Mihrîcana 6emîn a Fîlmên Jenosîdê bi dawî bû
Di roja 3an de Mihrîcana 6emîn ya Fîlmên Jenosîdê ya li Çemçemal bi xelat dayînê bi dawî bû.

Piştî 3 rojan Mihrîcana 63mîn a Fîlmên Jenosîdê ya li Çemçemalê bi merasîmekê û dayîna xelatên ji bo fîlmên herî serketî bi dawî bû. Îro jî di mihrîcanê de çend fîlm hatin nîşandan û piştre li Salona Bîrdariya Enfalê merasîma dawîbûna mihrîcanê hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Çemçemalê û Rêveberê Mihrîcanê Îdrîs Şewket peyam da û diyar kir ku piştî 3 rojan îro dawî li mihrîcanê tînin, heman demê spasiya hemû kesên bi her awayî alîkarî alîkarî dabe, kirin. Piştî axaftinê koma hunerî ya Çemçemal derketin ser dikê û çend stran û mûzîk pêşkêş kirin.
Piştre jî Serokê Desteya Dadwerî Dilşad Mustefa jî peyamek da û got: “Em weke Desteya Dadwerî serbilindin ku me karî çend fîlmên baş temaşe bikin. Li aliyê din pêwîstiya çend fîlman heye ku careke din li ber çavan re bê derbaskirin. Ji bo diyarkirina fîlman me çend pîvan bikar anîn.”
Di dawiya merasîmê de ji bo fîlmên bi ser ketîn xelat hatin belavkirin.


