Bi sedan Kurdistanî li Hamburgê ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan li Hamburgê li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan. Di çalakiya bi dirûşmeya “Defend Rojava” de, banga rakirina dorpêça li ser Kobanê û naskirina statuya demokratîk a Rojava kirin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, ji aliyê RiseUpForRojava ve meşekî girseyî hate lidarxistin. Çalakî li semta Harbugê bi dirûşmeya “Defend Rojava” hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Beriya meşê, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Di axaftinên çalakiyê de banga tavile rakirina dorpêça li ser Kobanê û naskirina statuya demokratîk a Rojava hate kirin.
Li ser navê ciwanan Zelal Amed axivî û wiha got: “Parastina Rojava, parastina fikra azadiyê ye. Rojava xeta me ya sor e. Divê em vê îro, sibê û heta dawî li kolanan bi dengê bilind nîşan bidin. Bijî berxwedana Rojava.”
Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên, “Bijî YPJ-YPG”, “Ji bo Rojava statu” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Di çalakiyê de tevî alên TEV-DEM û Kurdistanê, pankartên ku balê dikşîne ser çeteyên HTŞ’ê hatin hilgirtin; Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara (Colanî) hatin protestokirin.
Çalakî li pêşiya Şaredariya Harburgê bi dawî bû. Her wiha bang hat kirin ku tevlî çalakiya protestoyî ku wê roja Duşemê di saet 13:00’an de li Hamburgê li pêşiya avahiya kovara DER SPIEGEL were lidarxistin, bibin.


