Ciwanên DEM Partiyê: Statuya Rêber Apo xeta sor e

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Qada Bajêr ya Wanê bi dirûşma “Dem dema guhertinê ye, ciwan her tim pêşeng e” konserek li dar xist. Li ser navê meclisa ciwanan Amed Ûçak statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest û got: “Statuya Rêber Apo xeta sor e.”

1 deqe xwendin
Ciwanên DEM Partiyê: Statuya Rêber Apo xeta sor e

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, li Qada Bajêr a Wanê bi dirûşma “Dem dema guhertinê ye, ciwan her tim pêşeng e” bi tevlêbûna Hunermend Kasim Taşdogan û muzîsyen Aylîn Demîrkayayê konserek li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, parlamenter, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Ciwanan û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Ciwanan li qadê pankartên “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî biserbikevin”, “Dem dema guhartinê ye”, “Ciwan her tim pêşeng e”, “Jin, Jiyan, Azadî” vekirin. Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li qadê stanta pirtûk, buroşurên Şerê Taybet û çanteyan danîn. Polîsan dest danî ser broşûrên Şerê Taybet ên li ser standê.

Konserê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ciwanan li vir srûda Çerxa Şoreşê xwandin. Di bernameyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berzkirin.

 ‘Statu mifteya pêvajoyê ye’

Endamê Ciwanên Xwendekar Veysel Îlhan, pêşî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û anî ziman ku ciwanên kurd tevî her cure zext û zoriyan bi salan e li ber xwe didin û têdikoşin. Îlhan di berdewama axaftina xwe de got: “Em ciwan dê vê pêvajo bi rê ve bibin. Ev pêvajo ji bo tevahiya gelê kurd û cîhanê gaveke girîng e. Em dibêjin ku paradîgma Rêberê me xeta me ya sor e. Statuya Rêbertiya me kilîta vî pêvajoyê ye. Em wekî ciwan rê nedin polîtîkayên şerê taybet.”

 ‘Statuya Rêber Apo statuya gelê Kurd e’

Li ser navê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî Amed Ûçak diyar kir ku ciwan cihê xwe di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de digirin û got: “Statuya Rêber Apo, statuya tevahiya gelê kurd e. Xeta sor a ciwanên Kurdistanê ye. Li Wanê ku êrîş û şerê taybet lê zêde ye, em ê rêxistinbûna xwe xurtir bikin û nehelêjin ku hişbir û fuhûş bêne meşandin. Wekî ciwan em li vir in û dê her hebin.”

Piştî axaftinan, bername bi derketina hunermendan a ser dikê û gerandina govendê bi dawî bû.