Mihrîcana FilmAmed destpê dike

Mihrîcana Dokûmanteran a Amedê dest bi amadekariyên dema nû kir.

1 deqe xwendin
Mihrîcana FilmAmed destpê dike

Mihrîcana Fîlmên Dokûmanter a Amedê ku îsal cara 10emîn ji aliyê Komeleya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê ve tê lidarxistin, bi dirûşma "Em li vir in, li ber dara gûzê ne" pêk tê.

Mihrîcan dê di navbera 25 û 29ê Îlonê de bê lidarxistin û li çar kategoriyên cuda xelatan bide. Di çarçoveya mihrîcanê de dê piştgiriyê bide sê dokûmanteran. Di mihrîcanê de ku li bajêr veguheriye bîrekê, bi taybetî wê bala xwe bide ser mijarên civakî; karên bi naveroka ekolojî, jin, çand, xizanî û bîrê li pêş bin. Mihrîcan di qada dokûmanterê de jî bi karên xwe yên afirîner balê dikişîne.

Ji endamên Komîteya Amadekar a FilmAmedê Omer Fîdan diyar kir ku mihrîcan ji sala 2011an û vir ve hişek afirandiye û wan bi xurtî dest bi karên mihrîcanê kirine. Omer Fîdan da zanîn ku mihrîcan ne tenê nîşandana fîlman e, bi atolye û karên piştevaniyê rêwîtiyeke demdirêj e.