Bû sembola şewqa stêrkan
Her çiqas behsa 15 hezar salan dikin jî, di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de bi derketina Rêberê Gelê Kurd ve tekera qedera gelê Rojhilata Navîn û taybet jî gelê Kurd ji aliyê rêya azadîxwaz ve...

Her çiqas behsa 15 hezar salan dikin jî, di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de bi derketina Rêberê Gelê Kurd ve tekera qedera gelê Rojhilata Navîn û taybet jî gelê Kurd ji aliyê rêya azadîxwaz ve zivirî. Ew gavên ku wê demê hatin avetin bûn sedemên avahiyên îro ku berbiçav in. Ji xewa giran û kûr, ji koletiya bêhempa û kûr a gel derxist û hemû perdeyên qirêj vekir û mora xwe ya dîrokî lêxist.
Bi hezaran sal li pey xwe hîşt û li ser bingeha mîrateya kal û pîrên me, careke din hêza ruh, hest û ramanan, humanîzm û çanda dayiksalar pêş xist. Cara yekem li Rojhilata Navîn şewqeke nû derket.
Dîroka ku hatibû veşartin û ber bi tunebûnê ve diçû ji nû ve derket ser dika dîrokê. Cara yekem bangawaziya bîrdoziya azadiyê li wan çiyayên azadiyê belav bû. Ew çiyayan bûn şahidên nivîsandina rûpelên nû.
Rojhilata Navîn dît ku jinan li Mezopotamyayê jiyan afirandiye, lê her wiha ew ji aliyê kurên xwe ve hatine kuştin û parçe parçe kirin. Di damarên jinên Rojhilata Navîn de xwîn diherike ku hêzajiyan, şerkirin, hezkirin û têkoşîna ji bo azadiyê dide wan. Etnolojî di çarçoveya vê serhildanê de pêş ket. Piştî lêgerîn û lêkolîna li ser nasnameya jinan, dîrok û rola jinan, rewşa giyanê wê, sedemên serkeftin û têkçûnên wê, têkoşîna wê ya ji bo jiyanê, em ê bibînin ka damarên jiyanê çawa dê hîn xurttir û firehtir bibin. Di gelek warên jiyanê de, xebat, jîrbûn û afirîneriya jinan beşdarî hilberandin û berhevkirina nirxên mezin ên madî û manevî bû. Zanista azadiya jinan, bi ramanên Rêberê Neteweyî yê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "wek zanisteke têgihîştina şehrezayiya nûvekirî ya xwedawendê li Rojhilata Navîn" pêş ket. Îdeolojiya jina azad bû zanisteke ku armanc dike ku têkoşîna xwedawenda Înana tê de ketiye, bi serkeftî biqedîne. Kulta xwedawendê cara yekem li Rojhilata Navîn hat damezrandin. Li vir bû ku înkarkirina statuya jinan, kuştina wan û xerîbkirina wan cara yekem gengaz bû; li vir bû ku kulta xwedawendê ket. Ev yek bû sedema ji nû ve çareserkirina pirsgirêka jinan, ku bû yekem


