‘Birîna Helebce hîna nehatine pêçan’

Malbatan, kesên ku di bomberbarana rejîma Baasê ya li dijî Helebcê de hatibûn kuştin, bi bîr anin. Malbatan diyarkirin ku hîna birîn nehatiye pêçan û êş didome.

1 deqe xwendin
‘Birîna Helebce hîna nehatine pêçan’

Malbatan li Helebce di salavegera 52an de kesên ku di bombebarankirina rejîma Baasê ya li dijî sivîlan hatibûn kuştin, bi bîr anîn. Di merasîmê de, deqeyek rêz hate girtin. Malbatan êşên jiyan dikin û daxwazên ku bi salane bê bersiv mane anîn ziman.

Helebce hem bi êrîşa Kîmyewî ya 1988an û hem jî bi êrîşa hewayî ya 26ê Nîsana 1974an bû hedefa rejîmê. Di êrîşa 52 sal berê de 58 sivîl hatin kuştin û zêdeyî 100 kes birîndar bûn. Di serî de bazar gelek avahî hilweşiyan.

Merasîma bîranînê li dar xistin

Bîranîna ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Şehîd û Enfalkiriyan û şehîdên Helebce û Bîrdariya Helebce hatî li darxistin, ji bo kesên ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane çeleng hatin danîn. Rayedaran diyarkirin ku divê bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane werin jiyankirin û ev sûc neyê ji bîrkirin.

 ‘Tiştek ne kirin’

Gulî Mihemed ku di bombebaranê de birayê xwe winda kirî, tiştên wê rojê rûda anî ziman û diyar kir ku malbat hê li benda edalet û destekê ne û wiha got: “Wê rojê mêhvanên me hebû. Me jî got tiştek nabe, em derketin. Birayê min jî gel wan çû bazarê. Mixabin li wêderê şehîd ket. Piştre cenazeyê wî anî mizgeftê. Tevî 52 sal derbas bûye, hê tiştek nehatiye kirin. Birayê min şehîd ket. Heta niha ji bo me gavek nehatiye avêtin. Gelê Helebce di her şertê de bedel dane.”

Divê bîr her zindî bimîne

Di merasîmê de hate diyarkirin ku ji bo tiştên hatiye jiyîn neyê ji bîrkirin û heman trajedî dûbarenebe divê bîr zindî were girtin. Gelê Helebce jî tevî salên derbas bûye, êşa wan hê wek roja destpêkê nûye.