Fermandar Zîlan pîvanên milîtaniya Apoyî destnîşan kir

Gaziya şer Zîlan Kobanê diyar kir ku fermandar Zîlan pîvanên milîtaniya Apoyî bi çalakiya xwe destnîşan kir û got: “Zîlan ji bo tevahî jinan bû xwedawenda şer û jiyanê. Zîlan ji jinên têkoşer û zana re bû pergala yekpare û rêxistinkirî.”

1 deqe xwendin
Fermandar Zîlan pîvanên milîtaniya Apoyî destnîşan kir

Zîlan Mûş

Gaziya şer Zîlan Kobanê ya di berxwedana Kobanê de birîndar bû têkildarî salvegera şehadeta fermandar û pêşenga jinên azadîxwaz Zîlan (Zeynep Kinaci) nirxandin kir. 

Zîlan Kobanê diyar kir ku di dîroka her gelekî de pêşeng, qehreman û kesayetên efsanewî hene û got: “Nav û dengê wan di çîrok û destanan de tê vegotin. Di dîroka gelê Kurdistanê de jî gelek destanên qehremaniyê bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin. Yek ji wan xwedawend Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye.” 

Zîlan Kobanê destnîşan kir ku fermandar Zîlan canê xwe ji Rêber Apo re kiriye mertal  û ev tişt anî ziman: “Zîlan ji bo me bû fermandar û qehreman. Em li ser şopa wê pêş ketin û rêya azadiyê heta dawiyê ji me re vebû. Fermandar Zîlan pîvanên milîtaniya Apoyî bi çalakiya xwe destnîşan kir. Ji bo tevahî jinan bû xwedawenda şer û jiyanê. Zîlan ji jinên têkoşer û zana re bû pergala yekpare û rêxistinkirî. Rêber Apo ji bo Zîlan got, ‘Zîlan fermandara min e’.” 

Zîlan Kobanê anî ziman bi hezaran şoreşgerên jin navê Zîlan hildane û got: “Ez jî yek ji wan heval û şoreşgeran im. Helbet dema mirov navekî wiha hêja li xwe dike, barê mirov jî giran dibe. Bi sedan jin hatin û beşdarî nava şoreşê bûn. Navê xwe kirin Zîlan û çeka Zîlan hilgirtin. Jinên şoreşger û milîtan li ser esasê şopandina rêya Zîlanan soza xwe ya pêşxistina têkoşînê dan. Bêguman ji bo mirov heqê vî navê bide û bibe layiqî vî navê hewce ye mirov têkoşîneke mezin pêş bixe.” 

Zîlan Kobanê dest nîşan kir ku fermandar Zîlan çalakiya xwe bi hemû hûrgiliyan wê plan kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Çalakiya fermandar Zîlan dijmin kir nav şoqeke ku hê jî nikare ji nav derkeve. Zîlan piştrast kir ku dema jin têkoşîn bike wê ti kes nikaribe vîn, hêz û îradeya wê bişikîne. Hevala Zîlan ji dil û can di nav Tevgera Apoyî de cih girt. Di dem û wextê wê de divê çi bê kirin dizanîbû.” 

Gaziya şer Zîlan Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 30emîn salvegera şehadeta wê de ez xwedawend Zîlan û tevahî jinên şoreşger bi bîr tînim û soza xwe ji wan re nû dikim. Em ê di vê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo de têkoşîna xwe bilind bikin, hedef û armancên şehîdên xwe bînin cih.”