Bi hezaran li Qendîlê 4ê Nîsanê pîroz kirin

Bi hezaran kes li Binarê Qendîlê kom bûn û 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAKê pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Bi hezaran li Qendîlê 4ê Nîsanê pîroz kirin

Bi boneya 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezirandina PJAKê pîroz bikin, bi hezaran kesên ku ji jin, ciwan û zarokan pêk hat li Binarê Qendîlê kom bûn û şahiyeke girseyî li dar xistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistafa peyama meclise xwend û got; “4ê Nîsanê ne tenê rojeke, lê ji bo gelekê bindest destpêka dîrokeke nû ye. Rêber Apo felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ kir bingehê gerdûnê.”

Berivan Mihemed jî peyama Kongreya Star xwend û rola pêşeng a jinan di ramana Rêber Apo de destnîşankir. 

Sarya Luqman jî li ser navê xelkê welatparêz yê Rojhilatê Kurdistanê, peyamek pêşkeş kir û got: “Damezrandina PJAK’ê di sala 2004’an de û YPJ’ê li Rojava werçerxaneke dîrokî bû. Bi sûdwergirtina ji felsefeya Rêber Apo, PJAK’ê karî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bigihîne lûtkeyê.”

Paşê Dr. Rizgar Hesen, çalakvanekî ji çiyayên Qendîlê, peyama herêma Sêweys xwend. Di peyamê de wiha hat gotin: “4’ê Nîsanê cejna şiyarbûna neteweyekê ye. Rêber Apo fîlozofê ku têgeha azadiyê kir rastî ye. Çandina daran di vê rojê de sembola nûkirina peymana dilsoziyê ya bi Rêber Apo re ye.”

Di pîrozbahiyê de, koma zarokan a Binarê Qendîlê bi çend stranên şoreşgerî beşdarî şahiyê bû. Hunermenda netewî Şiwane Helşoyî jî bi pêşkêşkirina çend stranan coşeke mezintir da şahiyê. Di şahiyê de dirûşmeyên wekî "Bijî Rêber Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.