îro, piştî 27 salan, aşkere bûye ku siyaseta kurdî bêyî jinan nikare bijî. Ji ber ku jinan pêşengiya Şoreşa Rojava kir û bi dirûşma Jin Jiyan Azadiyê mohra xwe li şoreşa rojhilatê Kurdistanê xist. Kurd li çar aliyê cîhanê bi saya jinan hatin nasîn. Têkoşîna jinan serê Kurdistanê di asta cîhanê de bilind kir. Ji ber vê yekê, dema ku em behsa yekîtiya neteweyî dikin, girîng e ku em fêm bikin ev ne tenê meseleya mêran e. Cihê ku jin lê tune be îradeya nîvê civakê li wir kêm e.
Şêweya herî serkeftî ya yekîtiya neteweyî, yekîtiya neteweyî ya demokratîk e. Yekemîn konferansa yekîtiya jinan a neteweyî ku di sala 2010an de li Amedê hat lidarxistin, balkişandina ser jinan û yekîtiya neteweyî nîşan da. Ji wê demê ve, tevgerên jinên kurd ên cur bi cur li ser vê mijarê kar dikin. Niha dikare were gotin ku jinên kurd jî perspektîfeke yekîtiya neteweyî bi pêş dixin.
Bêguman, platformên neteweyî yên ku ji hêla jinan ve li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û Ewropayê hatine damezrandin, divê bi lez konferansek li dar bixin û di vî warî de nexşerêyek ji bo pêşeroja Kurdistanê bi pêş bixin; ev yek bêguman dê konferansa neteweyî ya gîştî jî xurt bike.
Di vê qonaxê de, divê jin mijara yekîtiya neteweyî veguhezînin hêza yekîtiya neteweyî ya giştî, da ku yekîtiya neteweyî bi rastî karekterek demokratîk bi dest bixe.
Bi kurtasî, jinên kurd berpirsyarên hemû dewlemendiyên sererd û binerdê yên welatê bi navê Kurdistanê ne. Ji ber ku me ziman afirand, erd çand û berhemên ceh û genim afirandin, ev tê wê wateyê ku em berpirsyarên her tiştî ne. Û bêguman, em ew in ku zarokan tînin dinyayê. Jinên kurd dilovanî, hevgirtin, wêrekî, êş û evînê dizanin. Niha em in ên ku diaxivin û dinivîsin.

