Bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan
Bi hezaran welatiyên Qoser, Bismil, Artûklu, Nisêbin û Sêrtê ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava û êrîşên çeteyên HTŞê û DAIŞê şermezar bikin daketin kolanan û çalakiyên cuda li dar xistin

Platforma Saziyên Demokratîk piştî seferberiya giştî ya ku di 19ê çile de ji bo piştgiriya gelê Rojava îlan kir, her şev li navçe û bajarên Kurdistan û Ewropayê çalakiyên girseyî têne lidarxistin. Her şev û roj bi deh hezaran mirov ji bo piştgiriya Rojava li qadan kom dibin û bi pankart, dowîz, dirûşm û stranên xwe piştgiriyê didin gelê Rojava. Girse li aliyekî piştgiriya xwe tîne ziman, li aliyê din êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê şermezar dike.
Qoser
Îşev jî bi hezaran welatî li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Artûklu, Bismil û bajarê Sêrtê ji bo piştgiriyê bide gelê Rojava çalakî li dar xistin. Li navçeya Qoserê girse bi konvoyê li nava navçeyê geriya û bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedan Rojava berz kir.
Nisêbîn
Welatiyên ku li navçeya Nisêbînê jî daketin kolanan konvoy çêkirin û çalakiyên xwe yên ji bo Rojava domanddin. Welatiyên li ber Petrola Bariş hatin bahev bi konvoyê li nava bajêr geriyan û çalakiya deng derxistinê li dar xistin. Welatiyên ku li taxa Elîka agir vêxistin dirûşmên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Gelek welatî tev li çalakiyan bûn.
Artûklû
Welatiyan li navçeya Artûklûyê jî çalakiyên deng derxistinê û vemirîna lambeyan li dar xistin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Bi sedan kes tev li çalakiyan bûn û stranên şoreşgerî gotin.
Bismil
Ciwanên Bismilê ji bo piştgiriya Rojava li 11 taxan çalakiyên hemwext li dar xistin. Di çalakiyan de agir hate dadan, fişekên hewayî hatin teqandin û bênavber dirûşmeyên piştgiriyê hatin qîrîn.


