Deng û rengên dengbêj Miqedes û Meryemê

Dema mijar dibe jin û dengbêjî mirov wê bertek û sekna hunermendên wek Meryemxan, Eyşe Şan û bi dehan jinên din ên ku ji bo çend stranan bistrên û daxwaz û xwestekên dilên xwe bi wan stranan re bînin ziman, gelek bedelên giran jî dane.

1 deqe xwendin
Deng û rengên dengbêj Miqedes û Meryemê

Li Wanê dema navê jinên dengbêj tê hejmartin; di serî de em navê dengbêj Miqedes û dengbêj Meryemê dibihîzin. Dengbêj Miqedes û Meryem endamên saziya  Aryen Kom Hunerê ne û hema bêje her roj tên li saziyê kar û xebatên xwe yên dengbêjiyê dimeşînin. 

Dem bi dem hin jinên din ên dengbêj bi wan re bikevin rê û bên tev li xebat û bernameyên wan bibin jî ev ji bernamayan wêdetir naçe. Bêguman kirasê bindestiyê û feraseta ku jinan nabîne û tune dihesibîne ku ji dîrokê ve ji wan re hatî dirûtin wek gelek bajar û welatên li Rojhilata Navîn hê li Kurdistanê jî li gel berxwedana jinan a rêxistinkirî didome. 

Liv û tevgera jinan

Bi kinasî di encama astengiyên feraseta mêrperestiyê û zilma mêr de gelek jin hê jî nikarin berê xwe bidin kar û xebatên ji dilên wan tên û bi taybetî jî yên wek mûzîk, dengbêjî û kar û xebatên çand û hunerî yên din. Jin di şert û mercên îro de ji bo karên xwe yên hunerî bikin û derkevin ser dikê stranên xwe bêjin, hê jî di nav liv û tevgerekê de ne û li ber xwe didin da ku bigihîjin armanca xwe.

Şopa Meryemxan û Eyşe Şanan

Dema mijar dibe jin û dengbêjî mirov wê bertek û sekna hunermendên wek Meryemxan, Eyşe Şan û bi dehan jinên din ên ku ji bo çend stranan bistrên û daxwaz û xwestekên dilên xwe bi wan stranan re bînin ziman, gelek bedelên giran jî dane. Hejmara dengbêjên ku bi Miqedes û Meryem re zêde nabe û her wiha sekn û xebatên herdu dengbêjên ku xwe wek ‘derdbêj’ bi nav dikin, van tiştan tîne bîra mirov.

Her mirov dengbêj Miqedes û Meryemê guhdar dike bi klam, axaftin û stranên xwe û bi rûkenî henekên xwe, di dil û hafizeya mirovan de xwe bi cih dikin. Ev yek bi taybetî di roja duyem a festîvala Keda Jinê ya bi navê Hilberî de jî me dît.

Çend gotinên dengbêj Miqedes

Di festîvalê de her du dengbêjan bi rengîniya cil û bergên xwe, bi rûkeniya xwe li meydana bajêr bi wê meşa xwe ya kevnar derketin ser dikê û li dîwana dengbêjan rûniştin. Lê vê carê dengbêj Sîsê jî li wan zêde bibû. Beriya ser dikê dayika Miqedes got ku “jinên dengbêj li Wanê pir in, lê ew mêrên me jî gemarî nahêlin ku em bi hev re stranên xwe bêjin û bernameyên bi vî rengî hejmara wan zêdetir bikin. Lê vaye vê carê xwişka me û hevala me Sîsê jî li me zêde bû. Divê hê zêdetir ev hejmara jinên dengbêj û derdbêj zêdetir bibin. ‘’

Bi rastî jî ev gotinên wê hê di guhên me de zingînî dikirin vê carê bi wê heybeta xwe li dîwanê beriya dengbêj Miqedes dest bi stranên xwe bike peyama xwe ya li ser axaftina Rahmî Koç ku bi navê henekê heqaret li jinan kurd kiribû da û ev tişt got; “Ew feraseta genî çawa dibe ku bi wî devê xwe yê qirêjî henekên xwe bi jinên kurd, dayikên kurd dike. Dayikên kurd, dayikên şêr û şervanan in, jinên kurd berxwedêr û têkoşer in. Bila ew ê serqilûzî hedê xwe bizanibe…’’

Strana li ser Rojîn Kabaîşê

Piştî Miqedesê strana xwe got û qedand dengbêj Meryemê rahişt mîkrofonê û qala strana xwe ya li ser Rojîn Kabaîşa ku 2 sal berê li Zanîngeha YYê ya Wanê hatî wendakirin û aqûbeta wê hê jî ne diyar e. Dengbêj Meryem bi wî deng û wan awazên xwe yên ji kezebê di gotinên strana xwe de jî aqûbeta Rojîn Kabaîşê dipirsî. Guhdarên li qadê jî hemû ketibûn bin tesîra dengê jinên ‘derdbêj’.

Dengbêj Sîsê û strana wê

Di vê bernameya Hilberiyê de ew cara yekem bû ku min dengbêjiya dayika Sîsê guhdarî dikir. Ji dengê Miqedes û Meryemê pir û pir cudatir hat ji min re. Hem dengekî pir bilind hem jî nizm bû, li nîvê dilê mirov konê xwe vedida. Diavêt ser girtiyên di heps û zindanan de û di her ‘hay hay hayêêêêêê’ya wê de yek bi yek girtiyên ku emrê xwe di zindanan de derbas kirî û hê jî dikin, li ber çavê jinên li festîvalê û yê me tevan bir û anî. Ê ma ne jixwe dengbêjî ji dîroka qedîm a kurd û Kurdistanê ve ne ev tişt bû! 

Bi stranên xwe li berxwedan xwe xwedî derkevin

Deng, berxwedan, hewldan û keda van  jinên dengbêj yên wek Miqedes, Meryem û Sîsê têra xwe çîrok û dîroka dengbêjên wek Meryemxan, Ayşe Şan, Fatma îsa, Sûsika Simo û bi sedan ên din anî bîra me, wê kêliyê li wê derê. Êdî piştî konsera li meydan bajêr a saetekê deng û awazên van her sê dengbêjan di guhên me de mabin jî, mirov tê li wê mijara berxwedana Miqedes û Meryemê ya ji bo jinên dengbêj li deng, stran, dengbêjî û hunera xwe xwedî derkevin, disekine. Bi rastî jî ev berxwedana 40-50 salan li her deverê Kurdistanê, li her bajar û kolanên me rengên berxwedanê yên cudatir derîne pêşberî me.