Guherîn û veguherîn
Li hemberî gavneavêtina dewletê divê em çi bikin? Ango ji bo guherîna naxweyî divê kurd çi bikin? Bêguman di vê hêlê de jî kurd xwedî tecrûbe û ezmûn in. Li her çar aliyên Kurdistanê tecrûbe û ezmûn li ber destên me hene. Tecrûbe û ezmûna herî berbiçav rojavayê Kurdistanê ye ku kurdan hemû polîtîkayên hêzên navneteweyî pûç kirin.

Têgiha guherînê di fîlozofiyê de xwedî nîqaşeke berfireh e ku wê bibe mijara vê nivîsê jî. Bêguman di vê mijarê de nêrîna sereke ya fîlozofê navdar Heraklîtos e ku dibêje ‘her tişt di nav bûyînê de ye’ û lewra ‘kesek nikare di heman çemî de xwe du caran bişo’ ji ber ku hem av û hem jî kes diguherin ango kes ne heman kes e ku dema cara duyemîn dikeve çemî, di heman demê de jî çem ne çemê berê ye. Li hemberî vê nêrîna Heraklîtos nêrîna Parmenîdes heye ku ew jî dibêje guherîn weke îluzyonê ye ango xapînok e. Ango guherîn ti caran pêk nayê. Werhasil guherîn di fîlozofiyê de ji her hêlê ve hatiye nîqaşkirin û encama van nîqaşan li benda xwîner û ramanên cuda ye. Tevî van nîqaşan jî ev nivîs guherînê esas digire û di vê çarçoveyê de hatiye nivîsandin.
Ev du sal in ku pêvajoyek di navbera tevgera azadiya Kurdistanê û dewleta tirk de heye. Di çarçoveya vê pêvajoyê de çek hatin sekinandin, ango êdî ji her du aliyan kuştin çênabin. Bêguman ev xala herî girîng a vê pêvajoyê ye. Ji bilî vê dewletê komîsyoneke ji parlementeran ava kir û piştî hevdîtinên dûvûdirêj jî vê komîsyonê raporek pêşkêşî parlamentoyê kir. Ji xeynî van her du gavan dewletê ti gavên şênber neavêtin û berevajiyê gavavêtinê di polîtîka û stratejiyên xwe yên li hemberî kurdan de israr dike. Ango hê jî li dijî deskeftiyên kurdan dîplomasiyê dimeşîne û her bendavan datîne pêşiya deskeftiyên kurdan.
Di vê pêvajoyê de li rojavayê Kurdistanê li kêleka çeteyan cih girt û xwest ku kurd li rojavayê Kurdistanê bi temamî bên tunehesibandin û tunekirin. Bi destpêka şerê di navbera Îran û Amerîka/Îsraîlê de jî hemû polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan meşand û di ser de li dijî rêxistinên kurdan ên rojhilatê Kurdistanê îstîxbarat da dewlata Îranê. Bi kurt û kurmancî dewleta tirk ji polîtîkayên xwe yên tunekirinê gavek jî paş de neavêtiye. Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêbertiya wê ji bo çareserî û aşitiyê gelek gavên şênber ên wekî xwefesihkirinê û xwepaşvekişandina gerîlayan avêtin. Bêguman em kurd dizanin ku wê dewleta tirk bi awayekî hêsan ti gavan neavêje. Ji ber ku heta îro kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê hinek tişt bi dest xistine. Bi vê pêvajoyê û şûnde jî wê bi heman awayî mafên xwe bi dest bixin. Lê ji îro pê de li holê çek tune ne. Ango krîmînalîzekirina kurdan a dewletên dagirker tune ye ku van dewletan her tim li hemberî kurdan bi kar tînin û li qada navneteweyî wekî perdeya veşartina rastî û heqîqetê li dijî mafên kurdan bi dest dixistin. Ji ber ku di pergala dewletan de dewlet esas, kirde û rewa ne, maf û rewabûna kurdan bi çekan dihat sansûrkirin û ji hêla dewletan ve ji nedîtî ve dihat. Bi vê pêvajoyê ev perde ji holê hat rakirin û êdî wê ti dewlet û hêz nikaribin rewabûn û mafdariya kurdan veşêre. Lewra êdî kurd berê xwe didin polîtîka û dîplomasiyê, ji bo vê jî behsa guherîn û veguhrîneke radîkal tê kirin.
Li hemberî gavneavêtina dewletê divê em çi bikin? Ango ji bo guherîna naxweyî divê kurd çi bikin? Bêguman di vê hêlê de jî kurd xwedî tecrûbe û ezmûn in. Li her çar aliyên Kurdistanê tecrûbe û ezmûn li ber destên me hene. Tecrûbe û ezmûna herî berbiçav rojavayê Kurdistanê ye ku kurdan hemû polîtîkayên hêzên navneteweyî pûç kirin. Helwesta kurdan a yekgirtî bû sedem ku polîtîkayên dewletên dagirker û navneteweyî serobino bibin. Herwiha avakirina yekitiya partiyên rojhilatê Kurdistanê jî da nîşandan ku kurd bi gotinên beredayî nayên xapandin. Di heman demê de dewleta tirk dixwest bi vê pêvajoyê dubendiyên mezin bixe nav Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêbertiya wê ku plan kiribû wê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi ya Rêbertiya xwe neke û çekan bernede. Lê berevajiyê hemle û gotinên dewleta tirk û hêzên navneteweyî kurdan hemle û stratejiyên nû ava kirin. Ango kurdan rêya çareseriya pirsgirêkan wekî rêya sêyemîn bi nav kir û xwe wekî nûnerê vê rêya sêyemîn da nîşandan. Ji ber vê jî hemle û stratejiyên van hêzên derveyî kurdan hemû nîvco man.
Herwiha Tevgera Azadiya Kurdistanê guherîn û veguherîneke radîkal ji xwe da destpêkirin ku partiya xwe ya 50 salî ji holê rakir. Di heman demê de çekên xwe şewitandin û bi vê jî da nîşandan ku rêya polîtîka û dîplomasiyê daye ber xwe. Lê ya girîng ev e ku ev guherîn û veguherîna radîkal bikeve nav sazî û dezgehên kurdan jî. Ji bo vê jî ev demek e ku liv û tevgerek di nav van saziyan de heye. Bêguman nîqaş û gengeşiya di nav saziyan de erênî ne, lê têra vê guherîn û veguherînê nakin. Ji bo guherîn û veguherînê beriya her tiştî divê em berê xwe bidin xwe, guherîn û veguherînê ji xwe bidin destpêkirin. Weke civaka kurd li welêt û derveyî welêt bi sedan sazî û dezgehên me hene ku bi rêbaz û gotinên dubare karên xwe dimeşînin. Tiştên nû li ser xirabeyan nayên avakirin, lewra divê di van sazî û dezgehan de guherînên radîkal bên destpêkirin da ku nifşên nû, nêrînên nû û gavên nû derbasî nav saziyan bibin.
Benda herî mezin a di nav van saziyan de bêguman feraseta kevin e ku raman û gavên nû qebûl nake. Di nav saziyên me de guherînên demkurt pêk tên, lê ji ber ku ev guherîn ne domdar in, di nav sazî û civakê de veguherînan pêk naynin. Ji bo guherîn û veguherîna radîkal di nav saziyan de pêk bê, divê destpêkê sazî ji hêla naverokê ve bên guhertin. Weke gava yekemîn divê ji dizaynkirina saziyan heta bi guhertina berpirsyarên saziyan guherîneke esas pêk bê. Heke guherîneke esas pêk bê, wê demê bi taybetî saziyên derveyî welêt dikarin bibin balyozxaneyên kurdan û nûnertiya hemû kurdan bikin. Ev sazî dikarin bibin navendên çand, ziman, dîrok û nasnameya Kurdistanê. Ji bo vê jî divê zimanê nav saziyan bê guhertin ango divê li saziyan kurdî zimanê sereke be, piştre zimanê dewletan wekî zimanê duyemîn bê bikaranîn.
Saziyên li welêt jî divê guherînên demkurt û demdirêj esas bigirin. Li ser meselê şaredarî ji bo zimanê kurdî dikarin stratejiyên demkurt û demdirêj deynin pêşiya xwe. Ji bo stratejiyên demkurt dikarin hemû medyayên xwe yên civakî bikin kurdî. Di serî de li ser medya civakî, bi taybetî siyasetmedar, rojnamegerên kurd û bi giştî hemû kurd seferberiya zimanê kurdî bidin destpêkirin û tenê bi kurdî binivîsin. Pêwîst nake ku em xwe bi zimanê dagirkeriyê bi wan bidin fêmkirin. Ji ber ku bi salan e ku kurd bi zimanê wan diaxivin û dinivîsin ku ji bo ew kurdan fêm bikin. Lê ew ê bi feraseta tunekirinê ti carê kurdan fêm nekin. Lewra êdî divê em berê xwe bidin xwe. Ango divê kurd ji hevdu fêm bikin. Li ser meselê, dema kurd bi tirkî diaxivin û dinivîsin kurdên rojava, rojhilat û başûrê Kurdistanê fêm nakin, dema bi erebî diaxivin û dinivîsin kurdên Bakur û Rojhilat fêm nakin. Werhasil, ji bo em ji hev fêm bikin, divê em zimanê kurdî bixin nav saziyên xwe.


