Bîra kolektif a kurdan: Kamkaran

Kamkaran tenê ne komeke muzîkê ye; ew beşek ji bîra kolektîf a kurdan e. Ji bo gelek kesan, guhdariya wan vegera zaroktiyê ye; ji bo yên din jî nasîna cureyeke muzîka ku bi rêz, akademîk û di heman demê de bi hestan hatiye avakirin.

1 deqe xwendin
Bîra kolektif a kurdan: Kamkaran

Di van du salên dawî de Amed dîsa bûye navenda çalakiyên çandî, hunerî û wêjeyî. Bi destpêşxeriya şaredariyan û saziyên sivîl, bajar bi konser, pêşangeh, festîval û civînên wêjeyî dijî. Heta ku carinan mirov nikare hemû bernameyan bişopîne. Ev şert, ji bo bajarê ku demeke dirêj ji çand û hunerê hatiye dûrxistin, bi serê xwe serkeftinek e.

Di nav van hemû çalakiyan de, konsera Kamkaran cihê xwe yê taybet hebû.

Piştî bîst û pênc salan, cara yekem bû ku koma navdar li Bakur, li Amedê derket ser dikê. Bilêtên konserê di demeke kurt de qediyan. Wê êvarê me jî berê xwe da Parka Sumerê.

Li ber anfiyê rêzên dirêj hebûn. Hema hema her kes bi kêfxweşî li benda destpêka konserê bû. Dîmenê reş ê pişt dikê, bi nivîsa spî ya "Kurdistan", hestên wê şevê bi hêz dikir.

Kamkaran bi nazikî hatin ser dikê. Ne bi îdiayekê, ne bi xwepêşandanekê; tenê bi aramiya kesên ku bi salan ji bo muzîkê jiyane. Dema ku notaya yekem deng da, ew hêviya ku salan li dilê gelek kesan hebû, bû rastî.

Ez bi kilamên wan ên wekî Narînê’, ‘Kevok im’ û hwd mezin bûm. Dengê wan beşek e ji bîranînên nifşekê. Ji ber vê yekê, guhdariya wan ne bi tenê guhdariya konsersekê, vegera bîranînan jî bû.

Ardeşîr Kamkar îro jî ruhê komê dida xuyakirin. Lê ya ku bala mirov dikişand, hebûna keça wî bû; Tara Kamkar. Li ser dikê, nifşek mîrasa muzîkê pêşkêşî nifşeke din dikir. Ev bi tenê ne veguhastineke rastlêhatî; lê veguhastina bîr, çand û nasnameyekê bû.

Di navbera hemû endamên komê de hevahengiyeke bêhempa hebû. Her kes cihê xwe dizanî, lê her yek yê din jî dibiriqand. Ev şêwaza hevkariyê, dibe ku yek ji sedemên sereke ye ku Kamkaran piştî gelek salan hîn jî xwediyê hêza xwe ye.

Dema tenê dengê santûrê hat, salona vekirî hêmû bêdeng bû. Wê amûra ku di destê gelek kesan de bi tenê amûrek e, di destê Kamkaran de bû zimanek; zimanê kurdî. Didûk jî bi heman awayî, bê vegotin, gelek tişt digotin.

Di paşxaneya konserê de wêneyên ku li ekranê dihatin nîşandan, hesta welat, bîranîn û xewnên hevpar zindî dikirin. Muzîk, wêne û deng li hev diciviyan û atmosfera ku afirandin, ji konserê zêdetir bû.

Kamkaran tenê ne komeke muzîkê ye; ew beşek ji bîra kolektîf a kurdan e. Ji bo gelek kesan, guhdariya wan vegera zaroktiyê ye; ji bo yên din jî nasîna cureyeke muzîka ku bi rêz, akademîk û di heman demê de bi hestan hatiye avakirin.

Wê şevê li Amedê, sînorên navbera welêt, di nav notayan de wenda bûn. Muzîk careke din nîşan da ku tiştê ku siyaset gelek caran nikare bike, huner dikare bi hêsanî pêk bîne.

Kamkaran bi muzîka xwe careke din, anî bîra me ku Kurdistan dikare berî her tiştî bi deng, kilam û bîranînên hevpar were avakirin.