Bi yekitiyê Kurdistan dê bibe xwediyê pêşerojekê
Bi sedan salan e ku gelê kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe. Di vê rêyê de bedelên giran da û dide. Di her serdemekê de rêber û pêşengek derketiye ser dika dîrokê û ji gelê kurd re pêşengî kirine.

Bi sedan salan e ku gelê kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe. Di vê rêyê de bedelên giran da û dide. Di her serdemekê de rêber û pêşengek derketiye ser dika dîrokê û ji gelê kurd re pêşengî kirine. Piştî ku Kurdistan bi peymana Syks-Pîcot bû çar parçe jî pêşengên gelê kurd her têkoşiyane û bi rista xwe ya pêşengî rabûne. Li bakurê Kurdistanê jî li dijî dagirkerî û mêtingeriya Tirkiyeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 50î salin ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe. Abdullah Ocalan ji salên 90î ve ye dixwaze bi rêbazên demokratîk pirsgirêka gelê Kurd çareser bike. Gelek hewldanên çareseriyê pêş xist lê bi ser neketin. Herî zêde di dalên 2013-15an de nêzîkî li çareseriyê hat lê ew jî bê encam ma. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev banga Abdullah Ocalan deng veda û rastî piştgiriyeke girîng hat. Di çarçoveya banga û perspektîfa Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd û bandorê wê em bi Waliyê Silemaniyê Dr. Heval Ebûbekîr re axivîn


