Bi komunan kargehên hunerî
Ev demek e li Enqereyê Navenda Çand Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê hat vekirin û xebatkarên saziyê bi tarzê komun kargehên sînema, şano, muzîk, şêwekarî û gelek beşên hunerê tên dayîn

Piştî bi salan di 26ê cotmeha sala borî li Enqereyê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de Navenda Çand Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê hat vekirin. Li vir xebatên ji bo ziman, muzîk, şano û wêjeyê tên meşandin.
Rêvebirê Navenda Çand Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê Abbas Kiliçoglu der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku ji roja avakirina saziyê heta niha nemaze girîngî dane perwerdekirina zarokan û ji bo wan atolye vekirine. Kiliçoglu da zanîn ku li Enqereyê gelek netew dijîn, gelek kurdan koçberî Enqereyê kirine û wiha axivî: "Li bajêr gelek derdorên cuda jiyana xwe didomandin û pêwîstî bi vekirina saziyeke wiha hat dîtin û ji bo vekirina saziyê me jî dest bi xebatan kir. Ji mijara mekan heta dîzaynkirina hundirê saziyê heta ji destê me hat xebateke hesas hat meşandin. Bêguman ji teşeyê zêdetir naveroka xebatên saziyê girîng e û ji bo naverokê jî lêhûrbûnên me çêbûn û xebat bênavber dê berdewam bikin."
Bi piştgiriya gel hat vekirin
Abbas Kiliçoglu anî ziman ku xebatên xwe li ser esasê kolektîf û komunal dimeşînin û wiha got: "Gelê me li gorî derfetên xwe alîkarî dan saziya xwe. Gelê me Hinek ji wan kursî û mase kirîn, hinekan fîncanên cihêzê xwe dan me, hinekan pirtûk û enstrumanên xwe diyarî dan saziyê. Piştgiriyên kolektîf girîng in û di encamê de têkilî xurt dibin û civakîbûn derdikeve holê."
Kiliçoglu da zanîn ku ji ber bandorên modernîteya kapîtalîst a li ser bajar û kesan dema xebatan dimeşînin zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: "Modernîteya kapîtalîst bandoreke zêde li ser civaka Enqereyê kiriye. Li bajêr jiyaneke rûtîn heye, kes diçin dibistanê û an jî diçin kar û piştre tên malê. Jiyan li wan hatiye tengkirin, tenê tên hiştin. Ev jî dibe sedem ku kes neyên gel hev û bi hev re tiştan bikin. Armanca xebatên çandî jî ew e ku li hemberî bandorên xirab ên modernîteya kapîtalîst parastina civakê ye. Dema mirov tevli xebatên çand û hunerê dibin wê demê dest bi lêpirsînê dikin."
'Ne tenê perwerdehiya hunerî'
Kiliçoglu der heqê xebatên saziyê de ev tişt anî ziman: "Kargehên sînemayê, şêwekariyê, şanoyê, govendê, stranbêjî, tembûr, gîtar, pîano, bilûr, erbane, çello, keman, kemençe û amûrên din ên curbecur ne tenê perwerdehiya hunerî ne. Ew warên cemaweriya giştî ne. Dema ku zarokek an ciwanek di koroyê de straneke kurdî dibêje, ew ziman di berhema estetîk a wî bajarî de cihekî bi dest dixe. Dema ku lîstikek şanoyê tê lîstin, ew ziman di qada giştî ya wî bajarî de rewa dibe."
Planên ji bo pêşerojê
Kiliçoglu behsa xebat û planên ji bo pêşerojê kir û wiha got: "Di dema pêş de, em armanc dikin ku komeke şanoyê, koroya zarok û mezinan a pirdengî, komeke rîtmê, komeke govend/reqsê, komên muzîkê û bi taybetî di çarçoveya xebatên hafizayê, yekîneyeke hilberîna fîlmên kurt û belgefîlman ava bikin. Em plan dikin ku van armancan heta dawiya salê bi cih bînin. Zimanek li ser sehnê, di stranê, lîstikê, vegotinê, hilberîna kolektîf de bi awayekî herî bi hêz dijî û her ku tê hilberandin, di qada giştî de xurtir dibe. Helbet, ji bo van armancan dê hewldaneke kolektîf a bi dîsîplîn û hinek dem pêwîst e."
Xebata berhevkarî û hafizayê
Kiliçoglu da zanîn ku dixwazin li Enqereyê û bajarên derdora Enqereyê der barê kesên çanda devkî didomînin xebateke berhevkarû û qeydkirina hafizayê bidin destpêkirin û wiha got: "Ev ne hesreteke romantîk a ji bo rabirdûyê ye; ew hewldanek e ji bo misogerkirina berdewamiya çandî ye. Ji ber ku em dizanin ku asîmîlasyon ne tenê bi qedexeyê, lê herwiha bi jibîrkirinê jî pêk tê. Xebata bîranînê berxwedanek li dijî jibîrkirinê ye. Parastina bîranîna zimanekî, parastina paşeroja wî ye."
Kiliçoglu di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê kurdî û zimanên din bibin zimanê perwerdehiyê, di hemû qadên jiyanê de bên bikaranîn û ev jî bi mîsogerkirina qanûnan pêkan e.
Ji 5 salî heta 80 salî
Rêvebirê Navenda Çand Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê Abbas Kiliçoglu diyar kir ku eleqeya ji bo atolyeya roj bi roj zêdetir dibe û wiha pê de çû: "Em dikarin eleqeya ji bo kargehan bi vî rengî vebêjin: beşdarên me yên atolyeyê yên ku temenê wan 5 salî ye hene û her wiha beşdarên kargehan hene ku nêzîkî 80 salî ne. Bêguman, bersivdana vê eleqeya zêde bi pêşxistina kapasîteya sazûmanî bi nêzîkatiyeke kolektîf, mijareke girîng a berpirsiyariyê ye. Her wiha em bi sazî û kesên ku di warê çandê de dixebitin re jî hevkariyê dikin. Mînak, kargeheke zarokan a pir rengîn li saziya me, bi koordînasyona Ma Music a ku navenda wê li Amedê ye, pêk hat. Bi hevkariya saziyên warê ziman û çandê yên li Enqerê re, me di dawiya salê de çalakiya Şeva Yelda li dar xist ku rastî eleqeyeke mezin hat. Di 21'ê Sibatê de, me bi Başak Kultür û Anka Dîl Dernegî re çalakiyeke hevpar organîze kir. Helbet, em dizanin ku li Enqerê bi dehan komeleyên hevgirtina çandî yên herêmî hene. Girîng e ku em pêwendiyan bi wan re deynin û di serdema pêş de bi hev re bixebitin. Dema ku xebata çandî berfirehtir bibe, ew ê encamên baştir bên bi destxistin."



