Bi hezaran di çalakiya ‘Gavek ji bo aştiyê’ de meşiyan

DEM Partiyê li çar bajaran bi dirûşma "Gavek ji bo aştiyê” çalakî li dar xist. Bi hezaran kesên li Enqere, Amed, Stenbol û Wanê meşiyan, xwest dewlet gavan bavêje.

1 deqe xwendin
Bi hezaran di çalakiya ‘Gavek ji bo aştiyê’ de meşiyan

DEM Partiyê, bi daxwaza avêtina gavên qanûnî ya der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin, bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” li 4 bajaran meş organîze kir. 

Li Enqereyê meşe ji kolana Yukselê ber bi Parka Meclisê ve dest pê kir. Bi sedan kes beştdarî meşê bûn û aştî xwestin. 

Li Stenbolê ji Peykerê Gayê yê Kadikoyê ber bi îskeleyê ve meşiyan. Di meşê de xwestin hikûmet gavên zagonî bavêje û erka xwe pêk bîne. 

Li Amedê jî bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, meşa “Gavel ji bo aştiyê” li darxistin. Meşa ku li navçeya Rezanê pêşberî Girtîheta Hejma 5 dest pê kir ber bi AZC Plaza ya li Ofîsê bi çepik, tilîlî û dirûşman berdewam kir. 

Li Wanê jî bi pêşengiya DEM Partiyê meşeke girseyî hat li darxistin. 

Di hemû çalakiyan de bi hezaran kes beştdar bûn. Li Amed, Wan û Stenbolê dayikên aştiyê di pêşiya girseyê de cihê xwe girtin û li pêş girseyê meşiyan. Di meşa li Wanê de ku bi hezaran kes beşdar bûn, meşale pêxistin û meşa xwe berdewam kirin. Di meşa li Amedê de jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.” Di hemû meşan de girseyê bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Aştî hema niha” û “Biji berxwedana zindanan” berz zirin. Girseyê di çalakiyê de xwest ji bo aştî, azadî, berdana girtiyên siyasî û çêkirina qanûnên azadiyê bi lez dewlet û hikûmet gavan bavêje.