‘Bila Kobanê nebe Xezeyeke nû’
Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl Nobeta Mafê Jiyanê li dar xist û got: “Şer pirsgirêka tenduristiyê ye derman jî aştî ye.”

Di 5ê çileyê de, êrişên ku ji aliyê çeteyên HTŞ/DAIŞ û piştgirên wan, ku bi Sûriya Hikûmeta Demkî re girêdayî ne, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku piraniya wan kurd in hatin destpêkirin, îro li hemû Rojava belav bûne. Ev êrişên ku raste rast cîhên niştecîhî armanc dikin, herêmê ber bi krîzeke mezin a mirovî û tenduristiya gelê vediguhezînin.
Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ, SMO û Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin. Bi rojan e bajarê Kobanê ji hêla çeteyan ve hatiye dorpêçkirin û rê li ber alîkariyên mirovî, tenduristiyê hatiye birîn; li ser herêmê av û ceyran hatiye birîn. Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî metirsiya qirkirinê ya ser Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo mafê jiyanê di nobetê de ne hat vekirin u dovîzên “Li Rojavayê mirin hebe, li Amedê jiyan nabe”, “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye” hatin rakirin. Ser navê platformê kurmanciya daxuyaniyê endama Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Sabîre Aygun xwend.
‘Dermanê şer aştî ye’
Sabîre Aygun diyar kir ku ji ber dorpêçê bi destxistina pêdiviyên xwarinê, sotemenî û hêzê elektrîkê hat qutkirin. Platformê da zanîn ku heta niha 5 zarok ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Ev mirin, careke din nîşan didin ku di şerê de her dem pêşî zarok, kal û nexweş bedelê herî giran didin. Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e. Tedawiya wê aştî ye. Şer tenê bi gule û bombeyan jiyanê tehdit nake; bêavî, bêxwarinî, nexweşiyên belavbûyî, astengkirina gihiştina xizmetên tenduristî, trawmayên derûnî û xizaniyê jî jiyanê dixe bin xetereyê.”
Di berdewama axaftina xwe de Sabîre Aygun hişyariya “Kobanê nebe Xezayeke nû” kir û da zanîn ku divê şer were sekinandin û wiha pê de çû: “Dibe ku Kobanê rastî karesateke mirovî ya ku ji Xezayê jî girantir were. Ji ber vê yekê, divê şer bi temamî were rawestandin û bi taybetî ji bo Kobanê û hemû Rojava korîdoreke mirovî ya bi ewle were vekirin. Vekirina korîdora mirovî ya ewle, pêwîstiyeke acîl, nayê taloqkirin û jiyanî ye.”
‘Sûcê şer sûcê li dijî mirovahiyê ye’
Sabîre Aygun diyar kir ku li herêmê mafên niştecîhî, nexweşxane, tenduristî, avê, zeviyên çandiniyê û binyadên enerjiyê ku li gorî Peymanên Cenevre, Protokolên Zêde, Statûya Roma û qanûna navneteweyî ya mirovî, bi aşkereyî tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Ev sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ne. Ya ku îro li Rojava tê dîtin, tenê pevçûnek çekdarî nîn e; ev şert haleke hilweşandina sistematîk û krîzeke giran a tenduristiya gel e.”
Di berfirehiya daxuyaniyê de Sabîre Aygun bang li dewletên li herêmê xwedî sazî ne kir û got: “Divê li hember êrişên li dijî sivîlan û binpêkirinên mafên etnîk û olî bêdeng nemînin. Ji bo parastina statûya qanûnî û siyasî ya Rojava, divê li bingehê qanûna navneteweyî gavên bi bandor werin avêtin. Serokkomar, partiyên siyasî yên di bin banê meclisê de dikarin pirsgirêkên heyî bi diyalog û çareseriyên siyasî encam bikin.”
Sabîre Aygun diyar kir ku mafê tenduristiyê bêyî aştî nayê parastin û ev tişt got: “Di şertên şer de bêalîtî ne pêkan e. Her êrişeke li dijî sivîlan; êrîşeke li dijî mafê jiyanê, mafê tenduristiyê û li dijî rêzgirtina mirovan e. Bêdengiya civaka navneteweyî û polîtîkayên bêcezatî, rê li ber berdewamiya van sûcan vedikin.”
Platformê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
* Divê hemû êrişên çekdar ên ku sivîlan hedef digirin divê demildest werin rawestandin.
* Ji bo gihiştina xwarinê, avê, elektrîkê û dermanan, divê lezginî korîdoreke mirovî ya ewle were vekirin.
* Divê saziyên tenduristî, karkerên tenduristî û binyadên av û enerjiyê li gorî qanûna navneteweyî werin parastin.
* Divê polîtîkayên koçberkirina bi zor û guhertina demografîk were bidawîkirin.
* Divê komîteyên navneteweyî yên serbixwe binpêkirinan li herêmê bi cîh biceribînin û sûcên şerê bi awayekî bandor were lêpirsînkirin.
* Mafê gelên Rojava ji bo rêveberiya herêmî, demokratîk û beşdarî; bi taybetî mafê tenduristiyê û hemû mafên bingehîn ên mirovî divê were temînatkirin.
Banga piştgiriyê
Sabîre Aygun di dawiya axaftina xwe de bang li hemû karkeran, karkerên tenduristiyê, jinan, ciwanan û hemû bindestan kir ku hevalbendiya Rojava bikin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman û çepikan bi dawî bû.


