Jinên Qamişloyê li dijî êrişan çalakî pêk anî
Kongra Star kiryarên li dijî jin û welatiyên li bajarokên Til Eran û Til Hasil şermezar kir.

Kongra Star a li taxa Enteriyê ya li bajarê Qamişlo, ji bo êrişa li dijî jinên kurd û girtina ciwanên kurd li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên li gundewarê rojhilatê Helebê daxuyaniyek da. Endama Kongra Star Ahîn Îbrahîm daxuyanî da. Ahîn Îbrahîm diyar kir ku ew bi tundî kiryarên derveyî exlaqê şermezar dikin û got: “Bêyî fedî li ber kamîreyê li jin û dayîkan dan. Em van kiryaran li hemberî hemû jinên li Sûriyeyê, bi ti awayî qebûl nakin.”
Ahîn Îbrahîm da zanîn ku ew dibînin ku ev kiryar bi armanca tirsandina gelê kurd, valakirina herêmê ji gelê resen û pêkanîna guhertina demografî weke ku li hemû herêmên Sûriyeyê dibe, tê kirin û wiha lê zêde kir: “Tişta ku li piraniya herêmên Sûriyeyê wekî revandin û lêdanan jinan dibe, derveyî perensîbên mafê jinan û welatiyan e.”
Ahîn Îbrahîm herî dawî xwest ku kesên ku ev sûc li dijî jin, welatî û ciwanên Kurd li Til Eran û Til Hasilê kir, bê cezakirin.


