Çandkujî

Dema mijar çand be, barê nivîsandin û ramandinê jî giran dibe, ji ber ku têgeha çandê di nav xwe de gelek wateyan dihebîne.

1 deqe xwendin
Çandkujî

Dema mijar çand be, barê nivîsandin û ramandinê jî giran dibe, ji ber ku têgeha çandê di nav xwe de gelek wateyan dihebîne. Di vê nivîsara xwe de, ez ê hewl bidim çend wateyên çandê rave bikim û balê bikişînim ser çandkujiya ku niha di nav civakê de bi pêş dikeve.

Belê van rojan dema rewşa guharîna civakî li ber çavên xwe diwezinînim; çend ‘deqên’ li ber çavên min dikevin; çandkujiya ku bi pêş dikeve li pêşber çavan beloq dike!

Çand wekî têgîneke sereke gelek wateyan di nav xwe de dihebîne. Mînak çand maka ziman e. Dîsa çand maka perwerdekariyê ye. Dema kesekî xweşbîn û nefsbiçûk hebe ji wî kesî re dibêjin; filankes kesekî çandbîn e, perwerde dîtiye! Ango di çandê de gelek têgehên têrwate hene.

Çand bixwe; wateya xwe ji zimanê Arî (binemala kurdî) digire û ji peyva ‘çand-inî’yê derketiye. Wekî tê zanîn cara pêşî çandinî di serdema Neolotîkê (B.Z 12.000) de li ser axa Mezopotamyayê bi pêş ketiye û belavî erdnîgariyên din bûye. Ji wê çendê peyva çandê peyveke vê axê ye û wateya xwe ji çandiniya vê axê girtiye. Bi gotineke din wekî kelepor jî tê bikaranîn. Bi zimanê almanî ‘kultur’ jê re tê gotin û bi zimanê tirkî jî wekî almanî tê bikaranîn. Wekî ku mirov ji wateya peyvê jî fêm dike çand peveke dewlmend e û bi wateya xwe her tim di dîrokê de bûye mijara nirxandinê. Her wiha awirên siyaseta pergalên desthilatdariyê jî her û her li ser çandê ye! Di nav civakan de teşegirtina çandê barê siyseta birêvebirinê diyar dike. Ji wê çendê civakeke xwedî çand; di nav lepê siyasetê de zûka kedî nabe! Bandora çandê di destê kê de be ew dibe xwedî bandor!

Bo ku girîngiya çandê were fêmkirin dixwazim gotina wezîrê serdema faşîzma Adolf Hîtler Joseph Goebbels bînim bîra we. Goebbels di axaftineke xwe de dibêje: “Dema peyva ‘çandê’ dibihîzim destê xwe diavêjim demanca xwe!’’ ji vê gotinê jî tê fêmkirin ku ji gelan re çand xwedî wate û bandoreke girîng e!

Çawa ku em ji ziman re dibêjin; “ziman hebûn e’’ a rast maka hebûnê çand