Bila kîna me ne li hemberî hev li hemberî neyaran be

Piştî sedsalek parvekirina Rojhilata Navîn ji hêla serdestan, ji ber ku xêzkrina sînorên wê demê ne rasteqîn bûn û xwestek û berxwedana gelan naxasim ya gelê kurd ew parvekirin bê wate kir, dîzaynek nû ketiye meriyetê.
Ji bo ku em bûyerên îro fêmbikin û rave bikin, divê em li dîrok, geşedan û civaknasiyê binêrin. Ev sedsale ku gelê kurd doza statû, maf, azadî û wekheviyê dike… Lê mixabin li gel berdelên ewqasî giran hê jî rewş şolî ye û kurd jî xwedî rêxistin, ceribîn, têkoşîn û berxwedanê ne û dê paşve gav navêjin. Parçeyek nîvazad li Başûr hêviyê dide, lê hewceyî bi yekîtiya gelê kurd heye. Îro rewşa Rojava hê bêhtir vê hêvî û rastiyê girîng dike û radixe ber çavan.
Ku mirov rewşa Kurdistan, Tirkiye, Îran, Sûriye, Rojava, Kurdistana Federal a Kurdistanê û Iraqê dide ber çavan, dikare hinek nirxandinan bike. Bi ser de rewşa DYA, Ewropa û Îsraîl û herwiha hê jî rewşê zelal dike. Serdestên cîhanê û dewletên mêtinger her dem dixwazin dest bavêjin ser desthilatdariyên heyî û gelên bindest.
Rastiyek siyasî û civakî heye ku li ku derê dewlet hebe, li wir zordestî heye. Dewlet û gel her wekhev nafikirin û dewlet xwe di ser gel re dibînin lê qaşo bi rewşek demokratîk gel razî dikin. Nexasim dewletên ku li ser axa gelên dinê avabûne hertim xwedî rîskekê ne; gel, an jî gelan tune bihesibînin û wan di jenosîdê re derbas bikin û ev jî çareseriya mirovahî qut dike, ker û lal dike. Îca gelên cîran û gelên ku bi hev re li ser heman axê dijîn divê li hev bikin, lê dewlet û nexasim dewletên xerîb asteng in. Mirov û cîranê xwe bi riza xwe û bêsînor bi hev re bijîn, nakokî dernayê, aştî û demokrasiya civakî li hev rûdinê. Lê dewlet û serdestên biyanî vêna naxwazin û bi rêgeza “parçe bike, bera hev de, bide şerkirin û bi rêve bibe” her û her aloziyan derdixin.
Dema ku em li rewşa welatê xwe Kurdistan û Rojhilata Navîn dinêrin ev xweştir dixwiye. Sedsal berê îngilîz û fransî bi pêşnûmaya Sykos-Pîcot Rojhilata Navîn parçe kirin li ser meytê Împaratoriya Osmanî û welatê me bi rewşa netew-dewletan xistin bin lingê tirk-ereb û eceman, yanê bin lingên dewletên wan. Kemalîst, Baas û Eceman (Çi bi rêveberiya Riza Pewlewî çi bi reşkomara rîhgenî yanî mollayan) bi alîkariya dewletên serdest, nexasim bi konetiya îngilîzan em parçe parçe kirin. Serhildanên li tevayên parçeyen hinek encam anîn, lê azadiya gelê kurd û Kurdistan hê dûr e. Têkoşîna gelê kurd bi saya Tevgera Azadiyê, nexasim bi rêxistin û ruhê jinên azad heviyekê dide her aliyê Kurdistana rengîn. Lê astengî pir in, herwiha têkoşîn jî bênavber.
Îca îro serdest û mêtinger bi polîtîkayek veşartî; ku îşaretên wê zê de ne, dixwazin gelan li ser dubendiya mezhebên îslamî; sunnî û şiî bera hevdin û dîsa kedê ew bixwin. Suniyan bikin hevalên xwe û êrişî şîiyan bikin, êrîşa li ser Rojava û Kobanê ligel hêrsa DAIŞê û kîna Tirkiyeyê, beşek ji vê ye. Loma serdestên dinyayê ji ber vê êrişa dijwar bêdeng in; bê exlaq û dijmirov in. Berê dijminê Daîşê bûn lê îro hevparên wan… Dixwazin kurd (Rojava û Başûr) bibin hevalên wan ku nebûn, wan têk bibin û di ser vê xetê re êrişê Îranê bikin, me dixin mezel û qebra xwe. Em ji bo azadiya xwe têdikoşin, ne ku em bibin qurbana wan. Dîsa Rojhilata Navîn, nexasim xaka Kurdistanê bi cewherên kimyewî, av, kerebe û her cure madeyên ku kapîtalîzma hov hewceye tijî ye. Îca divê gelan berê hev din û nirx û hebûnê ew bixwin, gel jî hejar bimînin. Naxwazin gel şiyar bibin, hêza xwe bikin yek û demokrasiya civakî ava bikin.
Bi pêşengiya Tevgera Azadî û Rêbertiya wê şiyariyek, rêxistinbûnek heye lê teknolojî di destên hovan, di destên modernîteya kapîtalîst de ye. Dewletên heyîn jî dibin amûrên wan. Nexasim Dewleta Tirkiyeyê, ji ber tirsa bekaya xwe bûye destbirakê wan, vir de û wir de dibeze. Naxwaze rewşek demokrasiya gelan li Sûriyeyê, li Rojava derkeve holê bi cîh bibe, bi cıhadistên hov re êrişan dibe ser kurdan ser Rojava. Ev rewş li hesabê serdestên cîhan tê ku sunnî şiayan bera hevde û desthilatdariyên paşverû wek cihadist, HTŞ-AKP/MHP-Talîban bike hevparên xwe. Nexasim rêveberiya Tirkiyeyê ji tirsa me kurdan bi her aliyên paşverû têkiliyê datine û êrişî me dike. Bi ser de Tirkiye dixwaze kurd û ereban jî berê hev de ku alozî mezintir bibe û hêza kurdan qels bibe.
Ji ber vê rewşa heyî û baweriya me ya bi Aştî û Civaka Demokratîk a gelên cîran û yên ku em li ser heman axê ne, li Kurdistanê Tevgera Azadiyê bi Rêbertiya Rêzdar Abdullah Ocalan sekn û xebat û têkoşîna me hêvî dide ku ev rastî bê fêhmkirin û em rê nedin ku paşverû û nexasim desthilatdariya Tirkiyeyê dixwaze bi şerê taybet gel û rêbertiyê ji hev dûr bixe, moralê xera bike û gelan berê hev bide. Lê gelê kurd polîtîk û zane ye, li her derê cîhanê bi rewşên demokratîk û çalakiyên civakî statû, demokrasî û wekheviyê dixwaze, bi rêxistin û rêbertiya xwe re dibe yek, gelên din jî mobîlîze dike. Ev têkoşîn, têkoşîna ronahî û tarîtiyê ye. Cîhadîst xwedî exlaqên dijmirov in, kedxwar û mafên jin û gelan binpê dikin, mafê mirovahiyê nasnakin, her kesî dikin kole, seriyan jê dikin, ji xwîna mirovên bêguneh têr nabin. Lê hêzên me kurdan xwedî têgiştina ronahiyê ne; mirovan wekhev dibînin, gelan wek xweş û bira digirin dest. Nexasim ji hebûna jinan re rêzdar in, loma em dibêjin Jin Jiyan Azadî… Jin asasê hebûna mirovahiyê ye û baweriya me bi wekheviya her reng, her bawerî û her cure mirovan heye. Aştî û demokrasiya civakî rêgeza me ya bingehîn e û dê ronahî tarîtiyê têk bibe, azadî ne dûr e, wek bi hezara salan berê rêzdarê me Zerdûşt gotiye… Aştiya navxweyî gelan ji neyartiyê dûr dixe.
Em bi biryar û baweriya civaka demokratîk têkoşer bin. Rêxistinbûna xwe pêş bixin û ji bîra nekin ku rewşa dawîn yekîtiya neteweyî ya me kurdan pêşve dibe xurt dike. Em kurd bi kîjan ramanê bin, bila bibin, divê em ji hev re rêzdar bin, bê dijminahî û xwînxwariya hev em ê yekîtiyê bi hişyariya kurd, kurdewar û kurdistanî ava bikin.
Bi diruşma yekitiya kurdan em ê van rojên tarî û xeter derbas bikin. Û bigihijin aşti û azadiyê. Li her ciyên ku em kurd lê hene, bi helwesta yekîtiyê em xwe bikin yek. Elbet kêmasî û qisûrê me hene. Lê niha dema yekbûnê ye. Di nav xwe de em karin nîqaşa bikin lê nirxdayîn esas e, em hev biçûk nexin û ala yekîtiyê bilind bikin bila kîna me ne li hemberî hev lê li hemberî neyaran, li hemberî hovan be ku azadî ne dûr e.
Bijî yekitiya kurd û Kurdistan.
Bijî rihê azadbûna Kobanî ku me ber bi azadiyê diherikîne ye.
Bêhêvîtî na, bi hêviya azadî û serkeftinê…


