Bila çîrok sêwî nemînin

Di van rojan de ku rojeva sereke ya cîhanê şewba koronayê ye, me xwest em hinekî berê xwe bidin mijareke cuda û balkêş: Arkeolojî! Di vê hevpeyvînê de, bi arkeolog Mesut Alp re me dêhna xwe da...

1 deqe xwendin
Bila çîrok sêwî nemînin

Di van rojan de ku rojeva sereke ya cîhanê şewba koronayê ye, me xwest em hinekî berê xwe bidin mijareke cuda û balkêş: Arkeolojî! Di vê hevpeyvînê de, bi arkeolog Mesut Alp re me dêhna xwe da berhemên dîrokî yên li Mezopotamyayê. Li aliyekî Girê Miraza li aliyê din tunekirina Heskîfê…

*Çi li te bandor kir ku dest bi arkeolojiyê bikî?

Di zaroktiya xwe de bala min li ser dîrok, çîrokbêjî û dengbêjiyê hebû. Min her çîrok rast qebûl dikir. Ya rast malbata min dixwest ez bibim an sîyasetmedar an jî parêzer lê dilê min bixwe tune bû. Piştre li Mêrdînê lêkolîneke arkeolojîk destpê kir ku navê vir Nebûla-Nisîpîs-Naşîpînabû. Bi vê lêkolînê re jîmin biryar li ser arkeolojiyê da. Êdî piştî wê havîna ku min bêhna axê û kelecana lêkolînê jiya, min fêm kir ku arkeolojî ne ew bû ku di zanîngehê de ji me re dihat gotin. Hewce ye îdeolojiyeke we hebe û bi nêrînekê hûn meyze bikin. Sedema din jî wek kurdekî, arkeolojî derfetek bû ji bo ku ez dikaribim destê xwe bidim reh û dîroka xwe. Sal bi sal di nav arkeolojiyê de min ferq dikir ku ne zimanê min heye ne jî  herêma ku bi hezaran sal in ez lê dijîm, di nav vê dîrokê de hebû! Qet ji bîra min naçe, wextekî mamoste bihîst ez ji Mêrdînê me, ez rakirim û bi min çanda xaniyên kerpîçan da vegotin. Piştî vegotina min a xêniyên kerpîçan, mamoste ji polê re gote we tevan niha çêkirina xaniyekî beriya 8 hezaran guhdar kir. Di wê kêliyê de ez fikirîm ku her kes dersê dibîne lê ez dijîm.

*Tirkiye li aliyekî  Girê Miraza (Gobeklîtepe) populer dike, li aliyê din jî berhemên dîrokî yên mîna Heskîfê jî tune dike. Tu vê nêzîkatiya dubend çawa dinirxînî?

Girê Miraza ango Xerawreşk tenê bi serê xwe mijareke berfireh e helbet. Li gorî kronolojiya ku du sed sal berê zanista arkeolojiyê ava kiriye, bermahiyên Girê Miraza ev kronolojî serobino kir û wiha ji zanistê re got, bicîhbûn û avakirina gundan beriya mîladê 10-12 hezar sal berê destpê dike. Tabî li vir tişta derkeve pêşiya me jî ev e ku pergal bi mantiqeke ticarî ango kapîtalîst li Girê Miraza meyze dike û ji ber wê jî niha ev cihên dîrokî yên din tu carî wiha populer nakin. Di dîroka dewletê ya sed salî de em dibînin ku heta niha tu carî qiymet nedane arkeolojiyê. Di wexta Mistefa Kemal de ji bo ku dewlet nijad- dewleta xwe ava  bike berê xwe dide arkeolojiyê. Pêdiviya wan bi arkeolojiyê hebû û zanîbûn ku avakirina qewmekî bi dîrokê ve girêdayî ye. Yanê çi qas li hesabê wan were hewqasî qîmetê didin. Heskîf vêca çîrokeke din e. Berî bendava Ilisûyê, ya Bîrecîkê, ya Kargamişê, ya Atatûrkê, ya Kebanê gelek zêdetir bendav hatin çêkirin û bi sedan bermahiyên arkeolojîk di bin avê de hiştin. Ne aktivîstî, ne mirovekî rewşenbîr, sîyasetmedar tu kesî dengê xwe li hember vê qirkirna dîrokî bilind nekirin. Mînakeke din Semsûr  bermahiya çiyayê Nemrûtê yanê Samsata ku beriya mîladê bi du hezar salî wekî ciyekî navenda cîhanê tê bikaranîn, hat tunekirin. Newala Çorî, Hallan Çemî, Zeugma (Bîrecik), Girê Heskîfê, Gizirhoyuk, Çattepe,Başûrhoyuk, Turbehoyuk piştî wê bi sedan cî di bin bendava Ilisûyê de man! Bi sedan malên dîrokî bi şerê Sûrê re hatin talankirin tu kesî dengêxwe dernexist. Heskîf jî bû yek ji wan qirkirinan mixabin. Kesên ku malên wan diketin ber bendavê jî ji ber hê  zêdetir ji îstîmlakê pereyan bistînin, dar çandin û xanî avakirin. Ev giştik kêmasiyên me ne û nêzîkatiya me ya li hember dîrok û çanda me ye. Yanê dîroka Mezrabotan ne dîroka kurdan tenê ye, ya gelên qedîm tevî ye lê tu kesî dengê xwe li hember van qirkirinên dîrokî dernesixt. Çêkirina bendavan tê wateya bêavhiştina civakê jî.  Ez niha ji bo bendava Cizîrê ya ku dê nû dest bi çêkirina wê bê kirin, bangî hemû xwendavanên beşa arkeolojiyê, aktivîstên ekolojiyê, rewşenbîr û dîrokhezan tevan dikim! Nehêlin ku bendava Cizîrê were çêkirin. Bi bendava Cizîrê re dê berhemên dîroka Finîkeyê di bin avê de bimînin û dê gund tev dîsa werin valakirin û çîrok sêwî bimînin. Çîrok sêwî bimînin zarok bê dê û bav dimînin. Li ser bendava Cizî

Nûçeyên Eleqedar