Bi sedan Nûjiyan mezin dibin
Heval û şopdarên Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê li ser gora wê ew bibîr anîn. Rojnameger Hêvîdar Şengalî destnîşan kir ku îro bi sedan zarokên Şengalê navê Nûjiyan li xwe kirine û mezin dibin.

Rojnameger Nûjiyan Erhan di dema Fermana 3yê Tebaxê de xwe gihandibû Şengalê û bi kamera û pênûsa xwe bûbû dengê Êzidiyan û bi taybet jî jinên Êzidî. Hîm û sazîbûna Ragihandina Azad li Şengalê danî. Dema çeteyên Roj yên ser bi PDKê 3’yê Adarê xwestin êrişê Şengalê bikin, girseya gel û jinên Êzidî ji bo bertek nîşan bidin û rê nedin derbasê Şengalê bibin meşiyan. Lê çeteyên Roj bi çekê bersiva bertekên gel da û yekser rojnamevan û jinên Êzidî hedef girtin. Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku çalakiyê dişopand bû hedefa êrişa çeteyên Roj û giran birîndar bû. Tevî hemû hewldanan jî Nûjiyan Erhan piştî têkoşîna bi rojan di 22yê Adarê de li nexweşxaneyeke Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şehîd Nûjiyan li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê hatiye definkirin. Komek endamên ragihandina azad a Şengalê û jinên Êzidî serdana gora wê kirin, gul danîn ser tirba wê û daxuyanî dan çapemeniyê. Hêvîdar Şengalî li ser navê Ragihandina Jinên Êzidî daxuyanî da.
Hêvîdar Şengalî ewil rojnamevana çapemeniya Azad Nûjiyan Erhan bibîr anî û got: “Em di şexsê hevrêya xwe Nûjiyan de şehîdên berxwedana Xanesorê, Şehîdên Çapemeniya Azad û Şehîdên 74 Fermana bibîr tînin. Em soz didin ku emê heta dawî li ser xeta çapemeniya azad bi rihê Nûjiyanan tekoşîna heqîqetê bidomînin.”
Hêvîdar Şengalî, da zanîn ku Nûjiyan 9 sal berê jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Rêheval Nûjiyan, bi kesayeta xwe ya şoreşgerî, bi ked û xebata xwe di dilê me û civaka me de ciheke taybet ava kir. Di dema fermanê de ji çiyayên Azad berê xwe da Şengalê. Bi pênûs û kamera xwe rastiya fermanê ji dinyayê re ragihand. Ji bo ku bibe dengê êş, birîn û berxwedana jin, zarok û dayîkên me di rêya serxistina heqîqetê de meşiya.”
Bi sedan Nûjiyan çêbûn
Hêvîdar Şengalî destnîşan kir ku îro bi sedan zarokên Êzidxanê navê Nûjiyan li xwe kirine wiha berdewam kir: “Em ragihandina jin, li ser xeta Rojnamegeriya Azad a ku bi rastiya Nûjiyanan ava bûye tekoşîna heqîqetê dimeşînin. Me li ser rastiya Nûjiyan xwe birêxistin kir û weke ragihandina jinên Êzidî xwe ava kiriye. Hevrê Nûjiyan bû ronahiya heqîqetê. Bû keça çiyayê Şengalê û rojnamevana xaka pîroz a Êzidxanê. Emê tû carî yên ku rêheval Nûjiyan hedef girtin û şehîd xistin ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Îro dîsa xeteriyên mezin li ser civaka me hene. Divê em weke ragihandina azad a şengalê, weke Rojnamevan Nûjiyan xwedî li kar û xebatên xwe derkevin û plangeriyên li ser civaka me têne kirin eşkere bikin û bibin dengê civaka xwe.”
Hêvîdar Şengalî dubare Rojnamevana Çapemeniya Azad bi rêz û hûrmet bibîr anî û wiha bi dawî kir: “Em ê heta dawî li ser şopa heqîqetê, bi rihê Nûjiyanan tekoşîna azadiyê bimeşînin. Bi pênûs û kemara Nûjiyan heqîqeta jinên Êzidî bi jiyana azad bihûnin.”


