Bi milyonan Kurdistanî li dora agir bûn yek û Newroz pîroz kirin
Tevî serma û barana zêde jî Wanê heta Stenbolê, ji Cizîrê heta Îzmîrê bi milyonan kes li dora Agirê Newrozê kom bûn û bi coşeke herî mezin Newroz pîroz kirin. Milyonan bi hevre azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Ji Wanê heta Stenbolê, ji Cizîrê heta Îzmîrê li 21 navendan bi milyonan Kurdistanî li dora Agirê Newrozê kom bûn û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin. Li gelek qadan bi sedan posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û peyama wî li qadan bi baldarî hat guhdarkirin.
Wan
Li Wanê, bi beşdariya sed hezaran kesan, bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokartîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahî hat lidarxistin. Tevî baranê û hewayê sar jî yek ji Newrozên herî qelebalix bû. Bi sed hezaran kesên li ber stranên Şiyar Berwarî û Hozan Şervan mil dane milê hev, bi coşeke mezin goven gerand. Pîrozbahî, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Cizîr
Ji şevê din ve ye li navçeya Cizîrê ya Şirnexê baraneke zêde dibare lê vê rewşê, tu bandor li ser coşa pîrozbahiya Cejna Newrozê nekir. Qada pîrozbahiyê, bi rengên kesk, sor û zer, bi filamayên “Newroz pîroz be” û pankartên "Newroza azadî û yekitiya demokratîk", "Newroza azadî û demokrasiyê” hate xemilandin. Jin û ciwanên di saetên zû yên serê sibehê de ber bi qadê ve herikîn, li ber baranê govenda xwe geş kir. Dayikên Aştiyê, li bin baranê stranên Herêma Botanê gotin û welatiyan jî Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Newroza te pîroz be ey Serok Apo” pîrozkir. Li ber dahol û zirneyê û stranên Kurdî, heta demekî dirêj govend hate gerandin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê û xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Piştre jî girseyê bi yekdengî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Li ser tîşort, gerden û berstûhkên ciwanan wêneyên Abdullah Ocalan hebûn. Pîrozbahî, bi stranên Dilovan Cizîrî domiya û girseyê govend gerand. Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate hilkirin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin. Girseya mezin li ber stranên hunermend Şahê Bedo, Îmad Rêkanî govend gerandin. Piştî govendê nêzî sed hezar kes di bin baranê de meşek li dar xist. Ciwanên ku ji qada pîrozbahiyê derketin, di bin baranê de nêzî 3 kîlometreyan meşiyan. Ciwanan bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin û marşa “Çerxa Şoreşê” xwendin. Ciwanan meşa xwe heta Dortyolê berdewam
Riha
Li Rihayê, pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk", li ber Parka Novada bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat. Tevî şert û mercên hewayê yên xirab jî, welatî bi cilên xwe yên neteweyî û bi alayên kesk û sor û zer ber bi herêmê ve herikîn. Gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji Serok re" hatin berzkirin. Girseyê posterê mezin ê Abdullah Ocalan ê bi nivîsa "Bê Serok jiyan nabe" û pankartên "Ziman bedena me ye, bedena xwe bipareze", "Statuya Kurdî perwerdahiya Kurdî", "Newroz pîroz be" hatin vekirin. Li vir gelek kes axivîn û bal kişandin ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Newroz bi stranên Koma Hevra û govendgerandinê bi dawî bû.
Mîdyad
Pîrozbahiya Newrozê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê / Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hat lidarxistin. Tevî barana zêde ya ku ji sibehê ve bandor li navçeyê kir jî, welatiyan dest bi hatina qada Newrozê kirin. Bi cilên neteweyî û herêmî, li ber stranên ku wan bi xwe got govend gerandin û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" berz kirin
Piştî biryara komîteya amadekar, komek welatî diyar kirin ku ew ê Newrozê pîroz bikin û agirê Newrozê vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re welatî li dora agir govend gerandin. Piştî hunermendên hatin qadê jî amadekariyên xwe temam kirin û bi welatiyan re Newrozê pîroz kirin. Piştî demekê bi hezaran kes hatin qadê.
Welatiyan li ber stranan Newrozê bi coş pîroz kirin. Di dema pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Yek e yek e yek e, gele Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û sirûdên Çerxa Şoreşê û Hernepeş hatin gotin. Pîrozbahî li ber stranên hunermendê ribabê û bi govendgerandinê bi dawî bû.
Manîsa
Li Manîsayê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Lale Newroz hate pîrozkirin. Parlamenterê Mersînê DEM Partiyê Alî Bozan, nûnerên gelek rêxistinên sivîl û bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di dema pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştî axaftinan bernameya Newrozê bi stranên Koma Rojhilat, Koma Agire Zerdeşt, stranbêj Cevdet Gulbau, Azad Ararat û Murat Elmastaş berdewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.
Mûgla
Rêxistina DEM Partiyê ya Muglayê, li navçeya Mîlasê li Bazara Akkentê agirê Newrozê vêxist. Tevî Parlamentera Bedlîsê ya DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalp, gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qadê. Pîrozbahî bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û bi domdarî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Newroz pîroz be” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di şahiyê de hunermend Rojkar derket ser dikê.
Denîzlî
Rêxistina DEM Partiyê ya Denîzliyê, Newroz li kêleka qada bazara girtî ya Taxa Esentepê pîroz kir. Parlamentera Amedê Ceylan Akça û endama PM’ê Aysel Bayta Cansel beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de ku jin li refên herî pêş bûn, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Piştî silavkirina Hevserokên Denîzliyê Cevahîr Kayar û Enes Oge, peyama Newrozê ya Rêber Apo hat xwendin. Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi coşekê mezin hat vêxistin. Hunermend Şîlan Dora û hunermendên xwecîhî bi strîn û girseyê govend gerand.
Aydin
Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sokeyê ya Aydinê pîrozbahiyek li dar xist û bi hezaran welatî bi cilên neteweyî beşdar bûn. Welatiyên ku li Qada Newrozê ya Savucayê civiyan, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Welatiyan li ber stranên Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Newroz pîroz kirin û govend gerandin.
Stenbol
Li Qada Yenîkapiyê bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û carekê din şahidî ji rojekê dîrokî re kir. Dirûşma “Bijî Serok Apo” bê rawestan hate berzkirin, axaftina Çetîn Arkaş û konsera Koma Amedê bi coşekê mezin hatin pêşwazîkirin. Dihat payîn ku ji ber hewaya sar û baranê beşdarî kêm bibe, lê gel ji serê sibê ve herikî qadê û bi sed hezaran kes li Yenîkapiyê gihîştin hev. Beriya pirozbahiyê li îstasyonên metroyê bi hezaran kefî, rengên kesk, sor û zer hatin firotin. Li qada Newrozê gelek kesên ji bawerî û gelên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bi sedan posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û heta dawî bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Dema peyama Rêberê Gelê Kurd hat xwendin, deng ji qatê qut bû û bi baldarî peyam guhdar kirin. Piştî Koma Amedê derket ser dikê coş derket lûtkeyê. Hemû kesên axivîn zêdetir li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna hevpar a gelan, yekitiya demokratîk a Kurdan û rêxistinbûna jinan rawestiyan.
Bûrsa
Li navçeya Yildirim a Bursayê pîrozbahî li Bazara Arabayatagi hat lidarxistin. Bername bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Dema xwendina marşa “Çerxa Şoreşê” girseyê dirûşmên"Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî" berz kir. Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan ji aliyê Hevseroka OHD’ê ya Bursayê Ayşe Batumlu Kaya ve hat xwendin. Hunermend Mazlum Peyan û Hediye Kalkan derket ser dikê û sed hezaran govend gerand. Agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve hate vêxistin û pîrozbahî bi govendî ve bi dawî bû.
Çanakkale
Li Çanakkaleyê, Newroz li Taxa Esenlerê hat pîrozkirin. Qad bi pankartên “Jin, jiyan, azadî” û " Azadî ji bo Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş" hat xemlandin. Ciwanan bi formayên Amedsporê û jinan bi cil û bergên neteweyî û rengên kesk, sor û zer beşdarî pîrpozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi konsera Grup Viya û hunermendên xwecîhî û bi gerandina govendê bi dawî bû.
Balikesîr
Newroza Balikkesîrê li Hola Daweta Gomeçê ya li navçeya Gomeçê bi diruşmeya, “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pêk hat. Qada Cejna Newrozê bi pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” hate xemilandin. Di heman demê de jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de, dirûşmên, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Newroz pîroz be û “Bê Serok Jiyan nabe” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ahmet Asena, her wiha gelek nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk, partiyên siyasî û welatî beşdarî pîrozbahiya newrozê bûn. Newroz piştî axaftinan bi dirûşm û govenda li ber muzîkê bi dawî bû.
Mêrsîn
Li Mersînê, Newroz bi beşdariya bi deh hezaran bi coşekê mezin hat pîrozkirin. Tevî baranê jî, gel bi saetan govend gerandin û dirûşm berz kirin. Piştî pîrozbahiya li Qada Tirmilê ya navçeya Akdenîzê, girseyê ber bi taxê ve dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” hatin bezkirin û gel marşa “Çerxa Şoreşê” xwend.
Edene
Li Edeneyê jî piştî bidawîbûna bernameya Newrozê, girseyê dest bi meşê kir. Welatiyan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” heta navenda bajêr meşiyan.
Êlih
Li Êlihê, piştî pîrozbahiyê ciwanan pêşengiya meşê kir. Ciwanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Meş heta Taxa Baglarê berdewam kir. Li taxa Baglarê agirê Newrozê hat vêxistin û ciwanan li dora agir govend gerandin. Piştî çalakiyê pîrozbahî bi dawî bû.
Enqere
Pîrozbahiya Newroza Enqerê li Anitparkê pêk hat. Bi hezaran kes ji serê sibê ve ber bi qadê ve çûn. Tevî baranê jî, welatiyên ji 7 saliyan heta 70 saliyan, bi cilên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qad bi alayên kesk û sor û zer hat xemilandin û jin bi cilên xwe yên gelêrî qadê rengîntir kirin.
Kesên ku hatin qadê, li ber stranan govend gerandin û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Yan mirin yan serok" berz kirin. Di pîrozbahiyê de endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hat bîranîn. Pîrozbahiyê ku bi rêzgirtinê dest pê kir, li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê daxuyaniyek hevbeş hat xwendin. Nebun Nebahat Çalpan metna Kurdî û Pinar Guzel jî metna Tirkî xwend. Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin.
Pîrozbahî bi stranên Diljen Ronî û Ozgur Tûgçe Agê û govendgerandinê bi dawî bû.
Osmaniye
Li Taxa Yunus Emre ya navenda Osmaniyeyê bi beşdariya gelek kesan pîrozbahî hat lidarxistin. Welatî, bi cil û bergên Kurdî tev li bûn û qada pîrozbahiyê bi rengên kes, sor û zer hatibû xemilandin. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin qadê, li ber stranên Kurdî govend gerand û tililî avêtin. Piştî rêzgirtinê, bername bi axaftinan domiya. Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate hilkirin û welatiyan li dora agir govend gerand. Pîrozbahî, bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
Antalya
Li Qada Bajar a Kepezê ya Antalyayê jî pîrozbahî hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”, “Hezar silav ji Îmraliyê re”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” hatin berzkirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hevserokên DEM Partiyê yên bajar axivîn û Newroz li gel pîroz kir.
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin. Di wê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Herî dawî jî hunermendên herêmî û Koma Hîvronê derketin ser dikê. Pîrozbahî bi stran û govendê bi dawî bû.
Tetwan
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hat lidarxistin. Girseya ji avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Tetwanê dest bi meşê kir, li qada Newrozê ya Fuarê kom bû. Tevî barana zêde jî, bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Welatiyan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Şehîd Namirin" govend gerandin. Gel li ber stranên Koma Çiya û Cesim Başboga demeke dirêj goveng gerand.
Xarpêt
Li Qada Stasyonê ya Xarpêtê, bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Piştî axaftinan, Dayika Aştiyê Fatma Tosun, wekîlan û ciwanan agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend Erdogan Emîr, Koma Berçem derketin ser dikê. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.
Çewlîg
Li Çewligê jî li rex Nexweşxaneya Dewletê ya Sarayê pîrozbahî hat lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Li vir axaftin hatin kirin û piştî axaftinan govend hatin gerandin û pîrozbahî bi dawî bû.


