Bi zext û sansurê sûcên HTŞê vedişêrin

Piştî civîna HTŞ, Tirkiye û Îsraîlê ya li Parîsê li aliyekî êrişên li ser Rojava zêde bûn, li aliyê din zextên li ser çapemeniya azad zêde bûn. Çeteyên HTŞê û komên girêdayî Tirkiyeyê destpêkê êrişî taxên kurdan ên li Helebê kirin û piştre berê xwe dan Rojava. Di vê pêvajoyê de rojnameger hatin binçavkirin û girtin û hesabên Xyê yên JINNWES, Ajansa Mezopotamya, Yenî Yaşam, Ajansa Welat, EHTAyê hatin girtin.

1 deqe xwendin
Bi zext û sansurê sûcên HTŞê vedişêrin

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGK) Roza Metîna diyar kir ku çapemeniya azad xwediyê roleke girîng û taybet e û got: “Di warê hişyarkirina civakê û ragihandina rastiyê de û di warê teşhîrkirina sûcên şer û nelirêtiyên îktidarên heyî de girîng û jêneger e. Ji ber ku îktidara heyî ya AKP-MHP'ê di vê ferqê de ye loma di her serdemê de êriş biriye ser çapemeniya azad. Îktidarên hatine ser kar ewil çapemenî wekî alaveke zext, manîpîlasyon, kontrolkirina civakê û belavkirina bîrdoziya îktidaran bi kar anîne. Niha jî îktidara heyî AKP-MHP, bi hevkariya hêzên navneteweyî destkeftiyên bi salan ên rojavayê Kurdistanê kiriye hedefa xwe. Ji bo li Rojava bigihîje armanca xwe gefê li çapemeniya azad dixwe û zexteke mezin dike.” 

Roza Metîna da zanîn ku ne tenê li bakurê Kurdistanê, li başûr û rojavayê Kurdistanê jî Tirkiyeyê rojnameger kirine hedef û wiha nirxandin kir: “Li Tişrînê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Silêmanî Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bûn hedefa Tirkiyeyê. Ji 6ê çileyê roja ku êrişên li ser Rojava dest pê kiriye heta niha, bi dehan caran hesabên medyaya dîjîtal ên ajansên nûçeyan ên wekî JINNEWS'ê, Ajansa Mezopotamyayê û Ajansa Welat hatine astengkirin. Dîsa gelek hesabên rojnamegeran hatine girtin. Ji bo medyaya di bin desthilatdariya AKP-MHP'ê de bi şerekî li ser gelê kurd bigihîje armanca xwe, çapemeniya azad dibe hedef. Bi rêya medyaya alîgir rastiyên di êrişan de berovajî tên nîşandan. Artêşa HTŞê pir baş tê nîşandan. Qirkirin, kuştin, destdirêjî û sûcên şer ji aliyê medyaya alîgir ve tê veşartin. HSD wekî 'terorîst' lê çeteyên HTŞê wekî qehreman nîşan didin. Têkoşîna kedkarên çapemeniya azad a li dijî vê ferasetê wekî her tim niha jî dewam dike. Her çiqas êriş û zext hebin ewqas jî berxwedana çapemeniya azad heye û serî natewîne.”  

Roza Metîna da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê bi destên çeteyên HTŞê û bi piştgiriya Tirkiyeyê sûcên şer zêde ne û got: “Li Helebê çeteyekî jina şervan Denîz Çiya ji avahiyekê avêt. Dîsa kesekî DAIŞî keziyê jineke şervan bi vîdeoyekê nîşan dide û ji hevalê xwe re dibêje min ji te re diyarî aniye. Dîsa bi hezaran kurd ji cihê xwe koçber bûn. Îşkence li kurdan hat kirin. Ceyran, av û înternet li ser welatiyan hatin qutkirin. Bi êrişên li ser Rojavaya gelek DAIŞî bi destên HTŞê hatin berdan. Ev jî ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê talûkeyeke mezin e. Li rojhilatê Kurdistanê bi heman awayî înternet li ser gel tê qutkirin û bi hezaran kes hatine kuştin. Sûcên şer li rojava û rojhilatê Kurdistanê didomin. Ev sûcên şer ên giran in. Lê heta niha dewletên êrişî gelê kurd kirine li dijî exlaqên şer tev geriyane û bi awayekî hovane êriş kirine. Bêdengî û bêbertekmayîna raya giştî ya di qada navneteweyî de jî hevkariya vî sûcê şer e. Divê li dijî van êrişan cîhan bêdeng nemîne. Divê em ji her demê hîn zêdetir yekîtiya xwe xurt bikin û serî netewînin. Ev êriş di heman demê de ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e loma jî divê em kurd her tim hişyar bin û hêza xwe wenda nekin.”

Zext û sansur zêde bûn

Meha çileyê li rojnamevan Serdar Altan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birin. Hesabê Xê yên Ajansa Welat, JINNEWS, Mezopotamya, Yenî Yaşam, ETHA hatin girtin. 21ê çileyê li Nisêbînê Hevseroka DFGê Kesîra Onel jî di nav de 6 rojnameger hatin binçavkirin. 17ê çileyê rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Welat Nedîm Oruç hat girtin.